Siddik BOZARSLAN
B: 1313 heb (201+158+170+149+150)
Bi destê xwe bike, bi devê xwe bixwe.
Bi destê zorê, pîrê davêjin gorê.
Bi destan bide û bi lingan pey bikeve.
Bi destan dide, bi pîyan li dû digere.
Bi destên xwe mala xwe xirab kir
Bi destê nemerdan neçe, bila sêlav te bibe.
Bi dia û xwezîyan nabe.
Bi dilê keran bimîne, qevdek baxdenûs namîne.
Bi dilopê baranê bahr tijî nabe.
Bi dinê bişêwir, bi aqilê xwe jî bike.
Bi destê zorê, pîrê davêjin bîrê (yanî gorê)
Bi destekî, du gundor (petêx-kelek-qawin) nayên girtin.
Bi destekî, du gog nayên girtin.
Bi destekî du kar nayên kirin.
Bi destekî du zebeş nayên girtin-
Bi destê xelkê, dirîyan neçîne.
Bi destên vala û rûyê reş.
Bi devê te, kes şorbê venaxwe.
Bi devê xelkê, nan nayê  xwarin.
Bi dijûnên Botan; ne bi duayên Xerzan.
Bi dizî hat gon; ê eşkere bizê.
Bi dor e, ne bi zor e.
Bi dû kesî mekeve.
Bi duayan nebûme ku bi nifiran bimirim.
Bi dûranî, bi şêranî.
Bi du pera me tu şand; em nikarin te bi çel pereyî vegerînin.
Bi elba mezin nede xelkê, bi elba biçûk bide.
Bi emelê pîrê, neçe bîrê.
Bi eşqa mêwija, dil diçe guvija.
Bi ewtîna seyan, ji rê namîne karwan.
Bi findiqê bi derê cîrana xist, ewê bi gurmistê li yê te xînî.
Bi vê qûnê, tu naxwî hêkerûnê.
Bi vê qûnê, tu naçî şûnê.
Bi vê qûşê, mirov nikare biçê Mûşê.
Bi vê qûşê, tu naçî Mûşê.
Bi vî devî, bi vê qûnê, here dizîya bizinê.
Bi gaza xwe bipîve, bi meqesa xwe bibire.
Bi gemara ber dirana, mera têr naxwe.
Bi gepekê don dixwe û bi gepekê sond dixwe.
Bi goştê ber diranan, zik têr nabe.
Bi got got, mirov naçe cot.
Bi gotina bapîran bike, bi a hevalan neke.
Bi gotina melê bike, bi emelê wî neke.
Bi gotinê, baqir nabe zêr.
Bi gulekî ra sed histirî digihîjin; emrê gulê kin e, ê histirîyan dirêj e.
Bi gulekê bihar nayê.
Bi gurmistê dibeze şûjinê.
Bi gur ra dixwe, bi xwedî ra şînê dike.
Bi gur ra dixwe, bi ÅŸivan ra digere.
Bi guyê xwe ve bûye yek.
Bi heft ava biÅŸo, pak nabe.
Bi heft kewa, naçe oda mîr.
Bi heft qatê erdê da çûye xwar û hîn jî ber xwe nakevê.
Bi her kesî bişêwire, lê bi aqilê xwe bike.
Bi heskê belav dike; bi kevçîyê berhev dike.
Bi hindikî qin´et nekî, pirî nabînî.
Bi hêceta kurkê, dixwe virkê (gu-rîx).
Bi xêra lawan, dixwe helawan.
Bi qûnê ketîye çala gênim.
Bi qûnê ketîye kodika jajerûne.(xwarinek ji gîya çêdibe)
Bi xwe pir gul bû, baranê lê kir, şil bû.
Bi mara êqîn dibe, lê bi mîran û jinan bawerî nabe.
Bi mû bikevîyê, bi werîs jê dernayê.
Bi neha naçîyê û bi deha jê venabe.
Bi nexweşan ra çû ser zebeşan.
Bi niviştan naçe serî.
Bi îlmê melê (mela) bike, bi emelê wî meke.
Bi jina xwe bişêwire, lê bi ya xwe bike.
Bi qasî bejna xwe bipeyîve.
Bi qasî ku bûdeleyek ji xwe ra zane; heft baqil jê ra nizanin.
Bi qasî xwe bixwe, bi qasî xwe biaxive.
Bi qurişekî kerê dixesîne, bi duqurişan destê xwe dişo.
Bi qûna mirîşkê hêkê qazê neke.
Bi kalan qîzê bistîne, bi dilê xortan jî hespê.
Bi kerê be, kurtan li xwe nake.
Bi kerê nikanî (nikarî), dibeze kurtên.
Bi kevirê sivik, her kes xwe dimalêse.
Bi kesê bêexlaq û cahil ra dirêj xeber nede; da tu gunehkar nebî.
Bi kevçî kom kir, bi heskê bilav (belav) kir.
Bi kevirekî, xanî nayê lêkirin.
Bi kevirê mezela (n) quretî nabe.
Bi kinco, bêyî qunco; bêqerpalo, biçe malo.
Bi ku da diajom, eynî rê ye.
Bi min xurto û li min xurto.
Bi minê minê, dernakeve ji ber hukmê jinê.
Bi nanekî nandar nabî, bi darekî mêrxas nabî.
Bi nermî mirov maran ji qulê derdixîne.
Bi nezanan ra gulistan dibe zindan.
Bi nukulê xwe biçêre, bi pîyê xwe bigere.
Bi kulîlkê bihar nayê.
Bi kulma xwe berjor nabe, ji toza be çav kor nabe.
Bi parîyê xelkê, zik têr nabe.
Bi peyvê, sifir nabe zêr.
Bi pirsê mirov diçe mala Xwedê.
Bi pirsê tê bigihîjî Qersê.
Bi pirsê mirov diçe Qudûsê.
Bi pîran, meçe bîran.
Bi pîrî mirov nayê nêrî.
Bi pîrî tê ber hevîrî.
Bi pîvaz û sîrê, xweş e nanê tenûrê.
Bi roj devê xwe, bi şev derîyê xwe bigire.
Bi roj ronahîyê li ber min neke.
Bi saxbûnî, neyê pirsa min; dema mirim, neyê şîna min.
Bi ser be, serîyek pîvaz be.
Bi ser be, serîyek sîr be.
Bi sebirê mirov diçe qebrê.
Bi sêwîya neke, tê serê lawê te; bi bûka neke, tê serê qîza te.
Bi sêwîyan neke; tê serê zarûkên te.
Bi sîrê ra pîvaz nayê xwarin.
Bi sozê mêrê berê.
Bi şevê dar û devî bi guh in.
Bi şevê, şêr e; bi roj, bêkêr e.
Bi şîr be, ê li cem xwedî be.
Bi xebera xelkê ranebe, rûmenê; bi xebera xwe rabe û rûnê.
Bi xeyseta ga, xwedî zane.
Bi Xwedê, ez jî jixwe di vî çiwalî da şaş mame.
Bi xêra serîyan, dixwe kerîyan.
Bi te xweş e; bi min bîst û şeş caran xweş e.
Bi tenî, bû xenî.
Bi tifinga vala, ÅŸer nabe.
Bi tir û fisan, xanî germ nabin.
Bi werîsê bîyanîyan, xwe bernede çalê.
Bi werîsê dînan, xwe bermede binê bîran.
Bi yê berdayî nikare, diçe yê girêdayî.
Bi zana ra kevir hilgire; bi nezana ra hingiv nexwe.
Bi zanîna zanayan bikin, lê bi karîna zanayan nekin.
Bi zanayan ra here dojehê, bi nezanan ra mere bihuştê.
Bi zêran, zolêferê (lîstika li ser peran) dilîze.
Bi zikê birçî, dîlkirin (reqisîn-govend girtin) nabe.
Bi zikê birçî, nayê lîstin.
Bi zikê birçî, şîreta rijî naçe xwar.
Bi zikê birçî, tembûr nayê lêdan.
Bi zor tê sitandin, lê nayê dayîn.
Bi zorê ye, yan bi dorê ye.
Bibe çivîka newalan; nebe mirîşka nava malan.
Bibe xulamê zaneyan, mebe mîrê nezanan.
Bibe zana, nebe nezan.
Bibe malavakirî, nebe malxirabkirî.
Bibe nebe, mirov goştê kewan jî dixwe.
Bibî hevalê zanî, birûmet diçî banî.
Bibêjin lal e; lê nebêjin, tiral e.
Biçe Bitlîs, wê bilîz.
Biçe ser kanîyê, wê kanîyê ziwa bike.
Biçe ser kanîyê, wê zuwa bibe.
Biçûk bûm, ji mezinan ditirsîyam; mezin bûm, ji biçûkan ditirsim.
Biçûk, edet û marîfetan ji pêşîyên xwe hîn dibin.
Biçûk, xemla malan in.
Biçûk li cîyê xwe, mezin li cîyê xwe.
Biçûk gora mezina bike, lingê wî kevira nakeve.
Biçûk kevir bavêje çalê, mezin nikare derxîne.
Notek bo gotinên pêşîyan: Wek min di Beş I da nivîsîbû, min gotinên pêşîyan ji 42 kitêban hilbijartîye ku hemî 16.289 rûpel in. Xwendoxên bixwazin, dikarên li wê lîsteyê binêrin.


