PKK ne ji bona kurdan, bona rola xwe ya darbeyê bi CHPê re tîfaq dike

Îbrahîm GUÇLU

Li Tirkiyeyê di 31ê Adara 2024an de hilbijartinên Herêmî  dê bên lidarxistin. Dema hilbijartinê nêzik dibe.  Lê beriya hilbijartinên herêmî qewimandinên gelek balkêş tên rojevê. Ev qewimandinan di telewîzyonan de û di radyo û rojnameyan de her roj tên şirove kirin. Di nav van qewimandinan de qewimandina gelek balkêş qewimandina Tîfaqa PKK/DEM û CHPê ye.

Ji bona ku ev tîfaqa me kurdan raste rast eleqeder dike, divê em kurd li ser vê qewimandinê gelek cidî û bi berpirsiyarî rawestin. Ev lîstikek li ser kurdan e û PKK/DEM jî encama siyaseta dewleta kolonyalîst ya 50 salî kurdan bi kar tîne.

Loma di vê Tîfaqê de armanca CHPê çi ye û armanca PKK/DEMê çiye divê baş bê zanîn. Dîsa li ser vê qewimandinê ji aliyê berjewendiya gelê Kurd û demokrasiyê jî divê bê rawestandin. Lewra gelê Tirk û Kurd bi gelek demagojiyan re rû be rû ne.

PKKê di hilbijartina serokkomarî û giştî de jî bi CHPê (Tîfaqa Milet) re tîfaq ji bona berjewendiya kurdan ne, ji bona daxwaza CHPê zora Serokkomar bibin û AK Partiyê nekin hikûmet tîfaq kirin. Di encamê de bi wateya teknîkî jî zirar dît, dengê wê ji 3-4 û nêzikî 2 milyonan kêm bû.

Lewra Kurdên deng didan PKK/DEMê ew tîfaqa li zirara kurdan didîtin.

PKKê di hilbijartina serokkomarî û giştî de jî, ji bona ku CHPê bi serkeftî be, ji CHPê re piştgirî kir. Selahaddîn Demîrtaş got ku “em R.T. Erdogan nakin serok” û AK Partiyê nakin hikûmet. Bi rola PKKê, AK Partiyê bi serê xwe nebû hikûmet. Lê piştî ku koalîsyon çênebû, dîsa hilbijartina pêşwext çêbû û gel lîstika PKKê û û CHPê nas kir, deng da  AK Partiyê û AK Partî bû hikûmet. Piştî vê yekê AK Partiyê PKKê ciza kir. Şaredarî ji destên wan girt, teslîmî qeyyûman kir.

Wê demê jî min nivîsand û di çapemeniyê de jî diyar kir ku PKK rola derbeyên leşkerî dilîze. Hêzên li hemberî CHPê yên “siwîl” û ji gelê Tirk û Kurd piştgirî digrin ji bona nebin desthilatdar rola derbayê dilîze. Lê ji bona ku di şertan de gelek guhertin pêk hatine, lewma CHP û PKKê nikare bigihîje armanca xwe.

Di hibijartina Herêmî ya di sala 2019-an de jî PKK û Partiya Nû (İyi Partiyê) ji CHPê re bûn alîkar, CHPê Li Enqereyê û li Stenbolê û li gelek bajarên din serkeftî bûn. Lê di vê hilbijartinê de Partiya Nû piştgiriya CHPê nake û bi serê xwe dikeve hilbijartina. Loma jî CHPê gelek hewcedarî PKK/DEMê ye.

Dema gengeşiyê Tîfaqa PKK/DEMê û CHPê de ji çav derbas bibin gelek bi hêsanî tespıt dibe ku li holê armanceke pîroz tune ye.

CHPê ji bona berjewendiya gelê Tirk û Kurd û ji bona demokrasî pêş bikeve û pêşketineke baş biqewime tîfaq nake. Ji bona ku şaredariya Stenbolê û Enqereyê di destê xwe de bigre û bi taybetî jî li Stenbolê Îmamoğlu bike serokê şaredariyê tîfaq dike.

CHPê dizane ku serokşaredariyên wan ne serkeftî ne. Bi riyeke xwezayî nikarin şaredarî qezenç bikin, bi PKK/DEMê re tîfaq çêdikin. Li cem vê yekê jî CHP û PKKê dixwazin ku rovanşa hilbijartina serokkomarî û giştî bigrin.

PKK/DEM jî, ji bona berjewendiya kurdan bi CHPê re tîfaq nake. Ji bona ku CHPê bide qezenç kirin û zora Serokkomar û AK Partiyê bibin, bi CHPê re tîfaq dikin.

Wek tê zanîn piraniya endamên DEMê jî, ji bona bi CHPê re tîfaq nedixwestin, bi serê bikevin hilbijartinên herêmî ku wan dixwest ku bi vî awayekî pêşiya qeyyuman jî bigrin, Şafak Demîrtaş ji bona şaredariya Stenbolê pêşve ajotin. Lê dema Baronên PKKê yên Leşkerî daxwaz kirin û emir dan, rotaya DEMê hat guhertin. Bi CHPê re tîfaq ji bona wan bû mijareke stratejîk.

Loma jî dema li gengeşiyên ji bona tîfaqê ji çav derbas bibin, ji bona kurdan û ji bona demokrasiyê tiştekî ji hevdu daxwaz nakin. Bes kî li ku bibe serokşaredarî û endamên Meclîsa Parêzgehan û Şaredariyan bi hev re gengeşî dikin.

Divê bê zanîn ku piştgiriya PKKê bi CHPê re helwesteke mûwaqqet nîne. CHPê damezranêra dewleta ku Kurd înkar kiriye, PKKê jî aparat û projeya wê dewletê ye. Loma jî çêbûna wan û laşê wan yek e.

PKK wek tê zanîn her çiqas bi taybetî li hemberî Tevgera Kurdistanê û Rêxistinên Kurdistanê  tasfiye bike; Kurdan girêdayî siyaseta Dewleta Kolonyalîst tune bike wek projeyekê ava bû jî, li hemberî hêzên mûxalîf û siwîl ji bona bi kar bê PKKê rola xwe dilîze.

CHP, rêxistineke gel nîne û li dijî gelê Tirk û Kurd e. Ew xwe wek xizmetkarê gel qebûl nakin, xwe efendiyê û karbidestên otorîter û faşîst yên gel qebûl dikin. Gel jî ji bona ev qerektera CHPê deng nade û CHPê nake desthilatdariya siyasî. CHPê jî ji bona ku bi xwe bibe desthilatdarê siyasî û an jî ji bona ku hikûmdariya wan ya dewletî bidomîne, her dem Darbeyê Leşkerî çêkirin û an jî bûn piştgirên burokratên leşkerî û sivîl.

Di şertên îro de nikare ku darbeya leşkerî çê bike, loma bi riya PKKê vî karê darbeyê tîne cî.

Divê Kurd li hemberî vê siyasetê gelek şiyar û hayîdar bin. Izin nedin ku bên bi kar anîn.

Diyarbekîe, 25. 02. 2024  

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *