Pîroziya roja çarşemê di „qewlê mehan“ de hatiye danîn û çarşema serê nîsanê ne destpêka serê sala Êzdiyatiyê ye

Gelek ji we birêzan dizanin ku, min nêrîna xwe ya li ser cejna çarşema serê nîsanê, destpêka beharê anku koka cejna Newrozê û roja betlana Êzdîtiyê ye di gelek berhem*1 û mediyan*2 de belakirine. Niha jî bi kurtasî çend agahdariyên ku, min ji ber ilmê Êzdiyatiyê  li ser pîroziya roja çarşemê û wateya îda çarşema serê nîsanê fêhmkiriye bidime naskirin.

Divê hemû Êzdî fêhmbikin ku, destpêka binyeta dinyayê û pîroziya roja çarşemê di meha kanûn ê de hatine dahnîn.

Belê li gorî ez ji ilmê Êzdîtiyê fêhmdikim,  Xwedê ji ber nûra xwe , Tawisî-Melek di rojeke çarşema 1mîn  ya hefteya meha kanûn(qedîm )ê de afirandiye. ( Ev li gorî hesabê salnama mîladî  carnan dikeve 2 mîn anjî 3 hefteya meha 12 an ya wan ) Ev mijara di  qewlên ku em Êzdî îmana xwe bi wan nasdikin de  jî weha tê gotin :

Mînak :

Di 14mîn sebeqa „qewlê mehan“ dibêje :

„Ji qewlî Fexrî zergûna,

here bi herf e û ye bi nasîn e

Roja binyata vê dinya yê danîne,

ew roj bi xwe kanûne.“-qedim .*1

 

û di 27 mîn sebeqa „Qewlê afirandina dinyayê“*1 , ya ku dibêje :

 

Xwedawendê me înê kir esas e

şemiyê biriye kiras e

Çarşemê kir xilase

Em di van sebeqan de dibînin ku ,  qewil dibêjin , destpêka binyeta dinyayê û pîroziya roja çarşemê di meha kanûn ê de hatine dahnîn.

Lewma ez jî dibêjim, êdî zelal ku Îda Êzî  û hesabê hemû rojên îd, erefat, cimayî, dawetnebî , rojî û cejinên Êzdîtiyê hêjî li gorî vê meha kanûn-qedim ê, ya ku dinya têde hatiye afirandin, digerin . 

Pêwîste hesabê salnama Êzdiyatiyê ji vê meha kanûn„qedim“-12- destpêbike.  Çi gava meha kanûna qedim-pêşî , di êvara 13 meha 1 ya salnamaeya mîladî de biqede û 14 wê destpêbike, hingê dibe serê sala Êzdiyatiyê. Jixwe pîvana sersala me Êzdiyan (Kurdan) vêga hêjî li gorî vê tevgera ku, bi raya Xwedê û Milyaketan li dor jojê tê gerandin ve, girêdaye û ev salnama me Kurdan a herî raste jî.

Dîsa divê bê zanîn ku, pîroziya çarşema sere Nîsanê ew  ku, canê min bigorî Tawisî Melek di rojeke çarşema serê nîsanê de jiyan li Lalişê berdaye ser û binê dinayê.

Em di van sebeqên „qewlê zebûnî meksûr“*1 de jî bibînin ku, canê min bigorî Tawisî Melek bi raya Xwedê û li gorî pîroziya destpêka meha kanûnê, ya ku di qewilê mehan û afirandina dinya yê de hatiye zelalkirin de , jiyan di roja çarşema serê nîsanê de li Lalişê berdaye ser û binê dinayê .

 „Qewlê zebûnî meksûr“ dibêje: 

„Piştî çil hezar sal bi jimare

Heta Laliş ji jor ne di hate xware

Erdê bi xwera negirtiye hêjare

 

Dema ku Laliş dihate

Pê şîndibû çend û nebate

Bi xwe ra zeyînandiye kinyate“ *1

Vêca Lewma ez dibêjim, çarşema serê nîsanê roja destpêka ku jiyan li ser û bin axê de destpêkiriye û ne roja serê sala Êzdîtiyê ye. Gelek nav û pîroziya çarşema serê nîsanê  di sebeqên „Beyta Çarşembûyê“ de jî  zelal dibe :

„Hat çarşembûya sore

Nîsan xemilandibû bi xorra

Ji batinda ye bi more……

 

Hat çarşembûya sor û zere

Behar xemilandibû ji kesik û sor û sipî û zere

Me pê xemilandibû seredere……

 

Hincîyê serederê bi xemilîne

Bila pisyar ket ev ji ber çîne

Eve xelatêt Tawisîmelek û sultan êzîne

Tawisî Melek ewê malê ji qeda û bela di sitirîne*1

 

Bi dîtina min di van sebeqeyan de jî xweş  zelal dibe ku , cejna çarşema serê nîsanê ,destpêka beharê anku koka cejna Newrozê û roja betlana Êzdîtiyê ye . Jixwe hîna gelek pîrozî û navên çarşemê yên wek :Çarşema serê Nîsanê, Çarşema Sor, îda dawiya demsala zivistanê û destpêka demsala biharê û hwd. di “beyta Çarşemê “ de zelaldibin. Binêrin li *1.rûp.: 146-154

Ez gelekî xemgînim ku , eva serê bi dehên salane hêjî zane, rewşenbîrên Êzdîtiyê , oldar û rihaniyên Êzdiyan  li ser wate, hesabê wext û navên  cejnên Êzdîxanê ne yek fikirin. Ez  hêvî ji ilimdar û olnasên Êzdîtiyê yên hêja dikim , ew  jî baş bizanibin ku, ev ne sûcê siyasetê ye ku, hêjî gelek Êzdî dibêjin, ev cejna çarşema serê nîsanê destpêka serê sala Êzdîtiyê ye anjî îda çaerşema sor û  îda newrozê ya ku weke destpêka demsala biharê hatiye naskirin ne ya me ye. 

Kemal Tolan , xemxwar û berhevkarê zargotin –kevneşopên Êzdîtiyê

*Çavkanî:

1 Kemal Tolan, Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê 1- 2006 istanbul

2  Feqîr Kalo Hesso , qewil û zanîna li ser wate û pîroziya çarşema serê Nîsanê

https://www.facebook.com/carpelmedya/videos/1349051002242682

 Gorî ilmê Êzdîtiyê zelalkirina pîroziya çarşema sor

https://www.facebook.com/KemTolan/videos/687167156745188

https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid073MmnugrLLYbRqtQrJdmTPcNUNFUeM3T6nyBcTdASvFZ9RH5FpNW7RP7uvMJ1zVFl

Di Êzdiyatiyê de wate û pîroziya çarşemê û cejna çarşema serê nîsanê

https://kurdistanmedia.com/ku/news/2023/01/95?fbclid=IwAR08THfnLyfODmvv251xe5tHnTvYndVmc2ceX_DVSpglj-m4lIgteSEH7fQ

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *