
Di bîranînê de rêveber, endam û dostên PWKê cih girtin.
Serokê PWKê ya Batmanê Aziz Özdemir bixêr hatin da mevanan û jibo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Şehîdên Dersîmê rêz hate girtin û sirûda netewî(Ey Reqîb) hat xwendin.
Daxuyanîya PWKê ji alî Serokê Şaxa Batmanê ya PWKê Aziz Özdemirî xwend. Daxuyanî de:” 87 sal berê, roja 4ê gulanê biryara êrîşa leşkerî ya qirkirina miletekî ku ji alîyê M. K. Ataturk û Fewzî Çakmak ve hatibû pejirandin, hate dayin. Li ser ‘Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl ya Dêrsimê’ ku di 4ê Gulana 1937ê de hatibû stendin, di 12ê gulana 1937ê de hêzên leşkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyeyê Dêrsim îşgal kir û kevir li ser kevir nehiştin.
Di vê biryarnameyê de tê gotin ku ‘wê gelê herêmê bê komkirin û neqlî deverek din bê kirin. Ev operasyona komkirinê wê bigre ser gundan, hem çek û sîlehan kom bike û hem jî kesên hatine komkirin sirgûnê deverên din bike`.

Bêgûman, ev biryarname ji ber bawerî û nasmeya wî, biryar û emrê jiholorakirina miletekî bû. Dewleta Tirkîyeyê bi navê hildana ji bo leşkerîyê beşekî mezin ji xelkê herêmê kir leşker; kesên ku dikarîbûn rêberîya gel bikin û di nav xelkê de xwedî rûmet bûn jî kom kir û ji bo pêwendîyên wan bi hevdû nemînin, ew surgûnî bajarên cûda yên Tirkîyeyê kir û ew zorgeyî `îqameta mecbûrî` kir. Piştî wê jî operasyona qirkirinê dest pê kir û bê ku ferqeke di nav wan xîne, gelê Dêrsimê qir kir.”
Di berdewamîya daxuyanîyê de ” Di 87emîn salvegera destpêka Jenosîda Dêrsimê de, em Jenosîda Dêrsimê û hemû qirkirin û jenosîdên li hemberî gelê Kurdistanê pêk hatine protesto dikin û rûreş dikin. Em hemû şehîd û pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Xebat û têkoşîna wan dê riya xebat û têkoşîna miletê Kurd ya ji bo serxwebûn, azadî û demokrasîyê rohnî bike. “
Dawîya daxuyanîyê de Aziz Özdemirî Jenosîda Dersîmê bi hurgulî semînerek da.
Bîranîn bi belgefilmek (Kara Vagon) bi hestîyarî bi dawî bu. 04.05.2024
Şaxa Batmanê Ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)