Pêşîya operasyonên Dewleta Tirk li Kurdistanê bi du riya tê girtin…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Dewleta Tirk di sala 1983an de li Başûrê Kurdistanê dest operasyonan kiribû. Wê demê Herêma Federe ya Kurdistanê ava nebibû. PDKê û YNKê li hemberî Dewleta Iraqê û Rejîma Baasê şerê çekdar dimeşandin. Lê PDKê û YNKê beşek herêm rizgar û azad kiribûn. Li wan herêman desthilatdar bûn. Li wan herêman jîyana civakî, çandî, perwerdeyî, aborî, leşkerî wan rê dixist. Hîç şik tune bû ku di şertên gelek zehmet de jîyanek dijwar didomandin. Neteweya kurd jî di bin zûlmeke mezin ya Rejîma Baasê de bû.

GELO WÊ DEMÊ HERÊMA FEDERE YA KURD TUNE BÛ, DEWLETA TIRK ÇIMA OPERASYON DIKIR?

Dewletê dizanî ku li herêma Kurdistanê çekdarên KUKê, PKKê, Ala Rizgarî hene. Lê li Kurdistanê kurd desthilatdar nînin. Pêwendîya wan jî bi rêxistinên Başûrê Kurdistanê re hene. PKKê wê demê bi PDKa Iraqê re jî peyman îmza kiribû. PKKê li her deverê jî ev peymana deşîfre dikir.

Kurdistan di bin desthilatdarî û serwerîya Dewleta Iraqê de bû. Diviya bû ku Dewleta Iraqê li hemberî operasyonên Tirkan derketa û pêşîya wan bigirta. Lê Dewleta Iraqê pêşiya operasyonan nedigirt. Lewra ew operasyonên Dewleta Tirk xizmetî wan dikir. Loma jî di navbeyna wan de peymaneke sirî/veşartî hebû. Iraqê ew operasyonên Dewleta Tirk ji bona qels kirina rêxistinên Kurdistanê wek enstrumanekê didît.

PIŞTÎ ŞERÊ KENDAVA YEKEMÎN Û DUYEMÎN ÇAR DEWLETAN LI KURDISTANÊ OPERASYONÊN XWE BI DESTÊ PKK-Ê MEŞANDİN…

Wek tê zanîn piştî Şerê Kendavê Başûrê Kurdistanê Kerkûk jî derve, beşekeî mezin bû herêmeke azad. Jê re hat gotin ku “Herêma Azad ya Kurdistanê.” Ji aliyê Emerîka û Dewletên Muttefiq ve dihat parastin.

Di hemandem de Emerîkayê projeya xwe ya “Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin” îlan kiribû û ji bona ku ev projeya xwe pêk bîne û fireh bike, xebat dikir. Herêma Azad ya Kurdistanê beşek ji vê projeyê dihat bi nav kirin.

Emerîka dixwest ku li hemû welatan “demokrasîyê” ava bike; hemû netewe jî azad û serbixwe bibin. Ji bona kurdan jî pirsgirêka serxwebûn, dewletbûn, azadbûnê hebû.

Loma her her çar dewletên kolonyalîst jî, ji Kurdistanê ditirsiyan ku bibe dewlet, li hemû beşên Kurdistanê bibe model û fireh bibe. Dixwestin ku destwerdana Başûrê Kurdistanê bikin, lê ji Emerîkayê ditirsîyan. Raste rast operasyon li dijî berjewendîya xwe didîtin.

Lê çar dewletên kolonyalîst taşeron xistin qada Kurdistanê. Ew taşeron jî PKKê bû. PKKê him êrişî PDKê, him jî êrişî YNKê, him jî êrîşî PDKê û YNKê bi hev re dikir.

Wê demê jî ew êrîşên PKKê ji aliyê kurdperweran ve wek operasyona dewletên dagîrker û kolonyalîst bi nav bû. Emerîka jî stratejîya çar dewletên kolonyalîst wûsa şîrove kir û fahm kir. Loma jî di sala 1999an de ji Tirkiyeyê re bû alîkar, got ku “kerem bikin sixurê xwe bigrin!”

Lê pişt re bi piştgirîya Dewleta Iraq û Îranê PKKê li Başûrê Kurdistanê hat bi cîwar kirin.

Dewleta Tirk jî ew ji bona operasyonên xwe sedemeke stratrejîk nîşan da. Heta îro 30 operasyonî zêdetir li Başûrê Kurdistanê pêk anîye. Li Kurdistanê qereqolên xwe ava kir û ji bona ku “Herêmeke ewlewî” ava bikin operasyona xwe yên PENÇEYÊ didomîne.

JI BONA PÊŞÎYA OPERASYON Û BOMBARANÊN DEWLETA TIRK BÊ GIRTIN RİYA YEKEMÎN: LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TASFÎYEKIRINA PKK-Ê YE…

Divê ku desthilatdarên Herêma Federe ya Kurdistanê û em hemû kurd rast û çep lê nedin. Rastîyek heye ku sedema operasyonên Dewleta Tirk PKKê ye. Ji alîyê din de PKKê ji bona desthilatdarî û serwerîya Herêma Federe ya Kurdistanê xeter e. PKKê ji hiqûqa Kurdistanê re rêz nagre û nas nake. Gundên Kurdistanê dagîr kiriye. Ji gundiyên kurd xerac digre. Xortên kurdan direvîne. Xortên kurdan dide kûştin. Destwerdana siyaseta Başûrê Kurdistanê dike. Rêxistinên sîyasî ava dike. Bi dewletên kolonyalîst re hevkarî û taşeronî dike, li Herêma Federe ya Kurdistanê xirabîyê dike. Rê ji dagîrkerîya dewletan re vedike. Serwerî, desthilatdarî, hiqûqa Kurdistanê nas nake. Partîyên Kurdistanê û serokên Kurdistanê rewa nabîne.

Loma jî divê Meclîs û Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê bi hev re, ji bona ku PKKê tasfiye bikin xebat bikin û biryar bigrin, rê û rêbazekê dîyar bikin.Wê demê dikarin pêşîya operasyonên dewleta Tirk û avakirina “Herêma Ewlewî” bigrin.

Piştî tasfiyekirina PKKê, heger dewleta Tirk operasyonan bike, wê demê ji bona wan ji her alî de zehmet dibe.

Nûha Neteweya Yekbûyî û Yekîtiya Ewrûpayê û platformên din yên navneteweyî dengê xwe nakin.

JI BONA PÊŞÎYA OPERASYON Û BOMBARANÊN DEWLETA TIRK BÊ GIRTIN RIYA DUYEMÎN: LI HEMBERÎ DEWLETA TIRK ŞER E…

Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê heger mijara PKKê çareser neke, nikare ku ji operasyon û bombabarandina Dewleta Tirk xelas bibin. Nikare serwerîya xwe biparêze.

Mafê hemwelatîyan e ku ew parastina serwerîya xwe ji Hîkûmeta Federal û Hikûmeta Kurdistanê bixwazin.

Heger ew jî dixwazin ku serwerîya xwe biparêzin, divê ku bi dewleta Tirk re şer bikin. Heger hikûmetên heyî nikarin vê yekê bikin, divê dest ji kar berdin. Hilbijartina pêşwext çê bikin, bes ji bona vê mijarê hikûmetan ava bikin.

MECLÎS Û HIKÛMETÊ KURDISTANÊ Û DEWLETA FEDERAL ÇI DIKE?

Meclîs û hikûmetên Kurdistanê û Dewleta Federal herdu riyan jî bi kar nîne. Çi dike? Di meclısê de komîsyoneke lêpirsînê ava dike ku ew jî biçe deverên ku ji aliyê Dewleta Tirk de hatine bombaran kirin û operasyon lê dibin, raporekê amade bikin. Pişt re biryar bigrin ku dê çi bikin.

Ew riya ne riya çareserîyê. Ew riya mijar paşgûh kirine. Divê ku ev yeka nayê kirin. Her ku diçe nexweşî giran dibe. Demek dê bê çareserîya wê jî mimkûn nabe!

Diyarbekîr, 10. 07. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *