PKKê bersiva Ocalan da û agirbest ragehand

Komîteya Rêveber a PKK’ê ragihand, ji bo Banga Abdullah Ocalan re, ew ji îro pê ve agirbestê radigihînin. Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 27ê Sibatê bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re bangek li PKKê kiribû û jê daxwaz kiribû çekê xwe deyne û xwe hilweşîne.

Komîteya Rêveber a PKK’ê îro 1ê Adarê derbarê banga Ocalan de daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Li gel Banga berbehs diyar e ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêvajoyeke dîrokî dest pê kiriye… divê her kes li erk û berpirsiyariyên xwe xwedî derkeve û wan bicih bîne.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Bêguman kirina bangeke bi vî rengî gelekî girîng bû; a niha pêkanîna naveroka wê ya bi awayekî serkeftî jî gelekî girîng e. Em weke PKK’ê bi awayekî rasterast tevlî naveroka Banga berbehs dibin û diyar dikin ku em ê li gorî pêwîstiyên Bangê tev bigerin û wan bi cih bînin.”

Lê PKK dibêje, “ Lê belê ji bo serkeftinê jî divê şert û mercên siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî jî werin dabînkirin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê ragihand, ji bo ku banga Abdulla Ocalan a Aşitî û Civaka Demokratîk pêk were, ew ji îro pê ve agirbestê radigihînin û got: “Bi qasî ku li hemberî me êrîş çênebin, dê ti hêzên me çalakiyên çekdarî li dar nexin.”

Li ser mijara hilweşandina PKKê jî, di daxuyaniyê de hat got, PKK amade ye li ser daxwaza Ocalan kongreya partiyê lidar bixe, lê belê ji bo pêkhatina vê divê şert û mercên guncav werin dabînkirin û ji bo serkeftina kongreyê jî divê Ocalan bi xwe ji kongreyê re pêşengtiyê bike û bi rê ve bibe. Ocalan dikare rêveberiya Serdema Aşitî û Civaka Demokratîk bike. (BN)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *