Peyama Serokê Giştî yê PWK ji bo CEOyê Rûdawê Ako Mohammed

Rêzdar Ako Mohammed
CEOyê Tora Medyayî ya Rûdawê

Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an bi televîzyon, radyo û medyaya dîjîtal dest bi weşanê kir.

Îro 12emîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê ye.

Tora Medyayî ya Rûdawê li ser tiştên ku li Kurdistanê, Iraqê, herêmê û cîhanê diqewimin de, di agahdarkirina gelê me û hemû cîhanê de roleke gelekî girîng lehîstîye.

Tora Medyayî ya Rûdawê di Ragehandina Kurdî de û li gorî prensîbên gerdûnî yên ragehandinê cîhekî xwe yê girîng heye.

Tora Medyayî ya Rûdawê li gel hemû astengîyên aborî, teknîkî û yên din jî weke dezgeheke bêalî xebatên xwe bêwestan berdewam kirîye.

Em hêvî dikin ku li gorî serdema nû û dema Heşê Çêkirî de, Tora Medyayî ya Rûdawê, îmkanên zêdetir yên aborî bidest bixe û di rojnamegerîya azad de, rola xwe her berdewam bike û xelatên nû yên neteweyî û navneteweyî werbigre.

Ez, di 12emîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê de, cenabê we û hemû rêvebir, xebatkar û alîkarên Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz dikim; di karên we de her serkeftinê dixwazim.

Li gel rêz û silavên xwe

29.05.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *