Endamê Civata Giştî ya MSDê derbarê armanc û naveroka serdana şandeke Rêveberiya Xweser bo Şamê de aşkere kir, armanca sereke ya vê serdanê, cîbicîkirina xalên rêkeftinên berê û danûstandin ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî ye.
Biryar e ÅŸandeke Rêveberiya Xweser roja 30î Gulanê bi Åžamê. Di vê derbarê de Endamê Civata GiÅŸtî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ebdulwehab Xelîl îro 28ê Gulanê ji K24 re axivî û got: “Ev serdan di çarçoveya “rêkeftina 10ê Adarê” de ye ku di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Åžamê de hatibûn kirin.
Herwiha got: “Ji bo cîbicîkirina xalên rêkeftinê, ev ÅŸand berê xwe dide Åžamê.” Li gorî Xelîl, ÅŸand dê ji aliyên aborî, rêveberî û leÅŸkerî pêk bê û dê li ser mijarên wek “danûstandinên baÅŸtir û bileztir, avakirina lijneya neftê û pêşxistina karûbarên li ser asta Sûriyê” raweste.
Endamê MSDê herwiha amaje pê kir, ev serdan ji bo ÅŸopandina xalên rêkeftinê yên ku di navbera Ehmed Åžera û Mezlûm Ebdî de pêk hatibûn e, ku hin ji wan xalan wek mijarên “Taxên EÅŸrefiyê û Şêx Meqsûd, Bendava TiÅŸrînê û rêveberiyeke hevbeÅŸ ji bo kampan hinekî dereng ketibûn.
Derbarê helwesta aliyên navneteweyî de, Xelîl diyar kir ku piÅŸtgiriyeke navdewletî, bi taybetî ji aliyê Amerîka û Fransayê ve, ji bo danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Åžamê de heye. Herwiha bal kiÅŸand ser “rola Serok Barzanî di piÅŸtevanîya Kurdên Sûriyê de” û got ku ew vê yekê bi girîngî dibînin û hêvî dikin ku hevahengî di navbera ÅŸanda Rêveberiyê Xweser a ku diçe Åžamê û ÅŸanda Kurdî de hebe.
Xelîl di dawiyê de got, “Pêwîst e Kurd yek bin, yek helwest bin û bi yek stratejî û yek daxwazê li hember aliyên din derkevin, da ku karibin mafên xwe bi dest bixin.” (K24)


