PWK, îro li Qoserê çalakîya 50 salîya, salvegera şehîdbûna Leyla QASIM û hevalên wê bibîranî!

Partîya Welatparêzên Kurdistan (PWK), îro (12.05.2024) li navçeya Mêrdîn Qoserê, bi beşdarîya şaxên PWK yên Nisêbîn û Dêrikê, 50 salîya, salvegera şehîdbûna Leyla QASIM û hevalên wê bibîranî!

Endamên PWK, li navçeya Qoserê, belavokên bi Ala Rengîn û wêneyê Leyla Qasim li gelê Qoserê belav kirin. Di derbarê çalakî û şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê agedarîyên berfireh dan gelê Qoserê.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *