Droneke Tirkiyeyê otomobîlek li ser rêya Qamişlo-Amûdê bombebaran kir.
Ji ber êrişê 2 kesan canê xwe ji dest daye.
Asayişa Rêveberiya Xwesera Rojavayê Kurdistanê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di bombebarana droneke Tirkiyeyê de jin û mêrekî canê xwe ji dest daye.
Li gor daxuyaniyê dronê destpêkê otomobîl bombebaran kiriye û di encamê de otomobîl ji rê derketiye.
Piştre dronê bombeyek avêtiyê otomobîlê û di encamê de jin û mêrekî ku di otomobîlê de bûne canê xwe ji dest daye.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê ewlehî û jiyana welatiyan dixin metirsiyê û Tirkiye peyman û qanûnên navneteweyî bin pê dike.
rûdaw