Referandûma Serxwebûnê û Demajoya nû

Referandûma Serxwebûnê û Demajoya nû

B Baran
1-10-2017

Vê referandûma Serxwebûna Kurdistanê bo me hemû kurdistanîyan xwedîyê girîngîyek taybet bû, raste rast rê ya paşeroja me, çarenûsa me dîyar dikir. Ji ber vê jî, ji her çar perçeyên Kurdistanê û ji diyasporayê gelek kurd çi bi rêxistinî çi xweser li Kurdistana Başûr civîyan.

Kurdistanîyan çi li derveyî welat û çi li nava welat bi çalakîyên cûrbicûr ji bona piştgêrîya referandûma serxwebûnê helwesta xwe nîşan dan.

Em kesên ku karinîya wan hebû ji berya Referandûmê ve him jibona piştgêrîya xwe nîşan bidin û ji alîkî ve jî beşdarê wê cejn û coşa neteweyî bibin li Kurdistana Başûr civîyan.
Wê coşa neteweyî, wê hest û kelecanîya gelê kurd bi gotinan nayê pesindan.
Jixwe roja 23 yî îlonê û wê dema beşdarbûna Serok Barzanî re bilindbûna wê kelecan û coşa gel qet nayê pesindan.
Tevî hemî êrîşkarî û tehdîtên dewletên mêtinkar û daxwaz ûşîretên dewlet û avayîyên navdewletî jî wê coş û kelecanîya kurdistanîyan berya referandûmê û piştî referandûmê qet kêm nebû.
Min cara pêşî wê tama coşa neteweyîbûnê dît û jîyam!
Referandûm di nav van şert û mercên Rojhilata navîn de û dinav vî şerê dijê DÎIŞ ê de bêyî tu pirsgirêkî û bi coş û şayî bi ser ket.
Vê serketinêyekcar dijminan har û dîn kir.Êrîşkarîtî û hovîtîyên xwe bê perwa û pîvan ji derveyî ehlaq pîvanên navdewletî dan nîşandan!
Tirkîyê, Îran û Îraq wek haran lihev civîyan, hemî dijîtî û cudabûnîyên xwe dan alîyek li ser dijminatî û tirsandina netewe û rêvebirên kurdan û bi taybet Serok Barzanî civîn li ser civînan pêkhanîn.
Wan vekirî dan nîşandan ku dijmin her dijmin e! Mêtinkar her mêtinkarin! Çareserî rêyeek tenê ye ew jî Serxwebûn e, avakirin û hedefgirtina Dewlwta Kurdustanê ye.
Referandûm bi dengdana pirtir ji sedî 92 wan pêkhat.
Ji vê demê şûnda cîyê dûdilîyê nema! Pêwiste kurd dev ji tevayîya dezgeyên rêveberîya Bexdayê berdin, vegerin Kurdistanê. Û tu biryar yasayên Iraqê li ser xwe nepejirînin. Ku ji xwe Erebên Şîe desthilatdarin û kurdan di rêveberîde qebûl jî nakin.
Ji niha ûpêve weka ku Serok Barzanî jî got guftûgo tenê dikare li ser cîrantî, sînor, û eger rê hebe dikare li ser Konfederalî jî bê kirin.
Dûdilî şûnda gav havêtin tune, ji berk u ew mirin bi xwe ye!
Di roja îroyîn de keysa dijmin tuneye ku êrîşek leşkerî bîne ser Kurdistanê. Dem ne dema 1974 an e. Ji berk u kilîtê ewlekarîya Rojhilata Navîn, şikandina DÎIŞ ê di destên kurdistanê de ye! Her weha ev kilîtê ewlekarîya dinyayê ye jî!
Em kurd bi her hawî bi Serok Barzanî re ne. Em pê bawerin, em jê piştrastin!

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *