PDKê Raperîna 5ê Adara 1991ê pîroz kir: Parastina destkeftên xwe bikin

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 4ê Adarê daxuyaniyek bi boneya 34emîn salvegera Raperînê belav kir û ragihand, “Xebata gelê me yê xweragir bi hemû çîn û pêkhateyên xwe ve, ji bo gihîştina armancên me yên rewa, her dem cihê şanaziyê bû.”

Polîtburoya PDKê di daxuyaniya xwe de da zanîn: “Dîroka me ya neteweyî û niştimanî bi qurbanîdan, helwest û îradeya kurên me yên dilsoz, bi wefa û dilpak hatiye xemilandin, ew hêz bêdawî ye ku her dem mertal û sipêra beramberî zilm û zor û serkutkirinê bûne, ji wê nêrînê jî selmand ku hêza gel hevşanê hêza Pêşmerge, hêza rastîn a şoreş û berxwedan û serhildanê ye.

Di daxuyaniya PDKê de hate diyarkirin: “Yek ji wan xelekên herî çarenivîsaz ên têkoşîn û berdewambûna xebata me ya neqetiyayî, jîlemoya serhildana birûmet a 5ê Adara 1991an bû ku bi hîmet û beşdariya cemawerê dilsoz, xelkê têkoşer û fedakar û biryara serkirdayetiya siyasî ya Bereya Kurdistanî û hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê li bajarê Ranyeyê, dergeha serhildanê, pê ket.”

PDKê destnîşan kir: “Zincîra berxwedan û serhildanê, wek peyameke rewa û rastiyane ya gelê me û pêdiviyeke qonaxê derket holê, hevan û gaveke mezin û hêvîdar bû bo avakirina ezmûneke nû ya fermanrewayiyê di sala 1992yan de ku xwe di parlament û hikûmeta Herêma Kurdistanê de dît û bû berçavkerê rastîn ê daxwaz û vîna cemawerê serhildêr ên Kurdistanê.”

Herwiha hate bibîrxistin, “Di vê bîranîna şikomend de, em li Partiya Demokrat a Kurdistanê, wek her demê û li ser heman prensîp û peyama rast û dirust a partiya xwe, tekezî li ser rêkxistina nava mala Kurdistanê dikin, bi awayekî bi hemû aliyekî me ve li ser pirsên stratejî yên Kurdistanê, di parastina mafên me yên rewa û destûrî de li ser axa xwe, hevaheng û hevgotar bin.”

PDKê da zanîn, “Di bîranîna serhildanê de, rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û Iraqê bi taybetî di qonaxeke hestiyar û girîng de ye, guherînên diyar û berçav rû dane, ji ber wê pêwîst e hemû alî li ser asta siyasî û hikumranî ya Herêma Kurdistanê ji aliyekî ve tekezî li ser aramî û parastina destkeftên xwe bikin. Ji aliyê din ve bi hemû awayekî kar bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêm û Hikûmeta Federal bikin.” (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *