Peyamname ji bo „Avakirina Bîranîngeha ji bo Êzîdîyan li Almanya yê“ !

Peyama ku, min ji bo birêvebirên komcivîna şêwra rêvebirîtiya avakirina bîranîngeha Êzdiyan ya li Almaniya yê ra şandî:
 
Dem baş birêzan û hevalên hêja,
gelek spas ku we ez jî weke berhevkarê zargotin û kevneşopên Êzdiyatiyê (bê nav) vexwandime vê civîna amadekariya „Avakirina Bîranîngeha ji bo Êzîdîyan li Almanya yê“ !
Hêvîdikim hûn li min bibuhurin ku, ez nikarim beşdarî vê civîna we ya dîrokî bibim . Ez ê gelekî dilxweş bibim, wekî hûn vê peyama min ji bo mêvanên me yên rêzdar, xuşk û birayên ku beşdar in bixwînin!
 
Hêjayan,
ez gelek spasdar im ku , berpisyar û Parlementerên Almaniya Federal ê, hinek ji erkên xwe, yên ji bo parastina mafên mirovatiyê di 19.01.2023 de anînine cîh, ewan jenosîda me Êzdiyan di nav avahîyê Parlementoya xwe de, bi yek dengî pejirandin. Dîsa spas ku, ew niha jî dixwazin ji bo jenosîdên Êzdiyan neyênine jibîrkirin û her salê di roja 03.08 yê de, li gorî rêbazên Êzdiyatiyê û daxwaziya Êzdiyan bêne bibîranîn, malekê avabikin!
 
Ez ê zahf dilxweş bibim ku hûn, rewşenbîr, zane, ilimdar, oldar, birêvebirên “komele, sazi, rêxistin û sîwanên Êzdiyan”, yên di vê civînê de amede bûne, bikaribin weke ya mînaka bîryara yekîtiya berpisyar û Parlementerên Almaniya yê, di nav xwe de çend Êzdiyên zîrek , lê ne yên ku ji Êzdiyatiyê derketine ji bona bi cîhanîna erkên komîta pêşvebirina danesîn û xebatên „Avakirina Bîranîngeha ji bo Êzîdîyan li Almanya yê“ û bi razemendiya piraniya beşdaran bi hilbijêrên.
 
Daxwazdikim ku, hûn navê vê saziyê weke – navenda parastin, bîranîn û pêşxistina Êzdiyatiyê a li Almaniya yê bi yek dengî bi pejirînin!
 
Birêzan,
hêvîdarim ev civîna we û kesên ku, ji bona aşîtî, hevgirtin, demokrasî, azadî û çande Êzdîtiyê li Almaniya û Kurdistanê pêşbikeve hatine hilbijartin, di armancên xwe de serkeftî bin !
 
Ez ê gelekî dilxweş bibim , ev kapusên ku, bi dehên salan nedihîştin mij û moran li ser yekbûna “komele, sazi, rêxistin û sîwanên Êzdiyan” rabibe, ji bona rêvebirîtiya avakirina bîranîngeha Êzdiyan ya li Almaniya yê neyênine hilbijartin!
 
Rahma Xwedê û Tawisî Melek li hemû cangoriyên Êzdîxanê be !
 
Gelek silav û rêz!
 
Kemal Tolan, berhevkarê zargotin û kevneşopên Êzdiyatiyê 10.02.2024

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *