Politika Suriye jibo zimanê kurdî:

Siddik BOZARSLAN

Di navbera salên 1920- 1946an da herêma Suriye di bin Manda Fransayê da bû.  Kurdên wê herêmê, di 23yê hezîrana 1928an da bi daxwaznameyek serî li Meclisa Damezrandina Suriye xistine û hin daxwazên xwe weha pêşnîyaz kirine:

  1. Zimanê kurdî, divê li herêmên ku kurd lê dijîn, digel zimanên dî yên resmî were bikaranîn. 2. Divê li wê herêmê bi kurdî perwerde bê kirin. 3. Wezîfedarên hukumetê, divê bi yên kurd ra werin guhartin. Yanî li herêmên kurdî divê memurên hukumetê kurd bin. Bi kurtayî, kurdên wê herêmê jibo xwe bi awayek otonomî xwestine.

Wek em dibînin, kurdan, di çarçoveyek da xweserîyê jibo herêma xwe (otonomi) ji hukumeta Suriyê xwestine. Berpirsên Mandayê, tereftarê xweserîyê jibo herêma kurdî nebûne. Semedê wê jî, cîranên Suriye, Tirkîye û Îraqê jibo pêkanîna politika ”otonomiya kurdî” qebûl nekirine û acizîya xwe nîşan dane. Li gora yek ji wan berpirsîyarên Mandayê Rondot, li herêmê zimanê kurdî serbest bûye, lê ne bi awayeke resmî. Dîsa li gora Rondot, perwerdeya bi kurdî jibo mekteban, ne mikun bûye, ji ber ku materyalên dersan tunebûne û daxwaza gel tunabûye.  

Lê ev tespît, di eslê xwe da ne tespîteke rast e. Li gora Dr. Nureddin Zaza, semedê redkirina daxwaza kurdan jibo perwerdeyê, ji ber fikrên politik ên Manda Fransayê bûye. Wek mîsal, nivîskarekî kurd yê  xort Mistefa Botî, jibo perwerdekirinê, destûr ji Mandayê xwestîye ku mektebek veke, lê wan destûr nedane. Di esasê xwe da politika dewleta Fransayê jibo dewletên herêmê yên Rojhilata Navîn, parastina wan dewletên ku nû hatine damezrandin bûye ku ew jî Suriye, Îraq û Tirkîyê bûne. Bi awayeka rasterast politika Fransayê, piştgirî jibo dewletên herêmê bûye û ev jî bi xwe ra dijayetîyê li hemberî civata kurdî raxistîye meydanê ku kurd ne dewlet bûne. 

Lê wek em pê dizanin derketina kovarên wek Hawar, Roja Nû û Ronahî; tenê di çarçoveya zimên û kultûrê da destûra Fransayê hebûye ku ew kovar werin weşandin. Mîsal, di 1937an da dema kurdên herêmê piştgirîya neteweevînên erebî jibo serxwebûna Suriyê kirine; weşana Kovara Hawarê hatîye rawestandin û jibo careke dî ew weşana xwe bidomîne, 4 (çar) sal li benda destûrê mane ku ew rastê Şerê Cîhanî yê Diduyan tê ku wê demê ingiliz jî hatine herêmê. Radyoya kurdî bi navê ”Radyo- Levant, di 1941ê da dest bi xebata xwe kirîye û ev heta 1ê nîsana 1946an dom kirîye.

Rêvebirîya Manda Fransayê heta 1946an dom kirîye û Surîye bûye dewleteka serbixwe. Di 1958an da yekîtîyek di navbera Misir û Surîyê da çêdibe û ev bi navê Komara Yekbûyîya Erebî, jîyana xwe heta 1961ê didomîne. Bi hilweşandina yekîtîya Surîye û Misirê ve teda û zulma li ser kurdan li Surîyê zêdetir dibe. Ev politika tê qonaxek ku di dawîya 1962an da dema jimartina nufûsê çêdibe, 120.000 kurdên ku hevwelatîyê Surîyê bûne, wek tune tên hesibandin û bi vî awayî mafên hevwelatîyê ji wan tê sitandin. Paşê Kemera Erebî ku xwestîye herêmên kurdan bikin ereb, dest pêdike û di 1963´yan da dema Partiya Baasê tê ser hukum; ew jî politika Erebîkirina Cezîrê li ser navê slogana ”Parastina Erebîkirina Cezîrê” wî karî didomîne.

Şefê Polisê Siyasi yê Herêma Hasekîyê Hilal, jibo Erebîkirina Cezîrê raporeke dizî amade dike. LI gora wê rapora dizî, Erebîkirina Cezîrê di bin 12 xalan da hatîye civandin ku naveroka wan maddeyan weha bûye:

1.Divê kurd ber bi hundûr ve werin rêkirin û belavkirin. 2. Divê kurd, ji perwerdekirinê mehrum werin girtin ku ew cahîl (nezan) bimînin. 3. Jibo ku kurd mecbûr bibin cîyê xwe biterkînin, divê ew bêkar bimînin da ku têkevin nav xetera birçîbûnê. 4. Ew kurdên ku di 1920an da ji bakur revîyabûn binxetê (başurêrojava), divê ew paşve jibo Turkiyê werin rêkirin. 5. Divê politika ”perçe bike û birêve bibe” (li ser hukum bike) têkeve jîyanê ku kurdên ku dibêjin ”ew ji kokê ve ereb in”, li hemberî kurdan werin bikaranîn. 6. Avakirina Kemera Erebî ku di 1962´an da dest pêkiribû, divê têkeve jîyanê. 7. Jibo pêkanîna ”Erebîkirina Herêmên Kurdî”, erebên nejadperest û zana cîwar bikin ku ew bibin çavdêrên kurdan heta ku ji cîyên xwe koçber bibin, jibo wê, politika ”kolonizasyon”ê têxin jîyanê. 8. Îlankirina herêmeke eskerî jibo ku hêzên eskerî çavdêrîyê bikin da ku kurd koçber bibin û ereb werin cîyên wan. 9. Politika ”sosyalizasyon”ê bi cî bikin jibo erebên hatine cîyê kurdan, wan perwerde bikin û bi çek bikin. 10. Hemî kesên ku erebî nizanin, divê ew ji mafên hevwelatîyê fêdeyê nebînin. 11. Oldarên kurd wek mela, divê ji otoriteyên wan ên oldarîyê werin dûrxistin û di şûna wan da oldarên ereb werin cîwarkirin. Ulemayên kurd dikarin jibo herêmên hundûr werin koçberkirin; ji ber ku civînên oldarên kurd, ne jibo dîn in, lê jibo kurdperwerîyê cewherek nîşan didin. 12. Di nav ereban da divê kampanyayek li dijî kurdan pêk were.

Jibo pêkanîna wê politika erebîkirina cîyên kurdî; li seranserê sînorê tirk, ”Kemera Erebî” hat çêkirin ku kurahîya wê 10- 15 km. bû û li wan deran di Çewlikên Model  (”çiftlikên model”) da bi hezaran ereb hatin cîwarkirin û kurd jê hatin dûrxistin. Ev bû semedê ku bi hindikayî 60.000 (li gora hin hesaban 120.000 kes) kurd hatin koçberkirin ku cîyê lê kurd tunebûn an şandin Lubnanê. (E. Hasanpur, eynî eser) 

Balkêş e ku politika erebîkirina herêmên kurdî, di nav lihevhatina Partiyên Baas´î yên Şam û Baxdayê da pêk hatibûn. Dema navbera Şam û Baxdayê xirab bû; politika erebîkirina kurdan bo ereban, hat rawestandin. Yek semedê xirabkirina pêwendîyên Baxda û Şamê ew bû ku Baxdayê dixwestin bi rîya aştîyê bi kurdan ra lihevhatinek çêkin; lê rejima Şamê tereftarê wê nebû û nedixwest ku kurd û Baxda lihev werin. Loma rejima Şamê di 1963yan da bi hezaran eskerên xwe (di nav wan da yên filistinî jî hebûn) şand Baxdayê jibo alîkarîyê ku li dijî Kurdên Otonomixwaz şer bikin. Lê balkêş bû ku piştî demek ku dostanî û hevkarîya Baxda û Şamê xirab bû, Serekê Suryê Hafiz Esad, bi awayeke resmî politika xwe ya erebîkirina herêmên kurdî, terikand û ”her tiştî di halê wê da” hişt; lê digel wê jî destûr da ku erebên hatibûn cîyên kurdan, jîyana xwe li wan deran bidomînin.

Lê di alîyek da jî rejima Şamê, ji salên 1970yî vir da dixwest ku Baasîyên Baxdayê ji ser hukum dûr bikevin û jibo wê jî piştgirîya muxalefeta Îraqîyan dikir ku di nav wê muxalefetê da hêzên kurdî jî hebûn. Faktorekî dî jî ku Şamê piştgirîya kurdan dikir; faktora Turkîyê bû ku navbera Ankara û Şamê nebaş bûn. Yanî bi kurtayî rejima Şamê jî her tim pragmatik difikirî û li gora Makyavelizmê menfeetên xwe dixistin jîyanê. Dema pêwist bû, politika qirkirinê li ser zimanê kurdî pêk dianîn û dema pêwist bû ne bi resmî be jî hebûna kurd qebûl dikir û pîrozkirina Newrozê li Şamê jî jibo çêbe destûr dihat dayîn.

Lê digel van hemî rastîyan, wek di 1986an da hat dîtin; heta 1985an jî Newroz ji alîyê kurdan ve her sal dihat pîrozkirin û rejimê jî destûra pîrozkirinê dida. Lê jibo pîrozkirina Newrora 1986an rejimê destûr neda û bûyerên kuştinê çêbûn. Eskerên rejimê hem li Şamê û hem li herêmên kurdî kitleyên kurd gulebaran kirin ku Newrozê pîroz dikirin û di encamên wan bûyeran da 10 kurd hatin kuştin û bi sedan jî birîndar bûn. Li gora haydarîyên wê demê, van bûyeran encamên lihevhatina Ankarayê û Şamê bûn ku xwîna kurdan dîsa hatibûn rijandin.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *