Hereketa Azadî, KADEP,ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK roja 17.12.2015ê li Amedê , li ber AZC Plazayê, di Roja Ala Kurdistanê de ji şer re gotin ‘’na’’.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Sekreterê Giştî yê PSKê Mesûd Tek, Serokê Giştî yê PDK-BAKUR Sertaç Bucak, endamê Komîteya Rêveberîya OSPê Nusret Maçin û gelek rêveber, endam û alîgirên 7 partîyan û gelek welatperwer beşdarî çalakîyê bûn.
Gelek televîzyon û rojnameyan ev çalakîya şopandin.
Li vê derê Serokê Şaxa Amedê yê PAKê Hanefi Turan bi kurdî, endamê Komîteya Rêveberîya PSKê Ramazan Moray bi Tirkî daxuyanî xwendin.
Piştî daxuyanîyê girse belav bû.
Hereketa Azadî, KADEP,ÖSP, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR,PSK
————————————————————————————————-
Daxuyanîya hate xwendin ev e:
Di Roja Ala Kurdistanê de Em Dibêjin ‘’Ji Şer Re Na’’
17ê çileya pêşîn roja ala Kurdistanê ye. Ew ala ku îro li ser Parlementoya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê bi serfirazî balêdibe, li perçeyên din yên Kurdistanê jî, di nav şer, wêranî û kuştinan de wek nîşana berxwedanê balêdibe.
Ala Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin, di 1919an de ji alî Teşkîlati Îctîmaîye Cemiyetîya Kurdan ve hatîye tesbîtkirin û di 1920’î de jî dîsa ji alî Teşkîlatî Îctîmaîye Cemîyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatîye qebûlkirin.
Di 1927 an ew ala ku di 1920 ê de hatibû qebûl kirin, ji alîyê Xoybûnê ve li çiyayê Agirîyê hate bilind kirin.
Ala Kurdistanê di 1932ê de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatîye çapkirin.
Hikûmeta Cumhurîyeta Kurdistanê Ala Kurdîstanê ya ku di 1919-an de ji alî Teşkîlatî Îçtîmaîye Cemîyetîyê ve hatibû tesbîtkirin qebûl kir, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Cumhurîyeta Mehabadê qebûl kirin. Berîya ku Komara Kurdistanê birûxe, Qazî Muhemmed ala Kurdistanê ya Komara Mehabadê dide Mela Mistefa Barzanî û weha dibêje: “Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûnê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê.”
Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê jî ew ala ku di 1920ê de hatibû qebûl kirin, wek ala Kurdistanê qebûl kiriye.
Ev ala Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî eve nêzî 100 salan e ku wek ala Kurdistanê tê qebûl kirin.