Partiya Çeqilmast li ser xêrê be!

De werin û kirasê xwe neçirînin!!

De werin û kirasê xwe neçirînin!! İncex Kurd karibin vê xwelîliserîyê bikin. Û incex Kurd karibin heq û hiqûq, ked û kesayetîya hevdu bixin bin lingan û biperçiqînin. Incex Kurd karibin dev ji berjewendîyên xwe yên netewî berdin û hefsarê Tirkan têxin stuyê xwe.Belê, ked û xwêdan, xwîn û îmkanên 40 salan bûn bi qurbana welatê hevbeş (Tirkîye) û Tirkayetîyê. Tirkên ku hetanî doh bi navê sosyalîzm û enternasyonalîzmê dijminatîya tevgera azadîxwaza gelê Kurd dikir, îro bûn serok û rêvebirên Kurdên xwelîliser. Û Kurdên xwelîliser jî bê qeyd û şert pêl cendekên şehîdên Kurdistanê kirin, xwîna keç û xortên me yên gerîlla di tasa zêrîn de pêşkêşî Partîya Demokrat a Çeqilmast, ango HDP (Halklari Dewşîrme Partîsî) kirin.Belê, bi fermana Ocalan û bi plan û projeyên dewleta Tirko HDP ket rojeva Kurdan. Wek ku Hevserokê HDP Ertûgrûl Kurkçu jî anî zimên, HDP plan û projeyek stratejîk û dûr û dirêj e, wê HDP bi siyasetek çep û Kemalîst yekîtîya Tirk û Kurdan (ew yekîtîya ku dewleta Tirk 90 sal in dikir û ne dikir nikarîbû pêk bîne) bikemilîne û Kurdên xwelîliser bi dewletê ve pîne bike. Ne tenê ev, herweha wê Kurdan ji daxwaz û berjewendîyên netewî dûr bixe û toqa naletê ya demokratîk cimhûrîyetê têxe stuyê wan. Ji xwe S. Sureyya Onder ê Turkmen eşkere gotibû. Gotibû çi? Gotibû: „Ji bo netewperwerîya Kurd bê astengkirin HDP hatiye avakirin.“ Aha rastîya HDP ev e. Û ev rastî bi plan û projeyên Îmralî, MÎT û Kemalîstên çep ve tê birêvebirin.

 

Di dîrokê de Kurdan tenê ji sedemekê wenda kirine. Tenê yek tişt bûye sedema parçebûn û têkçûna wan. Çiye ev tişt?Netewperwerî. Ango ji qewla Ocalan û Kemalîstên çep ve „Îlkel Mîllîyetçîlîk.“ Kurd heta îro jî nebûne netewperwer. Neterperwerên Kurd bi tilîyan tên hejmartin. Yan sosyalîst in, kominîst û enternasyonalîst in. Yan misliman û ummetçî ne.Yan potînalês û xulamên dagîrkerên xwe ne. Yanî yên xelkê ne û tucarî nebûne yên xwe. Berjewendîyên xwe dikin bi qurbana berjewendîyên dagîrkerên xwe û bi destê xwe tirba xwe dikolin. Ji xwe re kûsî lê ji xelkê re masîyan digirin. Çima? Ji ber ku netewperwerî di dil û mejîyê wan de xurt û geş nebûye û xwe baş nas nekirine. Leyla Zana berî bi salek du salan gotinek pir di cîh de gotibû heke bê bîra we. Gotibû: „Erê BDP î Kurdayetîyê dikin, lê ruhê Kurdayetîyê bi wan re tuneye.“ Aha rastîya BDP û HDP jî ev e. Ruhê Kurdayetîyê ne bi serok û rêvebirên PKK û BDP re heye û ne jî bi yên HDP re.

 

Êdî rastî hew di telîs û çewalan de tê veşartin. Her tişt vekirî û eşkereye. Ji ber ku PKK civatek li gor xwe çêkiriye, êdî hewcedarîya veşartina rastîyan jî nabîne. Her çiqasî alîgirên wê nebînin yan dibînin lê bawer nakin jî, lê êdî dinya û alem zane û dibîne ku ev plan û projeyên zalimane ji yek navendê dertên. Wekîla BDP Pervîn Bûldan belasebeb nedigot „Berî ku em serdana Ocalan bikin bi rojekê, MÎT serdana wî dike.“Yanî berî bi rojekê plan û projeyên rojane yan mehane tên axavtin, tên amadekirin û ew plan û proje bi devê wekîlên BDP û HDP dibin agir û pîşo û ruhê Kurdan ê netewî dişewitîne.Belê, plan û projeyên ku bi Dogû Perînçek, Yalçin Kuçuk û Tirkên wek wan ve dest pê kirin, îro bi destê S.Sureyya Onder, Ertûgrûl Kurkçu, Sebahat Tûncel, Aysel Tûglûk û gellekên din ve tên domandin. Înkarkirina „netew-dewlet“bûna Kurdan, dijderketina serxwebûna Kurdistanê, paraztina yekdewletbûn û yekparîya Tirkîyê wek rêya qederê danîne ber Kurdan û Kurdan bi van dek û dolaban dixapînin, ji xeta netewî bi dûr dixin. Kemalîzmê wek îdeolojîyek hevbeş di mejîyê Kurdan de dikolin. Bi vî awayî dixwazin Kurdan ji xeta netewî û netewperwerîyê sar bikin û çavreşî bikin. Kurdên ku li netewa xwe û serxwebûna welatê xwe xwedî derdikevin jî bi tohmetên wek „netewperwerên paşverû“ bi nav dikin. Ev tohmetên sivik û dûrî aqilan jî helbet ji serê kanîyê, ango ji Îmralîyê dipijiqin û peşkan li Kurdan dixin. Ocalan di hevdîtina herî dawîn de HDP firand ber perê ezmanan û Kurdên ku li dij derdikevin jî dîsa mohra „netewperwerên paşverû“ li wan xist. Di vir de gotinên Ocalan û S. Sureyya Onder hevdu temam dikin. Yanî, HDP birastî jî ji bo netewperwerîya Kurd bê astengkirin hatiye avakirin.

Miletê Kurd di dîroka xwe de her fedakarî kiriye. Bi mal û canê xwe ve piştgirî daye doza xwe, doza Kurd û Kurdistanê. Lê çi hatibe serê vî milletê mazlûm, her bi destê serok û rêvebirên wî hatiye serê wî. Kesên ku serokatî û rêvebirîya vî milletê fedakar kirine, fedakarî û dilsozîya milletê Kurd yan ji bo berjewendîyên xwe û yan jî ji bo berjewendîyên dewletên dagîrker bi kar anîne. Ji ber ku ruhê netewî, evîn û evîndarîya Kurd û Kurdistanê bi wan re tunebû û tuneye, ji wan re her rê mubah e. Ji ber vê, kurmê darê ji darê derdikeve. Kesê ku evîndarê tiştekî nebe nikare xwe di ber wê evînê de feda bike. Çawa ku Ocalan di nivîs û hevpeyvînên xwe de digot„Bende Kurd aşki yoktur – eşqa Kurdî bi min re tuneye“ eşq û evîna Kurd û Kurdistanî bi serok û rêvebirên BDP û HDP re jî tuneye. Ji ber vê jî, pir bi hêsanî karin ked, xwêdan, xwîn û derfetên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, feda bikin û dikin jî. Îro xwîn û xwêdana şehîdên Kurdistanê ji bo HDP û Kemalîstên wek S. S. Onder û Ertûgrûl Kurkçu hatine fedakirin. Ji bo demokratîk cimhûrîyeta Tirko, ji bo yekpare û yekrêzîya dewleta Tirko hatine fedakirin.Helbet Kurd jî ne Kurdên berê ne. Bi hezaran Kurdperwer û netewperwer di nav ref û bingeha PKK û BDP de hene. Ew Kurdên ku bi mal û canê xwe, her tiştên xwe ji PKK û BDP re feda kirine, wê li ked û xwêdana xwe jî xwedî derkevin û wê bêdeng nemînin. Wê bêdeng nemînin ku partîya çeqilmast HDP li ser xwîna zarokên wan biçêre. Wê bêdeng nemînin û razî nebin ku BDP wilo bi hêsanî xwîna zarokên wan di tasa zêrîn de pêşkêşî Kemalîstên Tirk bike. Wê bêdeng nemînin ku hinek tacirên siyasî li ser pişta keç û xortên wan bazirganîya xwînê bikin.Nêzîk lê ne dûr, helbet wê deng ji Kurdên fedakar û xwedî xîret derkeve.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *