Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, bi navê Kongreya Çiyayê Kurmênc (EFRÎN), kongreyaya xwe pêkhanî!
Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, bi navê Kongreya Çiyayê Kurmênc (EFRÎN), di rojên 17-18-19 Tîrmeha 2025an de, bi beşdarbûna hemî nûnerên rêxistinên Partiyê (çi li hundir û çi li derveyî welêt), bi dirûşmên jêrîn; Kongreya xwe ya 8`emîn pêkhanî.
1- Ber bi avakirina Sûriyeke demokrat, piralî, parlementer û nenavendî ku mafên netewî yên gelê Kurd têde parastî bin.
2- Vegereke aram û ewle ya kesên ku ji cih û warên xwe hatine rakirin û bidûrxistin (Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê).
3- Kar û xebat ji bo pêkanîna perensîbên bingehîn yên Partiyê: Aştî, Azadî, Wekhevî.
Eva jî daxuyaniya Kongreya 8-emîn ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê ye:
Di siha dirûşmên jêrîn de:
1- Ber bi avakirina Sûriyeke demokrat, piralî, parlementer û nenavendî ku mafên netewî yên gelê Kurd tê de parastî bin.
2- Vegereke aram û ewle ya kesên ku ji cih û warên xwe hatine rakirin û bidûrxistin (Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê).
3- Kar û xebat ji bo pêkanîna perensîbên bingehîn yên Partiyê: Aştî, Azadî, Wekhevî.
Û bi navê Kongreya Çiyayê Kurmênc (EFRÎN), li rojên (17-18-19)-ê Tîrmeha 2025-an, bi beşdarbûna
nûnerên hemû rêxistinên Partiyê çi li hundir û çi li derveyî welêt, Kongreyê dest bi karê xwe kir.
Piştî rawestana kurte-demeke bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û yên azadiyê, Komîteya rêvebir a
Kongreyê hate hilbijartin û lîsta kar hate pejirandin, û piştî gengeşê, gotûbêj û serastkirinê, belgeyên Partiyê
(Rapora Rêzanî, Tozika Hundir û Bernameya Siyasî) hatin pesendkirin.
Di warê Rêzanî de:
Kongreyê bûyerên rêzanî yên herî dawî ên herêmî û navdewletî û bilindbûna asta hevrikiya olî, netewî û
aborî li ser asta cîhanê gotûbêj kir, herwiha, bal kişand ser rêyên bazirganiya cîhanî, dahatiyên xwezayî û
deverên stratîjîk ku bi gelemperî bûne sedemên rikberiyê û derketina dijberiyê di navbera hêzên mezin ên
cîhanê de, û di siha paşketina nirxên demokrasiyê û mafên mirovan û geşbûna aliyên hişkbawer û
tundrewan û qelsbûna rola dezgehên navdewletî yên ku nikarin çareseriyê ji van kirîzan re bibînin, nemaze li
devera Rojhilata Navîn a ku di kirîzeke herî dijwar û tevlîhev de dijî, hêminî û aramiya cîhanê hejandine û têk
birine.
Di vê çarçewê de, bi yek dengî kongreyê binemaya aştî û çanda dij-tundiyê pesend kir, û dupat kir ku ji bo
çareserkirina problem û kirîzan, ji rêya diyalog û gotûbêjê tu rêyên din tune ne, ji ber ku li ser asta hundir û
derve, ew rêya herî aram û ewle ye.
Di warê Niştimanî Sûrî de:
Bi hûrbînî, Kongir li ser guhertinên kûr ên ku li Sûriyê piştî rûxandina rijêma Beesê rû dane, û derketina
desthelata qonaxa demkî ya nû rawestiya, dît ku ev guhertina balkêş ji desthelateke serkut a navendî berew
rewşeke siyasî xweguhêz a sist û ne diyar digel hin diyardeyên vebûnê ve diçe, lê, metirsî ji vegera zordariyê
bi kirasekî olî yan rêolî li dar e û ev desthelat cihê gomanê ye.
Kongir dît ku ev qonaxa nû, keyseke rasteqîn ji bo veguhestina siyasî berdest kiriye, lê di siha tunebûna
girêbesteke civakî giştî de û berdewamiya destêwerdanên derve, bilindbûna metirsiyên piştguhkirina hêz û
aliyên netewî û olî, û çûna berew çareseriyên leşkerî û ewlehî ji pirsgirêkên niştimanî re, nemaze ew bûyerên
xwînî ku li Peravê û hin taxên Şama paytext qewimîn û kerx û kuştarên ku van rojan li parêzgeha Siwêdayê
rû dane. Ew hemî, veguhestina siyasî dixetimînin û wê têxine metirsiyê.
Ji ber vê hindê, Kongir dupat kir ku lidarxistina Kongireyekî Niştimanî Sûrî ne tenê xwestekeke, lê belê îro
ew bûye pêwistiyeke niştimanî ya lezgîn, û dê bibe pêngava pêşîn ji bo avakirina dewleteke demokratîk,
hevpar, nenavendî û piralî, herwiha, ew ê rê li ber şemitandinê berew serberdayetiya ewlehî bigre.
Di warê doza Kurdî Li Sûriyê de:
حزب الوحـدة الديمقراطي الكردي في سوريا (يكيتي) Partiya Yekîtî Ya Demokrat A Kurd Li Sûriyê
Kongir dupat kir ku eger li Sûriyê, mafên gelê Kurd di makzagonê de cih negrin, tucarî, çareseriyeke
demdirêj ji kirîza Sûriyê re nayê dîtin. Herwiha, kongir ew rêkeftina ku di navbera serokê qonaxa demkî yê
Sûriyê Ehmed Şeri û fermandarê giştî yê hêzên Sûriya demokrat Mezlûm Ebdî de hatibû wajûkirin, ya ku
mîna nexşerêya çareseriya niştimanî ji hemû kêşeyên welêt re, ji tekezkirina ser yekîtiya Sûriyê,
beşdarbûna siyasî ya hemû hêz û dezgehên Sûrî di destnîşankirina paşeroja welatê xwe de, vegera
penaberan, ta mukirhatina zagonî bi mafên gelê Kurd, weke rêkeftineke dîrokî hate nirxandin û binavkirin.
Hêjayî gotinê ye ku kongir bal kişande ser giringiya xweşkirin û geşkirina têkiliyên biratî di navbera aliyên
tevgera Kurdî de û rêzgirtina li belgeya karê hevbeş bi Partiya Pêşverû ya Kurd Li Sûriyê re, û nirxandina
erênî ji girêdana Kongirê yekirina helwesta Kurdî ku encamên Siyasî yên giring digel belgeya wê derbarê
geşkirina karê Kurdî yê hevbeş û bicihanîna biryarên wê yên civakî û siyasî. Herweha, kongir giringî û rola
Rêveberiya Xweser nirxand, û dît ku ji bo Sûrya bê, û ji bo geşepêdan û avakirinê, ew dikare bibe mînakek
balkêş, û tekeziya parastina wê û destkeftiyên wê hate kirin.
Di warê Rêxistinî de:
Kongir, rewşa rêxistinî ya Partiyê li hundir û derveyî welêt kûr gotûbêj kir, giyanê hevaltî û nirxên xebata
hevbeş di nav hevalan de bi rêzgirtin nirxand û tekez li ser girêdana bi axa welêt ve kir, ji ber ku girêdana bi
axa welêt ve, yek ji kartêkerên sereke ye bo berdewamiya xebatê û rewabûna wê ye.
Ji hêleke din ve, kongir biryar bi rastkirina qelsî û şaşiyên rêxistinî wergirt, ewên ku ji ber gelek sedeman
cih girtibûn, û bang li wan hevalên ku dev ji karê rêxistinî berdabûn û li malên xwe rûnişine kir, da ku ew li
karê xwe yê rêxistinî vegerin û xebata xwe berdewam bikin.
Kongir, spas û rêzname ji hevalên Partiyê yên ku li deverên xwe yên dagirkirî (Çiyayê Kurmênc, Girê sipî û
Serê Kaniyê) mane û bi dilsozî û cefakêşiyeke mezin beşdarî di weşandina raporên heftane de yên bi navê
(Efrîn di bin dagirkirinê) kirine ku hejmara wan ta îro gihaye 326-an.
Ji ber kar û xebata Merseda Sûrî ya mafên mirov û rola wê ya mezin di belgekirin û belavkirina
zêdegaviyên tund dijî mafên mirov li deverên Kurdî û seranserî Sûriyê, Kongir spasiyeke taybet jê re û ji
rêveberê wê re şand.
Kongir, giranî da pêwistiya pêşvebirina ragihandina Partiyê û wergirtina mifahê ji pêşketina têknolojiyê.
Paşê, li gora tozika Partiyê, Sekretêr, Cîgirê Sekretêr û Komîteya Rêvebir hatin hilbijartin. Û bi giyanekî
bilind û berpirsiyar û rêzgirtin ji nirx û prensîbên partiyê re, soz hate dan ku ji bo Aştî, Azadî û Wekheviyê,
her dê kar û xebat berdewam be!
22.07.2025. Z
Komîta Rêvebir ya
Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê


