Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwe fesix kir

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwe fesix kir.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

PKKyê encama danezana kongreya xwe ya 12emîn eşkere kir.

Kongreyê avahiya rêxistinî ya PKKyê fesix kir, têkoşîne çekdarî û karên bi navê PKKyê têne kirin hemû bi dawî kirin. Kongreyê wefata Alî Haydar Kaytan û Riza Altun ragihand.

Li gorî ANFyê, danezana kongreyê bi vî rengî ye:

“Pêvajoya Rêber Abdullah Ocalan ku bi daxuyaniya 27ê Sibata 2025an dest pê kiriye, bi xebatên ku ji gelek aliyan ve daye meşandin, di bin ronahiya perspektîvên ku bi şêwazên cuda pêşkêş kiriye de Kongreya Partiya me ya 12emîn di navbera 5-7ê Gulanê de civiya û bi serketî temam bû.

Kongreya me li gel şerê ku dewam dikir, êrişên hewayî û bejahî yên didomiyan, dorpêçkirina li sar qadên me û ambargoya PDKyê ya di şertên dijwar de dewam dikir bi awayekî ewlehî pêk hat.

Kongre ji ber sedemên ewlehiyê li du qadên cuda bi awayekî hemwext çêbû. Bi tevahî bi beşdariya 232 delegeyan Kongreya PKKyê ya 12emîn bi nîqaşkirina mijarên weke Rêbertî, Şehîdan, Gaziyan, Hebûna Rêxistinî ya PKKyê û Rêbaza Bidawîkirina Têkoşîna Çekdarî û Înşaya Civaka Demokratîk ji bo Tevgera me ya Azadiyê biryarên dîrokî yên destpêka qonaxeke nû îfade dikin girt.

“PKKyê siyaseta înkar û îmhayê parçe kir”

Kongreya PKKyê ya 12emîn a Awarte nirxand ku têkoşîna PKKyê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me parçe kiriye, pirsgirêka Kurd bi rêya siyaseta demokratîk aniye noqteya çareseriyê, ji vê hêlê ve PKK mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye.

Li ser vê bingehê Kongreya PKKyê ya 12emîn, ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKKyê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî girtiye û xebatên li ser navê PKKyê daye meşandin bi dawî kirine.

Partiya me PKK li dijî siyaseta înkar û îmhaya Kurd ku çavkaniya xwe ji Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924an girtiye, weke tevgera azadiyê derketiye ser dika dîrokê.

Di wextê avabûnê de bandora sosyalîzma pêkhatî jiya û rêgeza ku netewe mafên xwê yên qedera xwe tayîn dikin pejirand, li ser bingehê stratejiya têkoşîna çekdarî têkoşîneke mafdar, rewa meşand.

PKK di şert û mercên ku înkara Kurd bi hişkî dihat meşandin, siyaseta îmhayê ya xwe dispêrê vê, polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê serwer bûn de şekil girt. Bi têkoşîna azadiyê ku ji 1978an ve daye destpêkirin ev tişt ji xwe re esas girtiye; hebûna gelê Kurd bide qebûlkirin û pirsgirêka Kurd weke realîteya bingehîn a Tirkiyeyê bê dîtin.

Li ser vê bingehê di encama têkoşîna ku bi serketî daye meşandin de li ser navê gelê me bi pêkanîna şoreşa vejînê bûye sembola lêgerîna jiyana bi rûmet û hêviya azadiyê ya gelên herêmê.

Ji aliyê gelê me ve şoreşa me ya vejînê di şert û mercên salên 1990î de rê li pêşiya pêşketinên mezin vekir û di Serokkomarê Komara Tirkiyeyê Turgut Ozal de lêgerîna pirsgirêka Kurd bi riya siyasetê bê çaresarkirin bi pêş ket. Rêber APO bi agirbesta 17ê Adara 1993yan bersiv da vê lêgerînê û pêvajoyek nû da destpêkirin.

Encax bandorên giran ên sosyalîzma pêkhatî, têgihiştinên çetewarî yên li ser xeta me ya şer dihatin ferzkirin û dewleta kûr ku Turgut Ozal û ekîba wî ji holê rakir, encama mezinkirina şer a di israrkirina siyaseta înkar û îmhayê ya Kurd de ev pêvajoya nû sabote bû. Bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Bi mîlyonan Kurd ji warê bav û kalên xwe hatin koçberkirin, bi deh hezaran kes di şkenceyan re derbas bûn û avêtin zindanê û bi hezaran jî bi awayê kujerên wan nayê zanîn hatin qetilkirin.

Beramberî vê yekê Tevgera Azadiyê hem weke çendanî hem weke çawanî mezin bû, şerê gerîla belavî Kurdistan û Tirkiyê bû. Bi bandora şerê ku gerîla meşand gelê Kurd rabû serhildanê. Bi vî rengî ji aliyê her du aliyan ve şer bû hilbijêrka sereke.

Dubareya ku şer beramberî hev hat mezinkirin nehat borandin. Ji ber vê hewldanên Rêber APO yên pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike bêencam man.

Pêvajo bi komploya navneteweyî ya 15ê Sibata 1999an re veguhezî merhaleyeke cuda. Di vê pêvajoyê de hedefeke girîng a komployê şerê Kurd-Tirk bû, bi saya hewldan û fedekariyên mezin ên Rêber APO ev hat astengkirin.

Rexmî ku di pergala qirkirin û şkenceyê ya Îmraliyê de dihat girtin israra xwe ya ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bibe dewam kir. Rêber APO ku ev 27 sal in di bin tecrîda teqez de tê hiştin, bi têkoşîna xwe ya li dijî pergala qirkirinê ya Îmraliyê komploya navneteweyî pûç kir.

Di têkoşîna bi komploya navneteweyî re bi dahûrandina pergala desthilatdar-dewletdar a serweriya mêr, paradîgmaya civakî ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê bi pêş xist. Bi vî rengî ji bo gelê me, jin û mirovahiya bindest pergala azadiyê ya alternatîv şênber kir.

Rêber APO têkiliyên Kurd-Tirk ên bûne pirsgirêk bi referans girtina beriya Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924an, têgihiştina Neteweya Demokratîk û perspektîva Komara Tirkiyeyê ya Demokratîk ku bi esasgirtina Welatê Hevpar û gelên Kurd-Tirk hêmanên damezirîner in weke çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd qebûl dike.

Serhildanên Kurd ên di dîroka Komarê de pêk hatine, diyalektîka têkiliyên Kurd-Tirk ên dîroka hezar salî û têkoşîna 52 salan a Rêbertiyê nîşan dide ku pirsgirêka Kurd encax bi çareserkirina li ser esasê Welatê Hevpar û Welatiyên Wekhev ew ê bide qezenckirin. Di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3yemîn de pêşketinên rojane yên li Rojhilata Navîn diqewimin jî jinûvevesazkirina têkiliyên Kurd-Tirk bivê nevê ferz dike.

“Gelê me dê li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk xwedî derkeve”

Gelê me yê bi rûmet û berxwedêr ku ev 52 sal in li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê, siyaseta înkar û îmhayê, bi şertê dayîna bedelên mezin xwe tevli meşa PKKyê û Rêbertiyê kirine, dê bi awayê hîn serwextkirî û rêxistinkirî xwedî li vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî derkevin.

Em ji gelê xwe tam bawer in ku biryara fesixkirina PKKyê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî dê ji her kesî hîn baştir fêm bikin, li ser bingeha înşaya civaka demokratîk dê li erkên xwe yên qonaxa têkoşîna demokratîk xwedî derkevin.

Gelê me dê bi pêşengiya jin û ciwanan, li her qadan rêxistinbûna xwe ava bike, bi zimanên xwe, bi nasnameyên xwe û bi çandên xwe li ser bingêha têrî xwe bikin ew ê xwe rêxistin bikin, li dijî êrişan ew dê karibin xwe biparêzin û bi ruhê seferberiyê înşakirina civaka demokratîk û komûnal a heyatî pêk bînin.

Li ser vî esasî em bawer dikin ku partiyên siyasî yên Kurd, rûspî û rêxistinên demokratîk ji bo demokrasiya Kurd bi pêş bixin û neteweyîbûna demokratîk a Kurd pêk bînin dê berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Mîrata dîroka me ya azadiyê ku bi têkoşîn û berxwedanê derbas bûye bi biryarên Kongreya PKKyê ya 12emîn re, bi rêbaza siyaseta demokratîk ew ê hîn xurt bi pêş bikeve, dahatûya gelên me ew ê li ser bingeha azadî û wekheviyê bi pêş bikeve.

Gelên me yên hêjar û kedkar, hemû grûbên baweriyê, jin û ciwan, karker, gundî û beşên derveyî desthilatdariyê mane di vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de bi parastina mafên xwe di hawirdoreke adîl û demokratîk de ew ê jiyana hevpar bi pêş bixînin.

Biryara kongreya me ya fesixkirina PKKyê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî ji aştiya mayînde û çareseriya demokratîk re zemîneke xurt pêşkêş dike. Pêkanîna biryarên ku mijara gotinê ne, pêwîst dike ku Rêber APO pêvajoyê birêve bibe û araste bike, nasîna mafên siyaseta demokratîk û garantiya hiqûqî ya saxlem ferz dike.

Di vê merhaleyê de Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê bi berpirsyariya dîrokî rola xwe bilîze girîng e. Em bang dikin ku bi heman rengî di serî de hikûmet û partiya sereke ya mixalefetê, partiyên siyasî yên temsîla wan li meclisê tên kirin, rêxistinên civaka sivîl, civatên ol û baweriyan, saziyên ragihandinê yên demokratîk, rûspî, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, sendîkayên karker-kedkaran, rêxistinên jin-ciwanan, tevgerên ekolojîst divê bikevin bin berpirsyariyê û xwe tevli pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikin.

Hêzên sosyalîst-çepgir ên Tirkiyeyê, pêkhateyên şoreşgerî, rêxistin û şexsiyet bi xwedîderketina li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re têkoşîna gelan, jinan û bindestan dê asteke nû bi dest bixe. Ev, dê bê wateya biserxistina armanca şoreşgerên mezin ku gotinên wan ên dawîn ‘Bijî Biratiya Gelên Tirk û Kurd û Tirkiyeya Tam Serbixwe!’ bûn.

Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna sosyalîzmê de ku Sosyalîzma Civaka Demokratîk nûnertiya merhaleyeke nû dike, bipêşxistina tevgera demokrasiya global re dê dinyayeke wekhev û adîl ava bibe.

Li ser vê bingehê em bang dikin ku di serî de dostên me yên ji Pêngava Azadiya Global re pêşengtiyê dikin bi raya giştî ya demokratîk re di çarçoveya teoriya modernîteya demokratîk de piştevaniyê mezintir bikin.

Hêzên navneteweyî di polîtîkayên qirkirinê yên ev sed sal e li dijî gelê me tê meşandin de berpirsyariya xwe bibînin, ji çareseriya demokratîk re nebin asteng û em wan vedixwînin ku piştgiriyeke avakar pêşkêşî pêvajoyê bikin.

Wefata Fuat-Alî Haydar Kaytan û Riza Altun hat ragihandin

Kongreya PKKyê ya 12emîn ku bi banga Rêbertiya me kom bû, şehadeta kadroyên pêşeng ên Partiya me Fuat-ALÎ HAYDAR KAYTAN ku 3yê Tîrmeha 2018an de û RIZA ALTUN ku 25ê Îlona 2019an de şehîd ketine îlan kir.

Li ser vê bingehê yek ji kadroyên pêşeng û damezirînerê PKKyê hevrê Fuat-ALÎ HAYDAR KAYTAN weke sembola ‘Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz’ yek ji hevrêyên destpêkê yên Rêber APO hevrê RIZA ALTUN jî weke sembola ‘Hevrêtiya Azadiyê’ qebûl kiriye.

Kongreya Partiyê ya 12emîn a dîrokî, em diyarî her du şehîdên mezin dikin ku ji destpêka Tevgera me ya Azadiyê cih girtiye û bi têkoşîna xwe ya bênavber ji me re pêşengtî kir.

Di şexsê wan de ji hemû şehîdên me yên têkoşînê re em soza xwe ya serketinê dubare dikin, em îdiaya xwe ya pêkanîna xeyalên Şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder destnîşan dikin.

Sosyalîzma Neteweya Dewletdar Têkçûnê Tîne, Sosyalîzma Civaka Demokratîk Digihîne Serketinê!

Israra di Mirovahiyê de Israra di Sosyalîzmê de ye!

Bijî Serok Apo!

12 Gulan 2025

Dîwana Kongreya PKKyê ya 12emîn”(Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *