Pêwendiyên PKK/PYD Bi Şamê Re Ne Çareserî Ye û Xeterî e…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Li Sûriyeyê pirsa neteweya kurd, her demê, di dema Fransızan û dema beriya Baasê û dema Baasê de girîng bû.

Mijara neteweya kurd û Rojavayê Kurdistanê, li Sûriyeyê dema serhildana siwîl û şerê hûndir jî dest pê kir, girîngtir bû.

Di vê qonaxa dawî de mijara neteweya kurd û Rojavayê Kurdistanê girêdayî siyaseta PKK/PYDê ya şaş û hewildana Dewleta Tirk di derbarê îşgalkirina Rojavayê Kurdistanê de girîngiya xwe didomîne.

Li Rojavayê Kurdistanê xeteriyeke piralî heye.

Wek tê zanîn demeke dirêj e ku di navbeyna Emerîkayê û Dewleta Tirk de li ser rewşa Sûriyeyê û bi taybetî jî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê minaqeşeyeke dijwar heye.

Di hemandem de li ser mijara Menbîcê jî minaqeşe hebû.

Piştî ku Dewleta Tirk Cerablûs-El Bab û Efrîn îşgal kir, Emerîkayê û Dewleta Tirk di mijara Menbîcê de nexşereyek diyar kirin. Gor vê nexşereyê PKK/PYD dê ji Menbîçê derkeve, Dewleta Emerîkayê û Dewleta Tirk dê bi hev re ewlewîya Menbîçê biparêzin.

Dê li Menbîcê desthilatdarîyeke demokratîk, ya gel û plural ava bikin.

Ev soza ku PKK/PYD ji Menbîcê derkeve di dema Obama de hatibû dayin.

Emerîkayê ji bona ku didît Dewleta Tirk piştî Menbîcê dixwaze Rojavayê Kurdistanê îşgal bike; loma jî nexşerêya hatiye “erê” kirin û pejirandin, bi cî û cî nekir. Dereng xist. Ev jî di navbeyna herdu dewletan de bû pirsgirêkeke mezin.

Ev pirsgirêka nûha jî dom dike.

Dema ku di du mijaran de minaqeşeyeke hişk û tund di navbeyna Emerîka û Dewleta Tirk de dom dikir, Serokkomarê Dewleta Tirk û serokdewletê Emerîkayê hevdîtinek bi telêfonê pêk anîn. Di hevdîtina telêfonê de Serokdewletê Emerîkayê û Serokkomarê Dewleta Tirk li hev kirin ku leşkerên Emnerîkayê dê ji Sûriyeyê derkevin. Serokdewletê Emerîkayê Trump jî ev biryara xwe ji raya giştî ya dinyayê re diyar kir.

Piştî biryara serokdewletê Emerîkayê minaqeşeyên nû dest pê kir. Di navbeyna Dewleta Tirk û Emerîkayê de, di pirsa PKK/PYDê de ji nû ve pirsgirêk derketin.

Emerîkayê di vê mijarê de daxuyaniyên cûda dan.

Dewleta Tirk bersîva wan da.

Hîn jî ev mijara di navbeyna herdu dewletan de nehatiye çareser kirin.

Lê dema Emerîkayê biryar da ku leşkerên xwe ji Suriyeyê vekişîne, operasyona dewleta Tirk rojanetir û xetertir bû.

Loma jî kurd li çareseriyê gerîyan. Ji bona ku pêşîya operasyona dewleta Tirk bê girtin, dest bi xebateke taybet kirin. Lê hîç şik tune ye ku di çareseriyê de mifteya esil PKK/PYDê bu: Lewra PKK/PYDê ji destpêkê de siyaseteke şaş dimeşîne. Gor berjewendîya neteweya kurd û Rojavayê Kurdistanê ne, gor berjewendîya xwe ya grûbî û desthilatdarî û dewletên dagîrker dimeşe.

Loma jî pêwendiyên xwe gor berjewendîya xwe ya hegemonîk pêk tîne.

Di destpêkê de ji bona ku bi destê Rejîma Baasê hatibû ava kirin, gor berjewendîya rejîma Baasê tevgerîya.

Mixalefeta ereb ya li dijî Baasê û mixalefeta milî ya Kurdistanê, piştî serthildan û şerê hûndir gelek aşkere armanca xwe dîyar kirin. Gotin ku “divê rejîma Baasê bê guhertin. Rejîmeke demokratîk û parlamenterî û pirpartîtî ava bibe. Partiya Baasê û mûxaberat û hemû dezgehên Baasê bên tasfiye kirin.”

Lê PKK/PYDê ji Rejîma Baasê re piştgirî kir. Guhertina rejîmê nexwest.

Rejîma Baasê, li hemberî mixalefeta Kurdistanê û Ereban ew çekdar kirin. Li Kurdistanê wekîlê xwe û dîktatorîya xwe li ser gelê me bi PKK/PYDê meşand.

Lê roj hat guhertin çêbû. PKK/PYD ji lîmana Rejîma Sûriyeyê di sala 2015an de dûr ket. Bû leşkerên Emerîkayê. Li welatê Ereban li ser navê Emerîkayê operasyonên leşkerî li hemberî DAEŞê meşand û bi hezaran ciwanên Kurdistanê da kûştin.

PKK/PYD ji Rejîma Sûriyeyê û Rûsya û Îran û Emerîkayê re xûlamtî dike, lê ji kurdan re dijminitî dike.

Îzin nade rêxistinên Kurdistanê xebata rêxistinî û siyasî li Kurdistanê li dijî rejîmê bimeşîne.

Kurdperwer û berpirsiyarên partîyan digre, hepis dike û êşkence dike.

Di vê qonaxê de, di hemandem de taşeronîya Rûsyayê û Îranê kir. Li Bakurê Kurdistanê bi şerê wekaletê ya xendekan bajarên Kurdistanê jî xerabe kir.

Lê kîngê Emerîkayê biryar da ku leşkerên xwe vekişîne, PKK/PYD dîsa vegerîyan cem Rejîma Baasê. Xwestin bi Rejîmê re li hevdu bikin.

Wê demê careke din diyar kir ku naxwazin Sûrîye’yê parçe bikin. Dê dev ji kantona û desthilatdarîya xweserî jî berdin.

Lê dema ku li Emerîkayê minaqeşeyên vekişandinê dest pê kir. Ji bona PKK/PYD derfetên nû hatin dîyar kirin, dîsa bi Rejîma Baasê re pêwendîyên xwe qût kir..

Di van rojên dawî de diyar bû ku Emerîkayê mitleqe xwe ji Suriyeyê vekişîne û “Herêma Ewlewiyê” bi destên wan û Dewleta Tirk ava bibe, PKK/PYDê dîsa xwest ku bi Rejîma Baasê re danûstandin bike. Ji bona van danûstandinan Rûsya kirin navbeynkar.

Nûha çûn hat di navbeyna wan de heye.

Lê tiştekî aşkere heye ku zîhnîyet û helwesta PKK/PYDê, pirsa rojane ya Rojavayê Kurdistanê jî û pirsgirêke mezin û stratejîk ya neteweya Kurd jî çareser nake. Dikarim bibêjim ku siyaseta PKK/PYDê keresatek e.

PKK/PYD, iro li vê lîmanê be û xulamê dewletekê bibe, dê sibê li lîmaneke din û xulamê dewleteke din be. Daîmî çûn hat bike û her roj bibe xulamê dewletekê; ev ne çareserî ye.

Hîç şik tune ye û ceribandina tevgerên rizgarîxwaz yên neteweyên bindest nîşan didin ku serkeftin û dewlet ava kirin, welat rizgar kirin bes bi hêza neteweya xwe bi xwe nabe. Ji bona Tevgerên rizgarîxwaz hêzên tifaqê jî pêwîst in.

Tevgera milî ya rizgarîxwaz ya neteweya kurd li Rojavayê Kurdistanê jî, ji bona xwe divê li hêzên tifaqkar bigere û bi wan re danustandin bike. Lê ew hêza Rejîma Baasê nîne.

Dewleta Sûriyeyê dagirker û kolonyalîst e. Rejîma Baasê jî qesabê neteweya kurd e. Loma ew her dem dijmin in. Ew naxwazin ku welatê me azad bibe, em kurd li welatê xwe desthilatdar bibin. Dema ku welatê me rizgar bibe û neteweya kurd li welatê xwe Rojavayê Kurdistanê desthilatdar û serwer be, ew ji bona Dewleta Sûriyeyê şikestin û wendakirin e.

Loma bi Dewleta Sûriyeyê û Rejîma Baasê re tifaq li dijî berjewendîya milî ya kurd e. Di hemandem de berdewamîya kolonyalîzmê û dagîrkerîyê re alîkarî ye.

Çareserîya rojane û dûrdirêj li Rojavayê Kurdistanê, dema ku gor berjewendîya neteweya kurd bê tevgerandin, çareserî dibe.

Çareserî di bername û pêşniyarên ENKSê de ne. Hezar mixabin PKK/PYDê li pêş wan asteng e. Divê her kurdek ji bona ku PKK/PYD ji astengî derkeve, helwest nîşan bide. Taktîk û lîstik û planên PKK//PYDê yên ku bi neteweya kurd re ne eleqedar in, her dem zirarê dide neteweya kurd û Kurdistanê.

Di vê mijarê de divê Rojavayê Kurdistanê ji pêşniyar û nerînên serok Barzanî û desthilatdarîya Kurdistanê îstifade bikin.

Di destpêkê de bi hewildana serok Barzanî li Hewlerê û li Dûhokê peymanên milî hatin îmza kirin. Lê PKK/PYDê gor van peymanan tevnegerîya û ev peymanan xerab kir.

Tiştê baş û çareserîya destpêkê ew e ku gelo PYDê dixwaze bibe rêxistina Rojavayê Kurdistanê û ji bona berjewendîya neteweya kurd tevbigere an na? Heger dixwaze ji bona berjewendîya neteweya kurd tevbigere, divê ji PKKê dûr bikeve. PKK ji Rojavayê Kurdistanê derkeve û dagîrkerîya xwe dawî bîne.

PYD û rêxistinên Kurdistanê hewcedarî çek nînin. Divê PYD dev ji çekên dewletên biyanî berde û vegere nav gelê xwe.

Dîsa dev ji dagirkerîya erdên ereban berde ku ereb nebin dijminên kurdan. Ji bona berjewendîya dewletan, PKK/PYD erebên resen jî kirin dijminên kurdan.

Amed, 25. 01. 2019

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *