PEYMAN (Dîyarbekir- 1909)

Siddik BOZARSLAN

Ev rojname li Dîyarbekrê ji alîyê dilxwazên Komela Îttihad Terakki yên nîvKurd û nîvTirk ên wê demê ve hatîye derxistin. Ji xwedî û nivîskar û naveroka wê jî ev reng bi awayeke zelal xuya dibe. Tenê jibo îbretê ku neslên nû vê rastîyê bibînin, min li vir cî da wê rojnameyê. Di eslê xwe da ev rojname, di nav çapemenîya Kurdî da nayê hesibandin.

Li ser rojnamê hatîye nivîsîn ku Peyman, her hefte rojên duşemê derdikeve; rojnameyeke fikrî ya serbixwe ya Osmanî ye. Xwedî îmtîyaz û Mudurê Mesul: Mîrîkatibîzade Şukrî ye û sernivîsar jî E. Bakî ye. Cîyê Çapê: Diyarbekir Vilayet Matbaası ye.  Li gora haydarîyên Prof. Hilmi Ziya Ülken, Ziya Gökalp nivîsarê sereke yê rojnameyê bûye û di nivîsên cuda da leqepnav (naznav) bikaranîye wek Vedat, Tevfik, Sedat, Mehmet Mehdî. Li gora Ülken, Ziya Gökalp bi navê ”Suret-î Nutuk” nivîsek bi Tirkî û Kurdî nivîsîye û ew nivîs di Peymanê jimareya 12an da çapbûye. Dîsa li gora heman çavkanîyê ev rojname li ser hev 47 hejmar derketîye.

Jibo îbretê û dersjêderxistinê ev metna nutukê ya Kurdî ez dixwazim pêşkêşî we xwendoxên hêja bikim. Ji ber dirêjîya wê li min biborin û bi sebir bixwînin. Nivîs weha ye:

”Gelî Kurmanca, gelî bira! Îro hun zanin çi roj e, îro roja ´efû ya padişah e. Îro îdrak… (gotinek nehat xwendin, Malmisanij) Roja ewha nehatîye dîtin; qedrê vê rojê bizanin. Li vê lazim e hun bizanin çira hun heps bûne, ji we ra bidim fehmkirin.

Belê, axatî bê xwarin nabe; xwarin jî bê tirsandin û bê kuştin nabe, Meşrutiyet axatî betal kir, begîtî hilanî. Ji vir pê ve mîr û kizîr yek in. Axatî tune, ´eşîrtî tune, xêr xêr ´eşîrtî heye, feqet ne wek berê ye, niha her millet ´eşîrekî ne. Em jî ´eşîra Osmanli ne, êdî Millî, Silîvî, Zirikî, Pencinarî, Reşkotî tune, tenê Osmanli heye. Em hemî Osmanli birayê hev in, hevalê hev in, Dokşûrî, Hewêrkî tune;  Xelîl Begî, Îsa Begî, Silêman Begî, Îsmaîl Begî (du eşîrên mezin li Pîran û Egil-Gêl- in) tune;  Çixsur,  Şlbît (?) tune; tenê Osmanli û Yunan heye. Eşîra me Osmanli ye. Eşîrê dina Mosqof, Îngilîz, Frenk dostê me ne. Alman, Nemse (Avusturya), Îtalya neyarê wan e. ´Eşîra me, milleta me berê qels bû, niha xurt e. Çira? Çunke padîşahê me berê qels bû, niha xurt e. Çira? Çunke padişahê me berê ´Ebdulhemîd bû. ´Ebdulhemîd bêbext bû. Xaîn bû, zalim bû. Îro padîşahê me Sultan Mehmed Reşat Xan e. Bi dîn e, bi îman e; bi bext e, bi wicdan e. Ji ´edaletê hez dike, rastî ji rastî hez dike. Em ´eşîrekî mezin in. Musulman, File heçî bi dil û can Osmanli bin, ji ´eşîra me ne. Reîsê ´eşîra me padîşahê me ye, ji xeynê wî reîs, mîr, axa tune. Heçî axatî, mezinayî dixwaze, bira rastî bike, qencî bike. Min gotibû hinek jibo axaler hatine girtin, belê were ye. Çunke axa nêçîrvan û sekman e. Neçîrvan û sekman, bê tajî nabe. Hinek tajî axa ne. Bi emrê axa mêr kuştine, dizî kirine, talan kirine, ketine hepsê. Hinek jî qurbanê axa ne. Jibo ´erdê xwe, jibo malê xwe hatine girtin (çend gotin nehatin xwendin M.). Axa naxwazin ke kesek xwedî ´erd û milk be, xwedî rez û pez be. Dibêjin ku ´erd û milk tev da ji axa ra ye. Loma mal û dewlet hemî gihîştîye wan.

Gelî pismama, gelî bira! ´Erd jibo rencberan e. Pez û rez jibo gundîyan e. Heçî mîr û axa ye, bira malê feqîra vegerîne. Ji îro pê ve hemî rencberî bikin, cot bikin, ji hev bigerin. Buxz û ´edamet mekin. Kar û ´emelê xwe bikin. Cot, şuxlê pêxembera ye. Wek berê ji ´eskerîyê merevin. ´Eskerî ferîz-î cîhad e. Kurmanc ji ´eşîretî diçin şer, dibêjin ”mirin heye, veger tune”. Ew jibo şeytan e, lakin ´eskerî jibo xwedê ye, jibo hifz û namûsa dîn û millet û weten e.  Ji îro pê ve herçî pirr mêr e, pirr xurt e, bi dilekî xweş bi keyf, bi best (?) here qişleyê şerîf. ´Esker yan xazî yan şehîd e. Her du jî fezîletê mezin in. Li cem Xwedê pirr meqbûl in. Qişle wekî camî ye. Muharebe ne cîyê tirsê ye. e. Xwedê heye xem tune ye. Vêrgu ne ”derd û bela” ye. ´Eşar û qamçûr, ne zilm û te´da ye. Hemî zikata şer´î ye, hemî jibo mesarîfa dewlet û millet e. Li her gundekî medrese mekteb lazim e. Mirovê zana xurt e, mirovê nezan qels e. Kesê xwenda ye, zana ye, xwe nake musteheqê heps û zindana.  Çiqas hepsî hene hemî cahil in, nezan in. Ji cahilî bêemrîya hukumetê dikin. Kurmancî bê nivîsandin, xezetê Kurdî bê teb´kirin, bi zimanê Kurmancî ´ilm û me´rîfet bê ´elimandin wê çaxê Kurmanc jî dewletî dibin, xurt dibin, eqil digrin, dizanin ku millet çîye, weten çîye, wî fehm dikin ku ´eşîr, weten û millet e. Em Osmanli tev da yek ´eşîr in. Em hemî dostê hev in.   Dijminê me Yunan e. Girît (li Derya Sipî giravek e), perçekî ji wetenê me ye, wek perçekî ji canê me ye. Em hemî ´esker in. Kînga me bixwazin bi dil û can em bikêşin ser Yunan.

Gelî hevala, tev da guhdarî bikin! Îro padîşah merhemet kir, hun ´efû kirin. Lakin hun xafil nebin. Ji bîr nekin ku ji îro pê ve ´efû tune. Cezayê qetlê serî jêkirin e. Deha firarî nemaye. Hukumet xurt bûye. Hukumet hişyar bûye. Hukumet ´adil bûye. Ji vê pê ve zulm li feqîra nabe, dikeve nav hewildanan. Bira padîşahê me sax be. Bira milletê me daîm be. Bira hurrîyeta me ebedî be. Bira Meşrûtîyeta me bêzewal be. Bira Cemîyeta Îttihad û Teraqqî qeweta milletê me be, her zeman qeîm be. Amîn!”

Wek tê zanîn, Ziya Gökalp heta sala 1909´an ku beşdarîya Kongreya Îttihad Terakki li Selanikê bike; têkilîyên wî bi Kurdpeeweran ra hebûye û Kurdî jî dizanibûye. Dema ew li Stanbol bûye, digel Xelîl Xayalî li ser Gramêra Kurdî xebatêk çêkirine. Lê ew dema dizivire Dîyarbekrê, wê nusxeya xebatên muşterek digel xwe birîye û dema Xelîl Xeyalî wan textan jê xwestîye, wî gotîye ku ew wenda kirîye. Wer xuya dibe ku piştî ew ber bi tirkbûnê ve dikeve nav hewildanan, ew xebata li ser zimanê kurdî jî tune kirîye. Di kongreya Selanikê ya Îttihad Terakkiyê da ew dikeve Komîteya Rêveberîyê û heta dawîya emrê xwe di wê komiteyê da karê xwe dimeşîne. Wek raya giştî ya gelemperî pê dizane, Z. Gökalp, paşê dibe yek ji wan damezroxên fikrên Turanizm û Turkizmê û her weha ew wek pîrê idolojiya Tirkîtîyê ya faşist. (Malmisanij û M. Lewendî, eynê eser, r.47-52)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *