PIRTÛKEK TEORÎK Û AKADEMÎK DERBARÊ ROMAN Û GOTARÊ DE

Lokman Polat

Pirtûka birêz Umran Aran a bi navê “Roman û Gotar – Mîxaîl Baxtîn û Romana Kurdî“ pirtûkek teorîk û akademîke ku tê de analîzên curbecur derbarê roman û gotarê û herweha derheqê romana kurdî de hene. Pirtûk di nav weşanên “Peymend“de derketiye. Pirtûk 144 rûpel e. Di dawiya pirtûkê de “term û çemkên girîng ên xebatê“ û “çavkanî“ heye. Ji naveroka pirtûkê diyar dibe ku pirtûkek teorîk û akademîk e.

Pirtûk ji sê beşan û du pêvekan pêk tê. Di her beşê de çend sernavên navber ku mijar û temayên wan curbecurin hatine rave kirin. Nivîskarê kurd  Umran Aran di çerçeveya dîtînên Mîxaîl Baxtînê rusî de hinek romanên kurdî nirxandiye, analîz kiriye.

Min di nivîsek xwe de gotibû; “ Zimanê kurdî zimanekî dewlemend e û pê her tişt dikare bê nivîsîn. Hosteyê edebiyata kurdî Ehmedê Xanî sê sed sal berê berhemeke nemir afirandiye û tê de ramanên felsefî jî hene. Zimanê kurdî ne tenê zimanê nivîsîna çîrokan e. Bi vî zimanî di gel çîrokan, roman, helbest, şano, felsefe, teorî, îdeolojî,  siyaset, şîrove, ceribandin, analîz, mîzah, magazîn û hwd, anku hemû cure tişt  hatiye nivîsîn û divê ji niha pêve jî bê nivîsîn.“ Binêrin nivîsa min a bi sernavê Wêje, felsefe û romanên ramanî“ di malpera Diyarname de.

Pirtûka birêz Umran Aran a teorîk û akademîk dewlemendiya zimanê kurdî radixe ber çavên xwendevanan. Mijarên ku di pirtûkê de têne analîz kirin mijarên girîng in, divê edebiyathez, kesên ku ji xwendina romanan hez dikin û dixwazin derbarê wêje û romanan de û herweha hinek romanên kurdî de agahdar bibine û bibin xwedî asoyeke berfereh divê vê pirtûka hêja miheqeq bixwînin.

Pirtûk bi kurtejiyan û berhemên Mîxaîl Baxtîn dest pê dike. Baxtîn teorisyenekî edebiyatê ye. Gelek pirtûk û gotarên wî ên derbarê wêjeyê de hene. Çend pirtûkên wî jî li tirkî hatine wergerandin û li Stenbolê hatine weşandin.

Pirtûk pêşî wek tezeke masterê hatiye amade kirin û paşê tê de hinek guhartin hatiye kirin, hinek beş lê hatiye zêde kirin. “Di çarçoveya teorîya ramanê ya Baxtîn de“ di derbarê romanê û hinek romanên kurdî de analîz û gotarên berfereh hatiye rave kirin. “Roman û Gotar“ pirtûkek giran e, xwendin û têgihîştandina wê hêsan nîn e. Binêrin ji vê hevokê xwendevan zû bi zû nikare tiştek fêm bike. “Me bi amraza vê çemkê û yên têkildarî wê karnavalesk û realîzma grotesk, di çarçoveya prensîbên karnavalê, rajêrkirin, bêhurmetiya bo tiştên dînî, berevajîkirina cîhanê û parçekirina bedenê de Aporîa analîz kir.“ Binêr rûpel 10.

Di beşa yekem a pirtûkê de mijara pirdengîyê di romana “Mîrname“ a Jan Dost de tê analîz kirin. Di vê beşê de “têkiliya nivîskar û lehengan di romana pirdeng“ de bi berferehî tê nirxandin.

Derbarê romana Jan Dost a bi navê “Mîrname“ de gelek nivîs hatine weşandin. Min bi xwe jî nivîsek nirxandinê nivîsîbû û ew nivîs di pirtûka min a bi navê “Pêncî romanên kurdî“ de hatibû weşandinê. Lêbelê di nivîsa min û tevahiya nivîsên ku hatine weşandin de di hêla mijara karnavalî, heteroglosîa, pirdengîya di ramana “Mîrname“ de nehatibû nirxandin/helsigandin. Ev cara yekeme ku ev hêla romanê di pirtûka birêz Umran Aran de tê rave kirin.

Di pirtûkê de pirdengî û serbixwetîya lehengan di Mîrnameyê de bi şêweyeke zanîstî û bi teferuat tê qal kirin. Roman bi taswîrên hunera romanê tê nirxandin. Di romana “Mîrname“ de, di hêla pirdengîyê de lavazîya ku di romanê de heye jî tê destnîşan kirin. Binêrin rûpel 36. Di gel ravekirina lavazîyê, serketin û dewlemendîya romanê jî tê rave kirin. Binêrin rûpel 39.

Beşa duyem a pirtûkê derbarê di romana Remezan Alan a bi nav, “Saturn“ de heteroglossîa yê ye. Remezan Alan vê romana xwe 18 sal berê di sala 2002an de weşandibû. Piştê vê romana wî a yekem êdî wî romanek din neweşandibû, lêbelê heta niha pênc pirtûkên wî ên derbarê wêje û folklorî de hatine weşandin. Pirtûka wî a herî dawî navî “Keşkûl“ e. Rastiya vê peyvê jî keşkûl nîn e, keşkol e.

Pirtûka “Roman û Gotar“ ji hêla danasîn, navlêkirin û termînolojîya wêjeyî ve gelek dewlemend e. Maneyên peyvan û karanîna wan bi berferehî tê qal kirin. Her weha di pirtûkê de ziman, pirzimanî, sîstema zimên, rast karanîna zimên di wêjeyê de û gelek pirs û pirsgirêkên ziman û wêjeyê bi şêweyeke zanîst, bi metodek akademîk tê rave kirin.

Di beşa duyem de heteroglossîa û rengê dîyalojîk di romana “Saturn“ de tê nirxandin. Di derbarê sê beşên naveroka romana “Saturn“ de analîz tê kirin. Umran Aran dibêje; “Em dibînin ku di Saturnê de metnên nedebî, çîrok, helbest, retorîk, şêwesazkirina parodîk a zimanê romantîk û sahneyên dramatîk jî hene.“ Binêr rûpel 64. Bi min jî “Saturn“ romaneke tevlihev bû, pir zimanî bû, tê de sê vebêj hebû. Sê çîrokên naveroka wan ji hevûdu cuda bi hevûdu ve hatibû pîne kirin û lewre jî li gor min romaneke serketî nebû. Zimanê wê jî zimanê romanê nebû, zimanê çîrok û çîrçîrokê bû, ango teqlîda şêwaza çîrçîrokên gelêrî bû.

Beşa sêyem a pirtûkê derbarê têgeha karnavalê û “Aporîa“ H. Kovan Baqî de ye. H. K.Baqî romannivîserekî post-modern e. Gelek romanên wî hene. Navên hinek romanên wî ne kurdî ne lêbelê roman bi kurdî ne. Wek mînak; navê romaneke wî “Heteroglossîa“ ye. Navê romanek wî a din jî “Aporîa“ ye. Di beşa sêyem de mijara karnavalê û romana H.K.Baqî a bi navê “Aporîa“ tê analîz kirin.

Di vê beşê de karnaval, mîzaha gel, karnavalbuna edebîyatê, realîzma groteks, karnaval di “Aporî“ de, parçekirin û lîstîk di aporîayê de tê şîrove kirin, bi şêweyeke zanîst tê analîz kirin. Min romana H.K.Baqî “Aporîa“ xwendiye, lêbelê min ew neeciband. Zimanê wê, sazkirina wê, naveroka wê, tevlîhevbûna tê de tehm û lezeta xwendina romanek neda min.

Di pirtûka birêz Umran Aran “Roman û Gotar“ de piştî beşa sêyem “Nirxandineke dawîn“ heye û du wê re du pêvek hene. Di pêvekan de dîtin û ramanên Baxtîn bi zanîstî tê rave kirin. Roman di çerçoveya Baxtîn de tê nirxandin. Hevpeyvîneke ku kovara “Noviy Mîrê“ bi Baxtîn re kiriye jî di pêveka duyem de heye.

Pirtûka birêz Umran Aran “Roman û Gotar“ hêjayê xwendinê ye. Min wê bi dilxweşî xwend û di hêla zanîna wêjeyî de, di derbarê cure romanan de ez gelek tişt fêr bum. Xwendevanên kurd, hûn jî pirtûkê bikirin û bixwînin, hûnê jî dê gelek tişt jê fêr bibin. Bi hêvîya ku birêz Umran Aran lêkolînên xwe bidomîne û pîrtûkên weha teorîk, akademîk binivîse û pêşkêşê xwendevanên kurd bike.

Belê xwendevanên Ezîz; Ez wek xwendevanekî kurd ji pirtûka birêz Umran Aran gelek tişt fêr bum. Zanîna min a derbarê edebiyat/wêjeyê, romanê pêşve çu, asoyên min fereh bû. Birêz U. Aran di pêşgotinê de dibêje; “Di çarçoveya teoriya romanê ya Baxtîn de yek ji çemkên din ên girîng kronotop e….heger mimkun be, me nêt heye wê di xebateke din de pêşkêş bikin.“

Ez û xwendevanên kurd em ê li benda birêz Umran Aran bin ku ew di xebatek xwe a din de mijara “Kronotopê“ analîz bike, binirxîne û pêşkêşê xwendevanên kurd bike. Ji bo xebata wî jê re serketin daxwaz dikim.

Leave a Reply

Your email address will not be published.