Partîya Yekîtîya Demokrata Kurd li Sûrî (PYDKS) li Hollanda bajarê Arnhem Komela Koç-Kak semînerek pêşkêş kir!

Ji bo bîranîna şehîdbûna salvegera serokê Partîya Yekîtîya Demokrata Kurd li Sûrî (PYDKS) ÎSMAÎL UMER û endamê Komîta Rêvebir AHMED BOZAN û bi giştî li ser rewşa çar perçê Kurdistan û tevgera Kurd, bi taybet li ser rewşa Kurdistana Başûrê Rojava Endamê Komîta Rêzanî birêz SELAH ALEMDARÎ û endamê Komîta Rêvebir û berpirsîyarê Komîta Ewropa birêz HEBÎB BIRAHÎM bi agedarîyên berfereh semînerek pêşkêşî girseya mêvanan kir.

Her du berpirsên PYDKS, alozî û qeyrana ku îro li Rojhilata Navîn rû dide, rewşa ku tevgera Kurd tê de ye û firsenda rizgarîya gelê Kurd li her çar perçan destnîşan kirin. Tevlî hemû pirsgirêkên ku li pêşberî tevgera Kurd, ji bo çareserîya doza Kurd, him di her perçakî û him jî di nava her çar perçê Kurdistanê, rêzgirtin, tolerans û tehamula ji hev re ya gel, partî û rêxistinên Kurd û di nava hêzên Kurd de yekîtî, hevkarî û piştgirî destnîşan kirin.

imgp0822Her du rêzdaran, desttêwerdana hin partî û hêzên Kurdistanî, ne li ser asasê hevkarî û piştgirîyê, lê wek rasterast rêvebirin û îdarekirina tevgera beşekî din yê Kurdistanê rexne kirin. Rêzgirtina xwe ji biryar, daxwaz û îradeya raya gel û tevgera her perçeyekî Kurdistanê dîyar kirin û vê helwesta ji bo parçê xwe jî ji hêz û partîyên perçê Kurdistanê yên din hêvî kirin. Partîya xwe, di nava hêzên Kurdistanî yên dijber, ne  wek terefekî, lê wek pira li hevkirin, yekîtî û hevkarîya hêz û wan partîya nîşan kirin.

Gelek partî û rêxistinên her çar perçên Kurdistanê hatibûn vexwendin û berpirsên hin partî û rêxistinan di derbarê rojeva semînerê de axaftin kirin; hêvî û daxwazên xwe pêşkêş kirin û ji pêşkêşvanên semînerê pirsên xwe kirin. Rêzdar SELAH û HEBÎB, li gor bîr û bawerîyên xwe bi bînfirehî û berfirehî bersîfa her pirsekê dan.

Civîn bi giramî, aramî û serfirazî bi dawî hat… 30.10.2016

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *