Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta 40. salvegera Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê li beranber zulm û sîtem û dagîrkeriyê de berdewamiya xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê bû. Ew şoreş hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezina Eylûlê û yek ji qonaxên giringên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê bû û pîşan da ku eger li qonaxek da xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestanê hatibê ewe îradeya têkoşan û xebata gelê Kurdistanê tu demekî neşikiyaye û bi nefes û tînêkî nû ji bo gihîştina bi rizgarî û azadiyê berdewam dibe.

Peyama Şoreşa Gulanê peyama berdewamî û berxwedan û pêdagiriyê bû li mafê rewayên gelê me û dirêjiya şoreşên dinê gelê Kurdistanê bû. Berhema şoreşa Gulanê yekrêziya hêz û aliyên gelê me bû ji bo raperîn û federalî û firehalî û hilbijartinê û avabûna dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ku her hemû destkeftên giranbihane ku bi xwîna Pêşmerge û qurbanîdana gelê me pêkhatine.

Niha di dema ku Şoreşa Gulanê bi bîrtînîn ku gelê Kurdistanê zêdetirê her demekê ji armancên xwe nêzîk bûye û cîhan bi çaveke rêz û hûrmetê ve temaşa xweragirî û qurbanîdan û destkeftên gelê Kurdistanê dike. Kêmtirîn wefa ji bo qurbanîdan û êşên gelê me û xwîna şehîdan pêkanîna tevahiya mafên diyarkirina çarenûsa gelê Kurdistane. Eve dûrî li berjewendiya hizbî û bi baweriyekî tevahiya bi mafên gelê me, berpirsiyariya dîrokî û erkeke li ser milê hemû hêz û aliyên siyasiyan.

Li salvegera bîranîna Şoreşa Gulanê da pêzanînên min ji bo wan hemû Pêşmergeyên qehremanan heye ku beşdariya Şoreşa Gulanê bûn û dîrok ji bo gelê xwe dirust kirin. Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Şoreşa Gulanê û şehîd Seyîd Abdullah yekem şehîdê Şoreşa Gulanê û hemû şehîdên Kurdistanê. Silav li Pêşmergeyên aza û çavnetirsên me ku niha li sengerên bergirîkirinê ne li ax û kerameta gelê Kurdistanê û bi xwîna xwe efsaneya terorîstan têkşikandin.

Li bîranîna Çilemîn salvegera Şoreşa Gulanê da tekez li peyama pêkvejiyan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê dikîn û xelkê Kurdistanê jî ji wê yekê piştrast dikîn ku şoreş û xebat û berxwedana wan bi vala naçê û hîç berbest û astengiyek nabê sedema wê yekê ku destberdarê mafên rewayê gelê Kurdistanê bîn.

http://presidency.krd/kurdil/articledisplay.aspx?id=DCN/9Rcae7g=

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *