Pêwistiya me bi hişmendiya netewî heye ne sîyaseta berjewedîperestiyê!

Cano AMEDÎ

Ew kesên ku li ser înkar û tunebûna netewa xwe, li ser dezgeh û saziyên dagirkeriyê bûne xwedî post û sifatan, îro dîsa derketine kolanan telaliya dijmînatîya nav mala kurdî dikin…

Di parlementoya Tirkan de, bûne “lehengê demokrasîya tirkiye”. Bi şev û roj, ew sonda li ser tunebûna milletê kurd ezber kirine û li gori naverok û bingeha wê sondê, tevdigerin gefan dixun.

Di kolan û nav civatê de, benzînê direşînin ser pirsgirêkên heyî. Çewa be, maaşê wan pasewanên wan, xwarin û vexwarina wan, ji kîsê wê parlementoya ku li ser bingeha înkar û tunekirina milletê Kurdistanê hatiye avakirin, tê bicîh kirin.

Çewa be  xwedî postê “destlênedayî” ne! problemên wan yên aborî û ewlekarî tune ye. Carekê ji bo wê parlementoyê sond xwarine ku zimanê wan zimanekî nenaskirî pênase dikin, ev pereperest û Beko Ewanên hanê, bi sonda parlenteriyê hebûna xwe ji bo milletê Tirk feda kirine!

Li qada Şex Seîd, weke parlementerekî Tirk gefa dixwe. Yek jê jî, li dewsa ku hemberî dewlata Îttîhad Terakki û kemalîst tevbigere; bi xewn û xeyalên kevne çîrokan rabûye, li ser şopa tolhildanê, li kêleka Tirkan, bi nasname û zimanê Tirkan dijberîya milletê kurdistanê dike û starta pêvajoyek gelek xirab dide…

Sistema 12 ÎLONÊ didome, ew aparat û hêzên Xwedê giravî dijberîya hev dikin, li gorî tatbîqat û projeyek li hev kirî dimeşîn, siyasetê dîzayn dikin, bi aqlê endezyarîya civakî, civatê mobilize dikin û di navbera beşên Kurdistanê de tovê neyartîyê, tovê dijminatiyê direşînin.

Çewa be zarokên wan di kolejên taybet de an jî, di nav germaya kolanên Ewropa de lotikan davêjin. Ew zarokên şandine serê çîya, çewa be ne xort û keçên wan in. Çewa be, ew post û meqam, ew taybetmendiyên wan, îmkan û nav, bi saya xwîna zarokên Xelkê bidest xistine û edebiyata bedelê xweş dikin. Ez dizanim wê gelek kes bêje, “heval taktiktır”!..

Gelê Kurd dused sale, bi can û xwîna xwe têkoşînek dijwar dimeşînê. Mafê tu Kurdekî tune ye bibe listokvanê têkçûna destkeftiyên hene. Mafê tu kesi tuneye ku li dij Kurdan û li ser navê parlementerîya Tirkan bibe aktor û leşkerê xirabiyê!.. 

Eger Tirkiye we têr nake, ew sonda we xwarîye çend car disa bixwînin û ezber bikin, da ku hûn dixwazin çi bikin, baş bizanibin. Statuyekî ne li gorî dilê we, ji tunebunê çêtir e. Bê statu bûn, rewşa herî xirab !..

Dev ji listokên neçîrvanîya “kêroşk bireve,  toltajî bigire!” berdin. Êdî diz û xwedîyê malê bi hev hisîyane!..

SONDA PARLEMENTERÎYA TIRKÎYÊ

“Hebûn û serxwebûna dewletê, yekîtîya welat û milet ku parçe nabe, ezê serwerîya milet bê qeyd û şert biparêzim; serwerîya huqûq, Komara demokratîk û laîk û bi rêbaz û şoreşên Atatirk girêdayî bimînim; aramî û serketina civatê, bi helwesta hevkariya milî û edaletê û bi armanca ku her kes ji mafê mirovan û azadiyên bingehîn fêde bikin û ji girêdana makezagonê naqetim; li pêş miletê tirk yê mezin bi namûs û şerefa xwe sond dixum.”

BI TIRKÎ SONDA PARLEMENTERÎYA TIRKÎYÊ

“Devletin varlığı ve bağımsızlığını, vatanın ve milletin bölünmez bütünlüğünü, milletin kayıtsız ve şartsız egemenliğini koruyacağıma; hukukun üstünlüğüne, demokratik ve laik Cumhuriyete ve Atatürk ilke ve inkılâplarına bağlı kalacağıma; toplumun huzur ve refahı, millî dayanışma ve adalet anlayışı içinde herkesin insan haklarından ve temel hürriyetlerden yararlanması ülküsünden ve Anayasaya sadakattan ayrılmayacağıma; büyük Türk milleti önünde namusum ve şerefim üzerine andiçerim.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *