Resûl Sultanî: PKKê li Vancouverê Newroz li kurdan têkda

 Nivîskar û çalakvanê siyasî Resûl Sultanê di gotarekî xwe ya derbarê pîrozbahiyên Newroza kurdan a li Vancouverê de nivîsand: ‘’Dema ez geheştim qada Newrozê, çadira Apociyan min dît û 50 – 60 cure ala û wêneyên Kak Ebdula Ocalan li ser hebûn. Di dema pêxistina agir de ew desteya berê hatibû rêxistinkirin, rûyê xwe pêçabûn ku neyên naskirin û hemûyan li gel yek alayên xwe bilind kirin û bi dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin û dora agir girtin û Newroz kirin Newroza PKKê.

Herwaha dibêje: ‘’Yek du kesan li hember reftarên PKKê nerazîbûn nîşan da, lê wan êrîş kir û li gor lêkolînan hevalan kêr jî li wan kêşan.’’

Resûl Sultanî di gotara xwe ya li ser medya civakî facebookê de belavkirî de got: ‘’Li gor ezmûnên Newrozê yên me yên berê, me dizanî dîsa dê biraderên Apoçî hewl bidin Newrozê bikin Newroza PKKê. Lê kurdên li Ewrupa jiyan dikin wek her cîheke din ser bi fikir û partî û rêyên cuda ne. ji bo wê jî 6 meh berî naha berdewam li gel rêxistina mala kurd em rûniştini û me got: Divê Newroza îsal Newroza netewî be û ti hêma û nîşaneyên partiyan têde nebin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Ew li gel mala kurdan rêkeftine, ala Kurdistanê û ala kantona rojava ya PKKê em dê daynin û hatiye qebûl kirin. Lê ez agahdarê hin rêxistin û tevgeran bûm û 2-3 carên din jî min dubare kir nabe rengê ti partiyekî di Newrozê de diyar be. Gotin li gel berpirsên hemû partiyan hatiye axaftin û qebûl kirine. Min got li gel Apoçiyan jî we axaftiye? Gotin belê.’’

Resûl Sultanî dibêje: Mala kurdan daxwaz ji min kirin peyama Newrozê binivsînim, min got ez dê peyamekî binivsînim li gel behsa Newrozê, bal bikşînim ser her çar parçeyên Kurdistanê û bûyeran. Min nivîsand, berpirsê mala kurd baş dît ku ez bixwînim û min jî got başe.’’

Sultanî got: ‘’Roja berî Newrozê ji min re gotin daxwaz hatiye kirin endamên partiyan pêşkeşkar nebin.!’’

Di beşekî din a gotara xwe de Sultanî diyar kir: ‘’Roja cejnê dema ez geheştim qada Newrozê, min çadira Apoçiyan dît, 50-60 cure ala û wêneyên Ebdula Ocalan li ser bû. Di dema agir pêxistinê de, ew desteya berê hatibû rêxistin kirin, rûyê xwe pêçabûn ku neyên naskirin û li gel yek hemû ew alayane rakirin û bi dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’ hatin û dora agir girtin. Êdî Newroz kirin Newroza PKKê. Yek du kesên ku nerazîbûn nîşandan, êrîşî wan kirin û li gor lêkolînan hevalan kêr jî li wan kêşane.’’

Resûl Sultanî dibêje: ‘’Naha kesên maqûl ên PKKê li Vancouver dibêjin ew ne ser bi me bûn. Dibe ku wisa jî be, lê heta wê dema nasnameya wan aşkera nekin û bi daxuyaniyekî fermî PKK, wê ranegehîne, ew hem li ser PKKê mal in, hem jî divê piştrastbin bi fermana jor ve hatine rêxistin kirin.’’ (BN)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *