PDK: Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku rê li van kiryarên nemirovane bigirin

Polîtburoya PDKê têkildarî êrîşên ser Hewlêrê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Polîtburoya PDK de nirxandina li jêr hat kirin:

”Bi mixabîniyek mezin carek din Komara Îslamî ya Îranê bi hincetên bêbingeh û bi rokêtên Balistî û bi droanan êrîş kir ser Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û gelek ziyan li pey xwe anî.

Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi tundî vê êrişa neheq şermezar dikin ku di encamê de gelek welatiyên sivîl ên bêguneh, jin û zarok şehîd ketine û birîndar bûne.

Ev êrişa neheq û tawankar bi armanca têkdana aramiya Herêma Kurdistanê, çêkirina kaosê, binpêkirina yasayên navnetewî û serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê ye.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî, civaka navnetewî û hemû aliyên siyasî yên li dijî teror û tundûtûjiyê dikin ku li hember vê destdirêjî û êrişên dubare yên Komara Îslamî ya Îranê rawestin û rê li van kiryarên nemirovane bigirin.

Nabe êdî welatiyên serbilind ên Kurdistanê bibin armanca mûşek û dronên Komara Îslamî ya Îranê û grûpên girêdayî wê.

Divê hikûmeta federal erkê xwe yê yasayî û destûrî yên parastina welêt û serweriya Iraqê bi cih bîne û êdî wek berê li hember van êriş û destdirêjiyan xemsar nemîne.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên vê êrişa hovane re dixwazin û ji birîndaran re jî şifayê dixwazin”.

RK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *