Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku roja Çarşemê, 8ê Cotmeha 2025an, Komara Îslamî ya Îranê li girtîgehên Kerec û Îsfahanê, cezayê darvekirinê yê 12 girtiyan cîbicî kir. Li gorî raporê, 3 ji girtiyên ku hatine bidarvekirin Kurd bûn û ew bi tohmetên wekî “kuştina biqest” û “sûcên girêdayî madeyên hişbir” hatibûn mehkûmkirin.
Girtîgeha Qizilhesar a Kerecê:
Li vê girtîgehê, 7 girtî hatin bidarvekirin. Di nav wan de 2 welatiyên Kurd ên xelkê Nûravayê, Mîlad Yarî û Arman Kakawend, hebûn ku bi tohmetên girêdayî madeyên hişbir hatibûn cezakirin. 5 girtiyên din ên bi navên Behmen Şahhusênî, Elî Seîdzade Fehîmî, Ehmed Mihemedî, Hemze Sakî û Hesen Zarih jî bi heman tohmetê hatin darvekirin.
Girtîgeha Navendî ya Kerecê:
Li vir jî, 4 girtî hatin darvekirin. Yek ji wan, welatiyê Kurd ê xelkê Îlamê Mubîn Serwerî yê 27 salî bû, ku bi tohmeta kuştinê hatibû mehkûmkirin. Li gel wî, Mehmûd Welî Îlahî bi tohmeta kuştina hevjîna xwe, û Sîna Mihemedî û Pêdram (paşnav nediyar) jî bi tohmeta kuştinê hatin darvekirin.
Girtîgeha Destgird a Îsfahanê:
Rêxistina Hengawê di dawiya rapora xwe de amaje bi wê yekê kir ku heta niha, medyaya fermî ya Îranê tenê nûçeya bidarvekirina 5 kesan ji van girtiyan, bêyî ku nasnameya wan eşkere bike, belav kiriye. (PK)


