Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya Newroz û Serê Sala Kurdî

Bi helkefta cejna Newroz û serê sala Kurdî ve germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û hemû Kurdên li hundir û derveyê welat û hemû pêkhatên neteweyî û olî yên Kurdistanê dikim. Hêviya salekî xweş û pir bi bereket û bexteweriyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Meha adarê heyva serkeftin û xweşî û êşên gelê Kurdistanê bûye. Li gel wê yekê jî Adar û Newroz ji bo gelê me hêmaya têkşikandina zulm û derketina ronahî û jiyanê dide û ew jî bi wê wateyê tê ku qurbanîdan û xebat encam û berhema xwe dibe.

Xweragirî û qurbanîdana bê hejmara gelê Kurdistanê li qonaxên dijwarên xebatê da her li bergirîkirina li mayîn û nasnameyê bigre heta têkşikandina terorîstên Da’îş dibê encama xwe hebê û pêwîste ew xebat û destkeft jî yek hengav jî berev paşve neçe û divê gelê Kurdistanê bigihe serweriya xwe û xwedî biryar û çarenûs û jiyana xwe bê. Her eve jî baştirîn bersîv û bilindtirîn wefaye ji bo xwîna şehîdan û qurbanîdana gel.

Ew qurbaniya gelê Kurdistanê daye û ew çanda bilinda li pêkvejiyan û lêborînê da heye û wê qehremaniya Pêşmerge tomar kiriye, li çavê cîhanê da ne veşartiye û niha cîhan şanaziyê bi gelê Kurdistanê û Pêşmerge ve dike.

Bi vê helkeftê de daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim ku hêviya wan bihêz bê ji ber ku bi piştrastiyê ve xweragiriya wan berhema xwe dibê. Daxwaz dikim li beranber her hewl û dengek da xweragir bin ku bixwazin bawerî bi xwebûna wan ji wan bistînê û pêvekiyê biçespênê. Newrozê li malbatên serbilindên şehîdan û hemû Pêşmergeyên qehreman pîroz dikim.

Her li xweşiyê da bin.

Mesûd Barzanî
20.03.2017

http://www.presidency.krd/kurdil/articledisplay.aspx?id=USJ57zuHakw=

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *