PWKê li Parîsê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kir

Piştî Kongra xwe ya Yekemîn di 9ê çiriya paşîn a 2023yê de pêk anî û Komîteyeke nû hilbijart, PWK-Fransayê çalakiya xwe ya yekemîn jî bi pîrozkirina Alaya Kurdistanê, bi beşdariya piraniya heval û hin dostên Partiyê, di 17ê çileya pêşîn de, li restorana Firatê, li Parîsê pêk anî.

Piştî civîna yekem a Komîteya PWKê û biryara germkirina têkiliyên di navbera heval û dostên Partiyê de, li ser pêşniyara endama Komîteyê Elîf Ronahî, biryara pîrozkirina roja Alaya Kurdistanê hate girtin û çalakî di 17ê çileya pêşîn de, li Restorana Firatê, li Parîsa 11ê pêk hat. Mêvan ji bo çalakiyê piştî saet 19ê bi ala û rozetên alaya Kurdistanê li hev civiyan.

Di civînê de, Elîf Ronahî bahsa girîngiya Alaya Kurdistanê kir û got ku ev alaya ji aliyê Xaybûnê ve, di 1920ê de, hatiye çêkirin, di 1927ê de, dema serîhildana Agiriyê li çiyayê Agiriyê, ji alî Îhsan Nûrî Paşa ve hatitye hildan, paşê Komara Mehabadê jî ev al bikar anîne û piştî wê jî Qadî Muhamed ev alaya daye General Mistefa Barzanî û bi qanûneke Parlamentoya başûrê Kurdistanê jî, 17ê çileya Pêşîn weke roja Alaya Kurdistanê hatiye qebûl kirin.

Paşê Xurşîd Mîrzengî jî li ser giringî, mana rengên alayê û dîroka wê wiha axivî: Dîroka Alaya Kurdistanê dighê heta dema Medan. Rengê kesk ê vê Alayê xwezaya Kurdistanê, rengê sipî aştiyê, yê sor xwîna şehîdên Kurdistanê, roj û rengê zer hêviyê temsil dikin û 21 tîrêjên rojê jî serê sala nû ya Kurdan temsîl dikin.

2 gedachten over “PWKê li Parîsê Roja Alaya Kurdistanê Pîroz Kir

  1. Balkéshí: Ev peyam jhi bo weshandina li ser malperan ne gunjaw e. Tené jhi bo haypéxistiné ye.

    Rézdarno,

    Li welatén bidewlet, biryarén stratejhík dewlet didin ú wan biryaran li welatíyén xwe ferz dikin ú welatí jhí bixwazin nexwazin wan biryaran bi cih tínin. Biryara alfabeguherandiné yek jhi van biryaran e.

    Neteweya kurd jhi ber ku bédewlet ú bévín e, carenúsa wé ú her tishtén wé bi destéstén dewletén desthilatdar tén díyarkirin ú pe ra gel híní wan biryaran dibin. Bindestí xuyeka ku di rewsha heyí da bi cu awayí nayé guhertin. Biryara bikaranína alfabeya Celadet Bedirxan jhí wan da, lé bi dizíka ú ne bi fermí.

    Cara pêşî, di heft salîya xwe da li dibistana seretayî min alfabeya tîrkî nas kir û min qet jê hez nekir, ji ber ku li kurdî nedihat û bîyanî bû. Weka mînak em ê peyva “berxik” bi vê alfabêyê çawa binivîsandana? Min nikaribû tîpa “y” û “ğ (yumuşak “y”) ji hev derxim. Ma ne baştir bû ku peyva “öğretmen” weka “öyretmen” bihata nivîsandin? Hûn zanin kesên amedî peyva “yiğit” weke “yigit” bi lêv dikin. Dîsa jî min di dilê xwe da digot, “min çi jê ye, jixwe alfabe ne ya me ye. Bila tirk `duşunmîş` bikin.”

    Di dema ku min dibistana seretayî “dixwend” da, bavê min ez bi darê zorê dam ber waneya fêrbûna Quranê. Ev cara pêşî bû ku min alfabeya erebî didît. Ya star! Ev çi alfabeyeka çelexwarî û bê ser û ber bû! Min ji vê alfabeyê jî qet hez nekir. Silo Delalê Seyid î rihdirêj û baranpif gelek hewl da ku min fêrî alfabeyê bike. Lê bêhûde û nafîle bû! Vêca bavê min piştî vê xeyalşikestinê ez dam ber destê melayekî bawerhişk û felaqhez. Welleh çend dar li bin pîyê min xistin nayê bîra min. Piştî çend waneyên bi êş û elem, ez şîyam fêrî tîpa “elîf” bibim! Lê DÎSA bêhûde û nafîle bû! Piştra bavê min ê xeyalşikestî ji pêsêra min hat xwarê û ev mijar ji bîr kir.

    Sala 1970an li Îzmîrê ez bûm şagirtê zanîngehê û li wê derê rastî rojnameyeka kurdî bi navê “WELAT” hatim û min jê gelek hez kir. Heme bêjin min hemî hejmarên wê kirrîn û bikêfxweşî xwendin. Mala xwedê ava, êdî alfabeyeka me û kovareka me hebû! Piştra kovar û pirtûkinên din ên kurdî derhatin. Ez bûbûm çillekê xwendina kurdî û her çi dihate ber destê min min dixwend. Ew kovar û pirtûk li darî min “tibarek û pîroz” bûn.

    Piştî çend salan, min tê derxist ku di vê alfabeyê da jî hin “bug=kêzik, bi îngilîzî çewtî û kêmasî” hene Min dixwest ji bo ez peyvên “ker=donkey” û “ker=def” ji hev derxim van peyvan weka “ker” û “kerr” binivîsim. Ji alîyê din ve, min ji xwe dipirsî ka ev nivîs ji bo çi bi kumikan mişt e. Nivîs, te digo qey bi alfabeya bizmarî ya sumerî hatîye nivîsandin! Xuya ye ku Celadetê me pêşbînî nekirîye ku ew ê rojekê komputur taktîloya bi pişkoka kumik biavêje çopê û nivîsandinê hêsa, asayî û li gora dilan bike.

    Helbet kurdî zimanekî denganî (fonetîk) ye û nabe ku bi alfabeya îngilizî bê nivîsandin. Heke bê nivîsandin dê wiha be:
    “Zimanên sereke yên îro di nivîsvanîyê da bi saya…”
    “Zimanæn sereke yæn eero di niveesvaneeyæ da bi saya …”

    Nabe, ne wisa?

    Berî çend salan gava di tora medyayî da digerîyam, bi rashatinî alfebeyeka bi navê “Yekgirtû” yan KUAL (Kurdish Unified Alphabet) hat ber mişkê min. Ev alfabe pirr bala min kişand û ez kelecanî kirim. Demekê min bi kar anî û ji gelek nasan ra saloxa wê û pesnê wê da. Danerê wê rêzdar Dr. Dîlan M.Rostem e, yekî jîr, zana û jêhatî ye. Me çendîn caran li ser alfabeya wî gotubêj kirine. Di alfabeyê da tenê sê eksent hene: (é, ú, í) û xuyanga nivîsa bi wê xweş û rehet e. Alfabeyeka dikeve nava taximê tîpan ê herî berfireh ê ewropayê, ango ISO-8859-1.

    Jixwe, di paşerojê da bi saya Hişê Çêkirî (Artificial Intelegence, AI) alfabe jî dê bibe kesane, ango her kes kîjan alfabeyê bixwaze dê bi wê alfabeyê nivîsê bixwîne. Lê helbet ji bo standardîya perwerdeya fermî divê meriv alfabeyeka tenê hilbijêre. Rézdarno, jhi kerema xwe werin em alfabeya YEKGIRTÛ yan KUAL bi alfabeya Celadet biguherínin. Ev alfabeya YEKGIRTÍ ya bashtirín e jhi bo me.

    Bi silav û rêzên min ên germtirîn.

    Mazda Pola

  2. https://kurdishacademy.org/?p=111
    https://kurdishacademy.org/converters/
    https://chromewebstore.google.com/detail/kurdish-alphabet-converte/lahppabfpdghmmbogeohopnallnkfnjb?hl=TR
    KÜRT BİRLEŞİK ALFABESİ
    (KURDISH UNIFIED ALPHABET)
    Dr. Dílan M. Rostem
    -ULUSAL BAĞLANTILARIN ANAHTARI
    Dijital küreselleşme çağında, sanal bağlantılar günlük yaşamın merkezinde yer alırken, dil ve iletişim araçlarıyla ilgili teknik zorluklar da giderek daha önemli hale geliyor. İnternet, Batı’da günlük hayatın vazgeçilmez bir parçası haline gelmiş durumda ve Kürt göçmenler de bu akıma uyarak, kültürel kimliklerini korumanın ve bağlantıda kalmanın önemli bir aracı olarak interneti hızla benimsediler. Bu süreçte, Kürtler, kendi dillerini koruma ve kullanma mücadelesinde siber iletişimin etkin kullanıcıları haline geldiler.
    Yüzyıllar boyunca Kürt dili olağanüstü bir direniş sergiledi. Dünya çapında yaklaşık 40 milyon kişi tarafından konuşulan Kürtçe, coğrafi ve politik engellere rağmen yaşamaya devam ediyor. Kürdistan, Orta Doğu’da bir düzineden fazla ülkeye yayılan bir bölgeyi kapsarken, Kürt halkı, uluslararası sınırlar arasında iletişim kurma zorluğuyla karşı karşıya kaldı. Ancak 1970’lerin sonlarından itibaren, Kürtler bu sınırları aşmaya başladı. Bugün, dijital iletişim çağıyla birlikte Kürtler, dillerinin tarihindeki yeni bir döneme adım atıyor; bu, ulusal birliği güçlendirme ve dili koruma potansiyeline sahip bir dönem.
    Kürtçenin geleceği, hızla gelişen dijital dünyada adapte olma yeteneğine bağlı. Batı’da büyüyen genç Kürtler, dilin modern teknolojiyle uyumlu hale gelmesini zorunlu kılıyor. Bu, Kürtçenin sadece korunması değil, aynı zamanda günümüzün iletişim ihtiyaçlarına cevap verebilmesi için modernleştirilmesi anlamına geliyor. Eğer bu dijital dönüşüm başarıyla gerçekleştirilirse, Kürt toplumuna ait belgelerin dünya genelinde erişilebilir olduğu bir Ulusal Elektronik Belge Arşivi oluşturulabilir. Bu tür bir kaynak, kültürel bir hazine olarak hizmet etmekle kalmayıp, farklı Kürt lehçeleri ve nesilleri arasındaki bağı da güçlendirecektir.
    -YAZI SİSTEMLERİNDE BİRLİK İHTİYACI
    Kürt dili şu anda coğrafi bölgelere göre dört farklı yazı sistemiyle yazılmaktadır: Kuzey Kürtleri Latin-Türk alfabesinin değiştirilmiş bir versiyonunu, Orta Kürtler Arap alfabesinin değiştirilmiş bir versiyonunu, eski Sovyetler Birliği’ndeki Kürtler Kiril alfabesini ve Güneydoğu Kürdistan’daki Kürtler ise Fars alfabesini kullanıyor. Bu parçalanmışlık, önemli zorluklar yaratıyor. Bir bölgede yayımlanan bir kitap, başka bir bölgede neredeyse okunamaz hale geliyor. Bu da yalnızca iletişimi zorlaştırmakla kalmıyor, aynı zamanda
    dijital çağda birleşik bir Kürt kimliğinin oluşmasını engelliyor.
    Bu sorunu fark eden Kürt Dil Akademisi (KAL), Kürt Birleşik Alfabesi (KUAL) veya Yekxisto adlı standart bir alfabe geliştirme çabalarına öncülük etti. Bu standart alfabe, uluslararası IT çerçeveleriyle uyumlu olan ISO-8859-1 standartlarına dayanıyor. KAL, bu sistemle mevcut bölünmüş yazı sistemlerinin yol açtığı iletişim engellerini ortadan kaldırmayı ve Kürt kullanıcılarına internet ve dijital platformlarda evrensel olarak kullanılabilecek bir yazı sistemi sağlamayı amaçlıyor.
    -KÜRT BİRLEŞİK ALFABESİ: YAPI VE TASARIM
    Kürt Birleşik Alfabesi’nin geliştirilmesi üç temel ilkeye dayanıyor. Birincisi, her ses için bir harf atanmış olup, sadece “jh,” “ll,” “rr” ve “sh” gibi birkaç istisna digraf kullanılmıştır. İkincisi, alfabede dijital iletişimi karmaşıklaştırabilecek diakritik işaretlerden kaçınılmış, böylece alfabe internet protokolleri ve yaygın işletim sistemleriyle tam uyumlu hale getirilmiştir. Tüm karakterler, Kürtçenin küresel standartlarla uyumlu olmasını sağlamak için ISO-8859-1 “Latin 1” sisteminden özenle seçilmiştir. Üçüncüsü, Kürt dilinde bulunmayan sesleri temsil eden harfler, örneğin Arap harfleri “ayin (ع),” “ḥā (ح)” ve “ġayn (غ)” bu yeni sistemden çıkarılmıştır. Yerel lehçe uyarlamaları ise esnekliği sağlamak adına kabul edilmektedir.
    Ortaya çıkan alfabe, 9 ünlü ve 25 ünsüzden oluşan 34 karakter içerir ve 4 digraf (jh, ll, rr, sh) ile 4 diakritikli karakter (é, í, ú, ù) içermektedir. Bu yapı, Kürt dilinin zengin fonetik yapısını karşılamak için gerekli esnekliği sağlarken, yaygın kullanım için yeterince basittir.
    -DİJİTAL BİR KÜRT GELECEĞİNİ GÜÇLENDİRMEK
    Kürt Birleşik Alfabesi’nin temel hedeflerinden biri, kullanıcıların dijital ortamda kolayca iletişim kurabilmelerini sağlamaktır. Bu sayede metinler internette yayımlanabilir, e-posta yoluyla iletişim kurulabilir ve sözlükler, yazım denetleyiciler ve klavye düzenleri gibi araçlar geliştirilebilir. Birleşik alfabe, küresel bir standart üzerine kurulduğu için, Kürtçe metin herhangi bir tarayıcıda doğru şekilde görüntülenebilir ve çeşitli platformlarda sorunsuz kullanılabilir.
    Birleşik yazı sisteminin etkisi sadece kolaylıkla sınırlı değildir; Kürtlerin dil ve birbirleriyle nasıl etkileşime geçtiklerini tamamen dönüştürebilecek bir potansiyele sahiptir. KUAL, farklı bölgelerdeki Kürtlerin kendi lehçelerinde yazmalarına olanak tanır ve bu ortak yazı sistemi sayesinde Kürtler, farklı lehçelere karşı daha fazla ilgi duyabilir. Zamanla, bu birleşik alfabe, Kürt halkının kültürel ve ulusal kimliğini güçlendirmede önemli bir rol oynayabilir, dilsel bölünmeleri aşarak ortak bir miras duygusunu teşvik edebilir.
    Birleşik bir alfabenin benimsenmesiyle Kürtler, dillerinin sadece hayatta kalmasını değil, aynı zamanda dijital çağın gereksinimlerine uyum sağlayarak gelişmesini sağlayabilir. Bu sayede, Kürt toplumu dili gelecek nesillere aktarmaya daha hazır hale gelirken, dünya genelindeki Kürtler arasında daha güçlü bir birlik ve ortak kimlik duygusu yaratılacaktır.
    ***
    BI KURTÍ ALFABEYA KURDÍ YA YEKGIRTÍ (AKY);
    -Di AKYyé da her deng bi típeka tené té nimandin.
    -AKY li ser hímé Standarda ISO 8859-1 ya Navnetewí hatíye danín, ku hemú zimanén ewropí di xwe da dihewíne.
    -AKY, tené réziknameyên zimannasí yén taybetmendiyén zimané kurdí bi kar aníye. Jhi alfabeyén din nehatíye girtin, alfabeyeka kurdewer e.
    -Kumikén tújh, ku dímena nivísé nexwesh dikin ú bala xwendevanan xera dikin, nín in. Tené sé ekyut hene ku ev in: (é-ú-í), ku bi destan nivísandina wan bi lez ú hésan e. Li gorí pisporan di alfabeyéké da díyakratík ciqas kémbin, ewqas bash e.
    -Hejhmara bikaranína típén “p, ç, k, t”yén hishk kém e ú ne hewje ye em wan destníshan bikin. Li gor pisporan hejhmara típan ciqas kém be, ewqas bash e.
    -AKY, li hemú díyalekt ú zaravayén kurdí té ú peyvén biyaní bi kurdí ra bi hésaní li hev tíne.
    -Google Translator AKY nas dike, lé nihoke enjamé bi alfabeya Bedirxaní dide. Xebata Bing Translator li ser vé alfabeyé heta niha dest pé nekiríye. Béguman, bi demé ra her du wergérén navborí dé alfabeyé nas bikin ú li pergalén xwe zéde bikin
    -Alfabeya YEKGIRTÍ alfabeyeka jhi bo 4 parceyan e.
    -Celadet bi xwe jhí di bíranínén xwe da caksazíya alfabeya xwe jhi nifshén pasharojhé ra hishtíye. Guhastina alfabeya Celadet jhi bo alfabeya YEKGIRTÍ pirr hésa ye. Jhixwe her du alfabe hevnasé hev in.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *