Partîyên Kurdistanî Li Amedê , Di Roja Ala Kurdistanê De Ji Şer Re gotin ‘’Na’’

Hereketa Azadî, KADEP,ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK roja 17.12.2015ê li Amedê , li ber AZC Plazayê, di Roja Ala Kurdistanê de ji şer re  gotin ‘’na’’.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa  Özçelik, Sekreterê Giştî yê PSKê Mesûd Tek, Serokê Giştî yê PDK-BAKUR Sertaç Bucak, endamê Komîteya Rêveberîya OSPê Nusret Maçin û gelek rêveber, endam û alîgirên 7 partîyan û gelek welatperwer beşdarî çalakîyê bûn.

Gelek televîzyon û rojnameyan  ev çalakîya şopandin.

Li vê derê Serokê Şaxa Amedê yê PAKê  Hanefi Turan bi kurdî, endamê Komîteya Rêveberîya PSKê Ramazan Moray bi Tirkî daxuyanî xwendin.

Piştî daxuyanîyê girse belav bû.

Hereketa Azadî, KADEP,ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR,PSK

————————————————————————————————-

Daxuyanîya hate xwendin ev e:

Di Roja Ala Kurdistanê de Em Dibêjin ‘’Ji Şer Re Na’’

17ê çileya pêşîn roja ala Kurdistanê ye. Ew ala ku îro li ser Parlementoya  Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê bi serfirazî balêdibe, li perçeyên din yên Kurdistanê jî, di nav şer, wêranî û kuştinan de wek nîşana berxwedanê balêdibe.

Ala  Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin, di 1919an de ji alî Teşkîlati Îctîmaîye Cemiyetîya Kurdan ve hatîye tesbîtkirin û di 1920’î de jî dîsa ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin.

Di 1927 an ew ala ku di 1920 ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.

Ala Kurdistanê di 1932ê  de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin.

Hikûmeta Cumhurîyeta Kurdistanê  Ala Kurdîstanê ya ku di 1919-an de ji alî TeÅŸkîlatî Îçtîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin qebûl kir, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li piÅŸt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kirin. Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Qazî Muhemmed ala Kurdistanê ya Komara Mehabadê dide Mela Mistefa Barzanî û weha dibêje: “Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê.”

Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê jî ew ala  ku di 1920ê de hatibû qebûl kirin, wek ala Kurdistanê qebûl kiriye.

Ev ala  Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî eve nêzî 100 salan e ku wek ala  Kurdistanê tê qebûl kirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *