Gêncê Kurd yê bi navê Saman Nasim îro ji alîyê rejîma Îranê ve hate darve kirin.
Ev darve kirinên rejîma Îranê, li ber çavên hemû dinyayê tên lidarxistin.
Yekitiya Neteweyan, Yekitiya Ewrûpa û hemû dezgehên cîhanî mixabin di vê derbarê de helwesteke tûnd danaynin.
Ev şermeke hemû mirvoyetîyê ye.
Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) van darvekirinan bi tûndî şermezar dike.
Yên hêvî dikin ku bi kuştin û darve kirinan rê li ber azadîya gelê me yê Rojhilata Kurdistanê bigirin,dê di van hêvî û kiryarên xwe yên qirêj de bifetisin.
Tu kes dê nikaribe rê li ber azadîya Kurd û Kurdistanê bigire. 20.02.2015
Bijî azadî, bimre koletî
Rejîma Îranê dê hesabê van darve kirinan bide.
Bijî Kurdistan
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)