“Pêvajoya Çareseriyê” û Hikûmet û PKKê…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

*Ji bona ku ev mijara bê fahm kirin: Divê ku di du mijarana de tespîtên bingehî bên kirin.

Mijara yekemîn, nasname û qerekter û mîsyona PKKê terîf kirine. Mijara duyemîn jî, naveroka “pêvajoya çareseriyê” çi bû, terefan (hikûmet û PKKê), ji “pêvajoya çareseriyê” çi dipan, an jî dixwest ku çi bi dest bixin?

PKKê: Li Tirkiyeyê û li Bakûrê Kurdistanê di şertên gelek taybet de ku Tevgera Milî ya Bakûrê Kurdistanê, armanca xwe serxwebûna Kurdistanê û dewletavakirina miletê kurd diyar kiribû; qerektereke kîtlewî qezenç kiribû, partî û rêxistinên gelek xûrt ava bibûn û ev tevgera milî hûnandibû; partî û rêxistinên Kurdistanê li bajarên cûda gelek bi xurtî xwe rêxistinî kiribûn: Ji aliyê dewleta Kemalîst de bi mîsyoneke taybet û qirêj û xeter, li hemberî tevgera milî ya Kurdistanê, wek dezgeheke operasyonal hat ava kirin.

Mîsyona PKKê ew bû:

1-Peşîya tevgera milî ya Kurdistanê tasfiye bike, heger nikaribe tevgera milî tasfiye jî bike, pêşiya tevgera milî bigre.

2-Pêşiya serxwebûn û azadiya miletê kurd, dewletbûna Kurdistanê bigre. An jî tevgera milî ya Kurdistanê ji xeta dewletbûnê dûr bixe.

3-Partî û rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike. 4-Hêzên bingehî yên civakî û milî yên tevgera milî tasfiye bike.

PKKê ji serî de bi ev mîsyona xwe li Bakûrê Kurdistanê tevgeriya.

PKKê piştî salên 80yî jî bi hemanmîsyonê dema ku rejîma baasî (Iraq û Sûriye) û îslamî (Îran) re ket nav pêwendiyên stratejîk, bi vê mîsyonê tevgeriya. Loma jî di vê qonaxê de li dijî dewletbûna miletê kurd derdikeve. Ji bona ku li hemû parçeyan Kurdistanê li ser navê kolonyalîstan bibe desthilatdar, dixwaze hemû partî û rêxistin û dezgehên milî yên Kurdistanê tasfiye bike.

Şerê PKKê Her Dem li Her Parçayên Kurdistanê Li Dijî Berjewendiya Miletê Kurd e.

Loma jî dema ku li kiryarên PKKê binêrin, ev mîsyona PKKê divê nayê bîra kirin.

PKKê bi vê mîsyonê jî li “pêvajoya çareseriyê” mêze kir. Ji bona PKKê berjewendiyê miletê kurd hîç girîng nebû.

*****

“Pêvajoya Çareseriyê”, ji bona ku kurd mafên xwe yên milî û kollektîf qezenç bike dest pê nekir. PKKê ji bona berjewendiya xwe, hikûmetê jî ji bona berjewendiya xwe ji vê pêvajoyê re gotibûn “erê”. PKKê tu wext jî, wek hikûmetê bawer kiribû, hesabê çek berdanê nedikir. Lewra bêçek PKKê nabe. Ji aliyê din de biryara PKKê ne di destê PKKê de ye û PKKê “xistineke azad nîn e.. PKKê bi îradeya dewletên dagirker biryar bigre.

Lê dema ku PKKê ji vê pêvajoyê re got “erê”, dihat zanîn ku PKKê dev ji çek bernade. Ev mijara min di dehan nivîsê xwe de û di bernameyên telewîzyonan de jî anîbû ser zimên.

Gelo weê demê PKKê çima got erê?

Ji aliyekî şiklî be jî dixwest ku daxwaza Ocalan pêk bîne. Lewra Ocalan digot ku dema şerê çekdarî derbasbûye û divê PKK dest û dev ji çek berde.

Pirsa girîngtir jî, daxwaza Îran û Sûriyeyê û mitefîqên wan jî ew bû, ku PKKê bi vê taktîkê li Sûriyeyê cîwar bibe. Pêşiya mixelefeta Rojavayê Kurdistanê bigre, zêdetir xizmetî rejîma baasê li Sûriyeyê bike.

Hesabê hikûmetê çi bû?

Lobiyên PKKê hikûmet qana kiribûn ku dema Ocalan bixwaze:
1-Dikare PKKê bê çek bike.

2-Li Rojavayê Kurdistanê bi riya Ocalan bandor û kontrola xwe pêk bîne.

3-Li Başûrê Kurdistanê bi riya Ocalan û PKKê bandor çêke; Başurê Kurdistanê jî bigre bin kontroıla xwe.

4-Armanca ku Kemalîstan ku bi PKKê ava kiribûn; di şertên nû de wek hikûmeta AK Partiyê vê armancê kurdan birêvebibe.

5-Tevgera milî ya kurd a ji derveyî PKKê dîsa nebe aktoreke xuyayî.

Hikûmetê piştî demekê fahm kir ku ew stratejiya pêk nayê. Bi Ocalan jî ev ramancên wan nare serî.

Di vê momentê de dîsa di navbeyana PKKê û hikûmetê de şer dest pê kir.

Wek min rêzên jorî jî diyar kir,hîç demekê ji kar û xebatên PKKê li berjewendiya miletê kurd nebûye, her demê kurdan ji xebatên PKKê zerar dîtiye. Dema pêvajoya çareseriyê jî dest pê kir jî ez di baweriyê de mu berjewendiya miletê kurd tê de tune ye.

Helbet piştî ku dîsa şer jî dest pê kir jî ne li berjewendiya miletê kurd bû, li dijî berjewendiya miletê kurd bû.

PKKê di “pêvajoya çareseriyê de” li ser gelê kurd desthilatdarî û zilma xwe xûrttir kir. Her dereke tijî çek û bombayan kir. Bû sedem ku bi sedan xortên kurdan bên kûştin.

Tevgera Bakûrê Kurdistanê ya milî û partiyên Kurdistanê di şertên şer de dîsa qibleya xwe wenda kirin. Helwesteke rast nikarîn nîşan bidin. Gel guh neda siyasetê û guh da şer û çekan.

Di tevgera milî ya kurd û rêxistinên Kurdistanê de terefgirîyekê teng û fanatîk dest pê kir. Li hemberî PKKê rêxistinên Kurdistanê helwestek nîşan nedan. Vê yekê jî xizmetî PKKê kir û rêxistinên Kurdistanê jî pêş nexist.

Ev şera dijwartir bû. PKKê li Kurdistanê dest bi şerê Xendeka kir. Ew şera şerekî wekaletê bû û ji aliyê Îran û hevalbendên wê de hatibû xwestin û pêş xistin. Ev şera raste rast li dijî miletê kurd bû û tu berjewendiye miletê kurd di vî şerî de tune bû.

Bi taybetî jî şerê xendeka, li bajar û bajarokên ku PKK/HDP desthilatdarê herêmî û şeradarî di destê wan de bû, domand..

Ew şera bû sedem ku bi hezaran xort bên kûştin. Beşekî bajarê Diyarbnekîrê Sûr, Farqîn, Niseybîn, Cizîrê û Silopî texrîp bibe û bê hilweşandin. Bi sed hezaran kurd û malbat ji bajarê xwe derkevin.

Encama şerê exndekan aboriya Kurdistanê têk çû. Morala gel şikest. Hêvıya gel ji bona pêşerojê nema.

Lewra şerekî bê armanc û tarî bû.

*Heta ku PKKê tasfiye nebe û nekokiyên dewletên dagirker û kolonyalîst ji holê ranebin; Tevgera Milî ya Bakûrê Kurdistanê, partî û rêxistinên Bakûrê Kurdistanê xûrt nebin û di nav gel de xwediyê giraniyekê û gotinê nebin, ev şera PKKê yê li dijî berjewendiya miletê kurd û dewletbûna miletê kurd nayê sekinandin.

Sedema din ya girîngtir jî dema ku miletê me hemû mafên xwe yên milî yên kollektıf, desthilatdarî, serwerî qezenç, neke ew şera nasekine. Her demê dewletên kolonyalîst ji bona ku berjewendiya xwe pêk bînin; dê PKKê li hemberî hev û li hemberî miletê kurd bi kar bînin.

Dewleta Tirk, piştî salên 1974an PKKê li dijî tevger û rêxistinên Bakûrê Kurdistanê bi kar anî.

Di sala 1984an de dewleta kolonyalîst ya Sûriyeyê, ji bona berjewendiya xwe; ji bona mijara ava Firatê û Hatayê û Birayên Misilman xwest ku PKKê dest bi şerê çekdarî bike.

Îranê xwest ku PKKê li dijî Tevgera milî û rêxistinên Rojhelata Kurdistanê şer bike. Bi wan rêxistin ava kir.

Li Rojavayê Kurdistanê bi baasê ve dîktatorieyeke totalîter ava kiriye. Ji bona pêşiya tevgera û rêxistinên Kurdistanê bigre, ji her dewletekê re taşeronî dike.

Şerê PKKê li Başurê Kurdistanê li hemberî miletê kurd û serxwebûna Kurdistanbê dom dike. Daxuyaniya PKKê ya dawî ku ji aliyê Riza Altûn de hatiye diyar kirin, gelek vekirî ye.

*Bi awayê berê “pêvajoyeke çareseriyê” dest pê nake. Diyar e ku hikûmet PKKê careke din mixatap napejirîne.. Hikûmet êdî dizane ku bi destê Ocalan nikare li ser PKKê planên xwe bidomîne. Lewra hikûmetê fahm kir ku PKKê rêxistinan Ocalan nîn e, rêxistina dewletan e. Heta ku dewlet naxwazin PKKê dev ji çekan bernade. Heta dema dewlet bixwazin jî dîsa PKKê dev ji çek bernade. Divê aparata PKKê wek baas a Iraqê bê parçe kirin û şikandin. Lewra PKKê bê çek nabe. PKKê bê çek nikare li ser siyaseta milî ya Kurdistanê desthilatdar, bandorwan be.

Hikûmet bi Dewleta Federe ya Kurdistanê re dixwaze ku pêwendiyên xwe ya staretejîk bidomîne. Dixwaze ku li hemû beşên Kurdistanê jî, konsepta Serok Mesûd Barzanî xûrttir bibe û desthilatdar bibe.

Di dema “pêvajoya çareseriyê” de jî, bi PKKê re dest pêkirina pêvajoyê şaş bû. Lewra PKKê ne temsîlkarê miletê kurd bû. Ev nedihat wê wateyê ku “pêvajoya çareseriyê” dê bibe sedem ku miletê kurd dê hemû mafên xwe yên milî qezenç bike. Armanc ew bû PKê dest ji çek berde.

Di vê merheleyê de jî divê ji bona ku miletê kurd hemu mafên xwe yên milî qezenç bike, divê projeyek û pêvajoyeke nû dest pê bike. Mixatabê vê pêvajoyê jî divê PKKê nebe. Miletê kurd û berpirsiyarên miletê kurd yên siyasî û civakî bin.

Divê ku hikûmet ji projeya dewletek nû ya federal re amade be. Ji bona vê makezagoneke ku bi du terefan (kurdan û tirkan) amade bibe re, bibêje erê.

Amed, 19. 05. 2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *