Perwerdebûn û fermîbûna zimanê kurdî, fêrbûna kurdî (dersa bijarte)

Îbrahîm GÜÇLÜ

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di van rojên dawî de girêdayî qempenya ya dersa bijarte ya zimanê kurdî, bi giştî ziman û zimanê kurdî gelek zindî tê minaqeşe kirin. Girêdayî zimanê kurdî gelek mijarên girîng jî di rojevê de ne. Bi taybetî jî pêwendîya perwerdebûn û fermîbûna zimanê kurdî û dersa bijarte ya zimanê kurdî mijareke gelek rojane û girîng e. Di derbarê vê mijarê de, du nêrînên cûda hene. Ezê li ser wan herdû nerînan jî rawestim.

PERWERDEBÛN Û FERMÎBÛNA ZIMANÊ KURDÎ…

Dema ku însan qewimîn, wek kom û civat qewimîn. Loma jî diviya bû ku însan bi hev re pêwendî çê bikin û hevûdu fahm bikin. Ez di wê bawerîyê de me ku wê demê jî ziman qewimî. Gelek aşkere derdikeve holê ku ziman nebe, civat nabe, însan bi hev re bi awayekî komkirî nikarin jiyanê bimeşînin.

Ji bona vê yekê, ziman hêjayîya însanetî û civatan e. Ziman hêjayî ya mezin û girîng ya gelan û neteweyan e. Ez dibêjim ku “ziman, netewe ye, netewe jî ziman e.” Heger netewek xwediyê ziman nebe, nabe netewe. Loma jî ziman, di jiyana  neteweyan de hebûn û nebûn e.

Ziman, çand e; ziman dîrok e; ziman îlim e; ziman hûner e; ziman kevneşopîye. Bi wateyeke din, bi iman çand, dîrok, îlim, hûner, keveneşopî çê dibe û tê afirandin.. Bi ziman pêşketin çê  dibe. Bi ziman şexsîyet a kesa, însana, neteweyan çêdibe. Kesê bi zimanê xwe perwerde nebin, kêm-însan dibin. Nikarin hemû potansiyela xwe tevbigerînin û pêş bikevin. Loma jî li ser perwerdeya zimanê zikmakî yên zarokan û zimanê biyanî gelek lêkolîn çêbûne. Di encamê de hatiye tespît kirin ku zarokên bi zimanê dayika xwe perwerde nebûne, xwedîyê pirsgirêkên mezin in.

Dewletên kolonyalîst û bi taybetî jî dewleta Tirk ya kolonyalîst, piştî ku ava bû, wek siyaseta fermî ya dewletê pejirand ku ‘‘kurd tune ne. Kurd, Tirk in.‘‘ Lê wan jî dizanî ku ev ne rast e. Lê ji bona ku kurdan bikin Tirk, diviya zimanê kurdî ji holê rakirina. Loma jî zimanê kurdî qedexe kirin. Kurdên bi kurdî qise kirin, darizandin ciza kirin. Cizayê pereyên mezin dan kurdan ku kurdî qise nekin.. Rewşenbîr û kurdperwer, ji bona zimanê kurdî, xistin hepisxaneyan û li wan êşkence kirin. Cizayên giran li wan birîn.

Lewra Dewleta Tirk baş dizanî ku dema zimanê kurdî ji holê rabe, neteweya kurd jî ji holê radibe. Kurd, wek netew nikare hebûna xwe biparêze.

Sedema serhildinên neteweyî yên Kurdistanê qedexekirina zimanê kurdî bû.

Dewleta Tirk nikarî zimanê kurdî bi tevayî ji holê rake, Lê di asîmîlekirina kurdan de û di qelskirina zimanê kurdî de gavên gelek mezin avêtin.

Loma ziman ji bona kurdan gelek girîng e. Sedema hebûn û nebûna me ya kurdan û neteweya kurd e.  

Hezar mixabin, ji derveyî Başûrê Kurdistanê, neteweya kurd nikare bi zimanê xwe perwerde bibe, zimanê neteweya kurd, ne zimanê fermî ye.

Loma jî têkoşîna neteweya kurd, di hemandem de têkoşîna zimanê kurdî ye. Têkoşîna ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerde yî.  

Zimanê kurdî li hemû beşên Kurdistanê, dema Kurd li welatê xwe desthilatdar bûn, dibe zimanê fermî û perwerdeyî. Neteweya kurd, di du statuyên siyasî û dewletî de dikarin bibin desthilatdar.

Statuya yekemîn: Neteweya kurd û kurdistanî, wek her neteweyekî jî dixwazin, statuya dewleta serbixwe ya Kurdistanê avabikin. Aşkere ye ku dema neteweya kurd û Kurdistanî bûn xwediyê dewleta Kurdistanê, wê demê dagirkerî û kolonyalîzma li Kurdistanê dawî tê. Neteweya kurd, bi îradeya xwe qedera xwe tespît dike û Kurdistanê birêve dibe. Gûman tune ye ku wê demê yanî di dewleta Kurdistanê de, zimanê kurdî, dibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyî. Li hemû qonaxên perwerdeyî de, (Dibistana destpêk, navîn, bakelorî, zanîngeh û li ciyê din)  zimanê kurdî, dibe zimanê perwerdeyî.

Statuya duyemîn: Dema ku Dewletên dagirker û kolonyalîst, bi awayekî radîqal hatin guhertin, bûn dewletên federal, bûn dewletên kurdan jî wê demê jî zimanê kurdî dibê zimanê fermî û perwerdeyî.

Di vê qonaxê de Iraq, dewleteke federal e. Loma jî di hemandem de, dewleta neteweya kurd e jî. Loma jî zimanê kurdî zimanê fermî û zimanê perwerdeyî ye.

Li Bakurê Kurdistanê ji bona van herdu statuyan jî têkoşîn didomîne. Lê ji bona ku ev statuyan ava bibin, demekî dirêj dixwaze. Loma jî, ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyî, divê ku zimanê kurdî li ser piya bimîne û nemire û pêş bikeve divê ji bo vêya gelek xebat bên kirin.

FÊRBÛNA KURDÎ (DERSA BIJARTE)

Ji bona fêrbûn û pêşxistin û zîndîgirtina zimanê kurdî, gelek rê hene ku em wan bir kar bînin. Dersa bijarte jî di fêrbûna zimanê kurdî de derfetek e. Di dewleta Tirk de jî ev derfeta heye. Divê kurd vê derfetê bi kar bînin. Ev derfeta ji bona amabûna zimanê perwerde û fermî ya kurdî jî gelek girîng e; dê jê re bibe alîkar..

Hezar mixabin beşek kurd, li dijî dersa bijarte ya zimanê kurdî derdikevin. Ew dibêjin, şermezariye ku em zimanê neteweya mezin ya kurd wek dersa bijarte bi kar bînin.

Ev nêrîna ne rast û ne rasyonal û ne di berjewendniya kurdan û zimanê kurdî de ye.

Ev helwesta, xizmetî siyaseta dewleta Tirk dike. Lewra Dewleta Tirk dixwaze ku zimanê kurdî, bi tevayî ji holê rabe. Loma jî PKKê jî wek aparataka dewletê, li dijî dersa bijarte ya zimanê kurdî derket. Nehîşt ku malbat, zarokên xwe bişînin dersa bijarte ya zimanê kurdî. Bi xwe jî û zarokan jî zêdetir Tirkî ecibandin. Ji Kurdbûnê dûr ketin.

Em baş dizanin ku ev plana  PKKê ye. Dema kurdî pêşbikeve, PKKê darbeyeke mezin dixwe û paşve diçe.

PKKê bes li dijî dersa bijarte ya zimanê kurdî derneket. PKKê dijminatî ji TRT Kurdî re, ji Telewîzyona dinyayê re, ji telewîzyonên Başûrê Kurdistanê re, li zanîngehan ji beşên zimanê kurdî û edebiyata kurdî jî kir.

Lê em gelek rewşenbîr û siyasetvanên kurd, li dijî helwesta PKKê derketin. PKKê her kes, her hûnermendek, xwendevanek tehdît kirin. Lê em li dijî wan tehdîdan jî derketin.

Me gelek rast jî kir. Lewra di wan dezgehan de, kurdî pêş ket, gelek kesan di wan dezgehan de kurdî fêrbûn; xwendin û nivîsandina kurdî pêş ket; rojnamevan, mamoste, programçêkerên telewîzyonan, programçêker têgihîiştin. 

Ez dibêjim ku dersa bijarte ya kurdî, ji bona fêrbûna kurdî, ji bona zarokên me derfet çêdike. Sînorê asîmîlasyonê teng dike. Dibe sedem ku zarokên me bi awayekî kurdî qise bikin, kurdî bixwînin û binivsînin.

Tê zanîn ku li Swêdê, bi vê sîyasetê, zarokên kurdan kurdî fêrbûn, kurdi xwendin û nivîsandin. Zimanê kurdî pêş xistin.

Loma divê em rewşenbîr, nivîskar, siyasetvan, dezgehên kurd û partî-rêxistinên Kurdistanê ji dersa bijarte ya zimanê kurdî re xwedî derkevin. Malbatan û zarokên me teşwîk bikin û ji wan re bibin alîkar ku ew zimanê kırdî bi dersa bijarte bixwînin, fêrî kurdî bibin, xwendin û nivîsandina xwe ya kurdî pêş nbixin.

Ez bi xûrtî ji vê qempenyayê re piştgirî dikim. Bi aktifî beşdarı qempenyayê dibim.

Dema ku em vî karî dikin, em her dem armanca mezin ya dewletbûna Kurdistanê, perwerdeyî û fermîbûna zimanê kurdî ji bira nakin. Xebata dersa bijarte ya zimanê kurdî ji bona ev armanca mezin û pîroz wek derfetekê û wek gavekê dihesibînin.

Diyarbekîr, 04. 02. 2022

 

 

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *