Peymana 27ê Sibatê û Newroz û Bilindbûna Şiûra Neteweyî…

Îbrahîm GUÇLU

Neteweya Kurd, di gelek qonaxên xeter û di qetlîaman re derbas bûye.

Dewletên Kolonyalîst, ji bona Neteweya Kurd  ji holê rabe û tune bibe, sedan salan e  xebat dikin û stratejiyên neînsanî dimeşînin. Mafên neteweyî yên neteweya me xesip dikin.

Lê Dewletên kolonyalist her demê jî li hemberî siyaseta xwe ya tunekirina neteweya Kurd, tevgereke xurt qewimandine.

Loma jî Dewletên Kolonyalîst  ji bona Neteweya Kurd tune bibe xebatên xwe bes nedîtine. Hemandem de her dem xwestine ku di nav neteweya Kurd jî hêzên hevalbend yên ji wan re alîkar ava kirine.

Ji bona vê stratejiya xwe jî  pêk bînin, du rê meşandine.

1-Rêya yekemin, dewletên kolonyalist girêdayî xwe hêzên çekdar yên aşkere ava kirine.

2-Rêya duyemîn, di nav tevgera Neweyî ya Kurd de rêxistinên xwe veşartî ava kirine.

Li her çar beşên Kurdistanê gelê me û Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê bi vê plana qirêj re  rûbe rû bûye.

Dewleta Tirk ev stratejiya xwe  beriya 50 salî meşand. Bi vê stratejiye, rêxistina PKKê ava kir. PKK, li dijî rêxistin û partiyên Kurdistanê û kurdperwerên serbixwe şer meşand.

Her kurdekî û rêxistineke Kurdistanê ev helwesta PKKê xeter didît, lê nedîtin ku ev plana gelek mezin û girêdayî dewletê ye.

Lewra PKKê Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî bi awayekî radîqal û bi zorê diparast.. Rêxistinên dervayî xwe jî, ji bona ku vê stratejiyê nameşînin dijmin qebûl dikir, li hemberî wan şer kir.

Lê rola PKKê, di nav demê de pêşî li Bakurê Kurdistanê û pişt re jî li beşên din yên Kurdistanê zelal bû.

Bi taybetî jî Ocalan dema di sala 1999-an de hat Tirkiyeyê, li balafirxaneyê diyar kir ku “ez amade me ku ji dewleta xwe re bibim alîkar û û ez xarziyê Tirka me” û di stratejiya xwe de gelek aşkere guhertin çêkir, got ku “em Kemalîstên şoreşger in, armanca me Komara Demokratîk e” bi awayekî rola PKK/Ocalan diyar jî bibe, dîsa jî piraniya Kurdan ew rola PKKê ya neyênî li Kurdistanê nas bike.

Ev pêvajoya ne zelal 26 salan domand.

                                              &&&&&&

Di sala bihûrî de bi helwesta Dewlet Bahçelî pêvajoyeke nû dest pê kir. Bahçelî diyar kir ku Ocalan bê qeyid şert bê li Grûba Meclîsa DEMê diyar bike ku PKKê dev ji çek berde û xwe fesih bike/ji holê rake.

Diyar dibû ku Dewlet Bahçelî ev daxuyaniya ji ber xwe ve diyar nekiri bû. Bi Ocalan re li hev kirine.

Di encamê de jî piştî çûn hatina DEMê ba Ocalan, Peymana 27ê Sibatê bi rêya DEMê li Stenbolê hat diyar kirin. Ev pêvjoya Peymana Lozana 2emîn a di sala 1999-an dest pê kiribû, bi zelal hat diyar kirin.

Di Peymana 27ê Sibatê ya Dewletê-Bahçelî-Ocalan de sê xalên girîng hebûn.

1-Di Peymanê de dihat diyar kirin ku PKKê dev jiçek berde. Mîsyona PKkê qediyaye. Li Dinyayê jî hemû rêxistinên wek PKKê ji holê rabûne. Loma jî divê PKKê jî xwe fesih bike û xwe ji holê rake.

50 sal e ku PKKê bi çek û bi misyona xwe zirar dide Kurdan û xizmetî dewletên kolonyalist dike. Loma jî Kurd ji serî de daxwaz dikin ku PKKê dev ji çek berde û ji holê rabe.

Dewleta Tirk jî ne ji bona PKKê zirar dide Kurdan, vê yeke daxwaz dikin. PKKê ya bi çek û hebûna PKKê zirar dide dewletê jî. Lewra PKKê wek proje ketiye destê dewletên din û li hemberî Dewleta Tirk jî bi kar tînin.

2-Gor Peymanê, divê Kurd bi dewletê re bibin yek û entegre bibin.

Ev daxwaza bi her awayî Daxwaza Dewleta Tirk e. Li dijî hebûn û mafên Neteweya Kurd e.

Dewleta Tirk, Deweleta Kurdan jî nîne. Dewleta Tirk mafên neteweya Kurd xesip kiriye û neteweya Kurd bi qetlîamê re rû bi rû  kiriye.

Loma jî  Kurd, dewleta serbixwe û an jî federal daxwaz dikin.

3-Di Peymanê de diyar dibe ku Neteweya Kurd û kurdperwer nikarin   dewleta serbixwe, dewleta federal, otonomiye, xweseriyê, Külturalîzmê daxwaz bikin.

Ev daxwaza sedî sed daxwaza dewletê ye. Lê Kurdan ev siyaseta Dewleta Tirk tu caran neecibandine. Ji bona mafên xwe û ji bona statuya dewleta serbixwe û dewleta federal têkoşîna xwe meşandiye.

Newteweya Kurd jî wek her neteweyekî  bibe xwediyê dewleta xwe.

Nûha pê ve jî Neteweya Kurd û Kurdperwer dê vê têkoşîna xwe  bimeşînin.

&&&&&&

Armanca Peymanê: gelek aşkere ye ku:

1-Kurd  û kurdperwer dev ji mafên xwe berdin.

2-Dengên xwe bibirin.  Ji bona mafên xwe yên neteweyî, ji bona dewleta serbixwe û dewleta federal xebat nekin.

3-Şiûra neteweyî ya Kurd û Kurdistanî bişkînin û biqedînin Kurd hêjayiyên kolonyalist û Tirk ji bona xwe bipejirînîn.

Dewleta Tirk vê siyasete 100 sal e ku dimeşîne. Lê serkeftî nebûye. Her deme li hemberî xwe hêza Kurdan dîtiye.

Peyman beriya Newroza 2025-an hat diyar kirin.

Di  Newrozê de diyer bû ku Dewleta Tirk û Ocalan di armancên xwe de serkeftı nabin.

Lewra Kurdan di Newrozê de Ala Kurdistanê, daxwaza azadiyê û serxwebûnê zêdetir bilind kirin.

Şiûra Neteweyî ya Kurd û Kurdistanê bilindtir bû.

Ev rûdawan li hemberî Peymana Lozana 2emîn bersîveke gelek diyar û girîng bû.

Diyarbekîr, 30. 03. 2025

 

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *