Pêşnûmeya Qanûna Destûrî Ji Bo Korsîkayeke Xweser Di Nava Komarê De Li Fransayê
Di 23’ê Hezîrana 2026’an de, Meclîsa Neteweyî pêşnûmeyê bi guhertinan re di xwendina yekem de bi 271 dengên “erê” li hemberî 202 dengên “na” qebûl kir. Niha wê Senato metnê binirxîne. Dîroka guftûgoya civata giÅŸtî ya Senatoyê wekî 26’ê Cotmeha 2026’an hate diyarkirin.
Pêşnûmeya destûra bingehîn li pey peymana siyasî ya ku di 11’ê Adara 2024’an de di navbera hikûmeta Korsîkayê û nûnerên hilbijartî de hatibû îmzekirin û rê li ber statûya xweseriyê ya Korsîkayê vedikir, tê. Ev pêşnûmeya destûrî, di 27’ê Adara 2024’an de ji aliyê Meclîsa Korsîkayê ve bi piranîyeke mezin hatibû pejirandin.
Ji bo vê armancê, di Destûra Bingehîn a 1958’an de xala 72-5 hate avakirin. Ev xala nû, taybetmendiyên Korsîkayê yên ku statûya wê ya xweser û îhtimala ku qanûnên li vê herêmê werin sepandin ji yên mayî yên welat cûda bin rewa dike, bi fermî nas dike. Di paragrafa yekem a xalê de ev îfade cih digire:
“Korsîka, xwedî statûyeke xweser di nava Komarê de ye, ku berjewendiyên xwe yên girêdayî civaka dîrokî, zimanî û çandî ya ku pêwendiyeke bêhempa bi giravbûna Deryaya Navîn û axa wê re ava kiriye, li ber çavan digire.”
Sînorên diyar ên vê xweseriyê hene. Li gorî nîşeya ravekirinê ya hikûmetê, ev statû nikare bibe sedema tu guhertin an dûrketina ji prensîbên destûrî (wekî serweriya neteweyî, yekparçetiya Komarê an ku zimanê Komarê fransî ye) û nikare hiqûqa Ewropayê an ya navneteweyî paşguh bike.
Parlamento an jî hikûmet (bi rêya rêzikname yan biryarnameyan) dikarin qanûnan li gorî taybetmendiyên taybet ên Korsîkayê biguncînin. Meclîsa Korsîkayê wê di hin warên diyar de xwedî ferman be ku hemû qanûn, rêzikname û hwd. yên di meriyetê de ne, li gorî herêmê biguncîne. Herwiha, ew dikare di mijarên ku dikevin bin berpirsiyariya wê de, wekî mînak plansaziya bikaranîna axê, turîzm an geşepêdana aborî, bibe xwedî desthilatdarî ku qaideyan diyar bike.
Lê belê, li gorî nîşeya ravekirinê, ev desthilatdariya nû ya birêkûpêkkirinê, rê nade ku Meclîsa Korsîkayê destwerdanê di mijarên serweriyê de (wekî qanûna hilbijartinê, qanûna hemwelatîbûnê, mafên hemwelatîbûnê, misogerkirina azadiyên giştî, pêkanîna edaletê û ewlehiya giştî) yan jî di mijarên di bin sînorê şaredariyan de bike.
Aytekin İLERİ – Rûpela Nû Fransa


