PARTAVÊN NÎVANÊ TIRK Û GIRRIK (HAŞIL)

Alî Kemal Yildirim

Evar bû. Zar û Zêvç ber derîyan kom bibûn. Yêke ku çav vêşartikî dilîstîn,  lîstîka xwe cîhîştîn hatin tevlu guruba Kalê bûn. Camêran li pêşîya mala Apê Alîrîza sohbet dikirin. Ji wan hindikan li ser kevirên xwêdanê, yên din ser merxikî cîh dîtîbûn. Yên ku cîyê rûniştinê nedîtîbûn ser nîngan dadiwestîyan.  Çend kes li wîtay (hember) hatin ku tewli sohbetê bûn. Nav wan da leqçîyê (henekkar) mezin layê Apê Dursun Hesen Çavuş, bi navê dinê Şuto jî hebu.

Şuto: ‘’Apê Hesenqazî te ji bavê min ra kifir kirîyê, sêrê Xwadê çi anî ser te?’’

Kalê: ‘’Çi anîye ser min? Tu here sêri bavê xwe bike! Xwadê çi anîye serê wî?’’

Remzî ser kir ku mesele digêhêşî qonaxikî nû, zar zêvçên qiççik li wirê terrivand. Bi durketina zarokan sansur jî rabibû.

Derdê Hesen Çavuş parastina bavê nebû; wî dixast Kalê me bi hêrs bêxini. Wî dizanîya ku wexta Kalê hêrs ket ji qezîya danedigerîya.

Şuto: ‘’De hela bibê! çi hatîye ser bavê min?’’

Kalê: ‘’Daha hînê çi were ser? Mêrik pertika mîrîşkê bixwe dixwe, sing dide dîya te Necarê; loma bavê te wer jar maye û qel i xwar bîye. Li şûnê Necar bîye weku Qutik’’

Şuto: ‘’Te ku sing bidana amojina Şahxanim, tu jî anaha bêkar nedimayî. Kêf kêfa bavê min e; herçixas zayîfe jî, dîya min wî germ dike. Çavê te gotir nake tu loma qala bavê min dikê? Tu jî,  yêkî ji xwe ra bibîne. Zarên (zarokên) te ji tiştikî ra nabin ku te bizewicînîn. Li gundên hêlsa ava Tal, çend mêr mirin e; jin bî (bêkar) mane…’’

Kalê: ‘’Ez zewacê çi dikim? Şaxanim mir şuvatir, me yêk anî; jinik bi tenê heftekî sikinîya. Hezar panotê me, Hurukik toraqa xwaş û kiras i derpeyê min ê nû jî ser da çû. Tu dibê jin bedava ye?’’

Şuto: ‘’Apê Hesenqazî hela rast deng bike te tiştik kir yan ne?’’

Kalê: ‘’Hela sêri vî şêytanê, pirsa ku dike? Ji te ra çi? Tu here ji bavê xwe yê Dursun pirs bike, kanê ew dikanî yan nikanî?’’

Bi vê gotina, ken û hîrqînîyên bilind êvar veqelişand, hindikan ji guhdaran li junîyê xwe dixistin, çend kesan jî xwe di herde da gildêrî dikirin.

Di navîna vî teşqeleyê da, bi yêkcarê, yêk di çenga axurê mala Apê Alîrîza da derket û ‘’Selamin Aleykum kîvralar!’’ got. Kalê ji cîyê xwe helfirriya, zevîya tirk ku çêrandî dabû û cendermeyên rabirtibûn, ser nû va hati bîrê.

Cemaatê ‘’Alêyî kîme selam’’ got şuvatir, berê ku li cîyêkî rûnî, Remzî ew nas kir. Mêrik, ji cîran gûndê tirk ji Babusê , nav Halîm bû. Di bin ronahîya Hîvê da, her der weku rojê rûnî bû. Mêrikê tirk yêkê rîw kircik, esmer û zayif bû. Her yekî bi dorê ‘’merheba’’ got şuvatir, mêrik firsenda qala derdê xwe dît.

Halîm bi tirkî ‘’Kîvra dû mîyên min anda bûne. Eceba tevlû pez û malên we nebûne?’’

Remzî, bi yêkcarî, bangi şivanan- bırayê min ê Eko û layê xwe Fîko- kir, ji wanan pirsa dîtîna mîyên tirk kir. Bersîva herduyan mûsbet nebû, ew îro çûbûn hêla Qerecesarê, hela Tapên Canbegan.

Vê carê her yêkî derheqê aqîbeta mîyên anda bûyî da tahmînên xwe pêşkêş kirin: yêkî digot‘’înşallah rasti guran nehatîye’’ yê dinê ‘’na ew muhaqak li derikî şuva mane.’’ Ewe dinê; ‘’na muhaqak tevli pezê yêkî bîye’’ gotin.

Piştê demikî bêdeng mayî, Halîm bi tirkî lê vegerand :

‘’Kîvra win dizanin tirsa min çîye? Ez dua dikim mîyên min neçûne paş Semerdepe, merra Homagê dora Kevirê sur. Kîvra di binê Kevirê Sûr, di mixarê da, gundîyên Homagê ejderha dîtîne. Pez malê ku ji wirê radibirin, anda dibin. Baqî Kîvra, jî durva dîtîye ku ejderha pêz radipêçî û di çend deqqan da dadiqulînî Anaha kes nawêrî hêla mixarê va herre.’’

Remzî da kêleka mêrikê tirk:

‘’Efendim! Here raste! layê min Qaptîn jî dîtîye ku kurê mêr qesi karikîkî ye, li herdu helan, li ser kurê mer du qoç hene. Baqî Kîvra gotîye ku mar bi şev weku karikan dikalê. ’’

Bi tastîqa Remzî, Halîm bi temamî qontrol anda kir:

‘’Çi qesi karikikî, kure ejderhayê qesi yê canîgeyik e.’’ got ne got, Eko bi Şivanê dinê Nuralî va, weku ava kelî, kirin bilq i bilq. Bi girankî Nuralî ji Eko ra;

‘’wî ez di derewê te n… Em her roj terinê dora Kevirê Sûr, ejderha li ku?’’got.

Lê Kalê me, bi gîşt safîya xwe; ‘’low zarino! We bîst? eman win merin wê hêle! Ejderha, bi tenê pêz nine we jî dadiqulînî Va Ejderhaye pe leq nabî’’ got.

Remzî vazîyet îdare dikir:

‘’Efendim! Li Qaf Dagi yê gêleyên qur qesi tajîyêkî hene. Kî dizanî ejderhayên wirê çixasin? Kevirê Ejdîyêr yê binê gund ber çavê we ye. Direjîya wî digêhêşî dûsed metroyê, bilindîya wî ji du mêtro yê zêdetir e. We kevirê hember çay dît, ew çixas e?’’

Yêkî; ‘’Dêma ejderha hatîye kêça ku li çay kinc dişûştîye xastîye bixwe…’’got

Kalê me bi hêyêcan, te digot ew wî rojê jî cîyê vuquatê bîye, bi dengikî bilind; ‘’lê! Hz. Elî, ser dike cenewar da dide ser qîzîkê, dixwazî qîzikê bixwe, şûrê dikişînî, kur ji hûstîyê ejderhe dibizdînî. Win çi dizanin?’’

Bavê min li kevîya Kalê, bi destan di binçenga Kalê ra kuta û guçukanda ‘’înam meke, tirk derewan dike!’’ got.

Tahumula  birayê Kalê, Apê Alîrîza bi derewan ra tunebû. wî bi dengikî hazirşer ‘’buda ekmidir?’’got. Her yêkî mana vê gotinê rind dizanîya. Yêkê di tenişta nîvanê tirk da durum vê ra îzah kir: Durum cîddî ye, dirêj meke…

Piştê vî xoş i bêşê, heta ku bêtersîyêkik nebûye, Remzî; mêrik bi camêrên dorê va daveti mala xwe kir. Remzî ji mêrik ra ‘’Kîvra dereng e. Tu nikanî vegerî, Tu îşev li mala me radikevî’’ got. Mêrik ‘’Xwadê razi bi’’got.  Di wî navbêynê da çend kesan xatir xwast. Remzî ji Apê Alîriza û Kalê me ra israr kir, lê Apê Alîriza bi sebeba ji aciz bûyîna derewên tirk, ji xwe ra manêyêk dît û xatirê xwe xwast.

Merikê tirk ji cîyê xwe rabû. Ew û Remzî bi rê ketin. Ji durva dengê pumê dihat. Li binê bîyan darkutikikî ‘’kut! Kut!’’ li daran dixist . Mîya mor a qilç di berda bi kulîlkî bervu dêrîyê oxir diçû.

Kalê me li hêla paşin, ji bavê min û Ap Şuto ra ‘’wî liminê…! Merîyên tirk jî, ji derewan hez dikin?’’ got.

Ap Şuto: ‘’ lê Apê Hesenqazî te hînê derewên tirkan famn nekiriye? Tu hindik mayê bê xapandin?’’

Kalê: ‘’Rast e derewên tirkan û dizîya kurmîncan..’’ got û bi dengikî nermikî  kenîya.

Paşê: ‘’Adam, ji dıziya çi derdikevî. yê me dizîyên qiççik dikin? Mêrikên din, wexta tertele kirin; tên mala te bi binî va radikin. Te nedît Hadîsa Qoçkirîyê da çi anîn serê me? Tû çûyî li derewan digerî? Tehê!! Vîcdan lı ku?’’ got.

Di wî wextê da Kalê dengê xwe birand. Wêr xûya bi ku ketibû xeyalên rojên rabirtî yên bi eza i cefa.

              

 Gırrık (Xaşıl). Li hêla rastê çend qehramanên çîrokê

Mala Remzî du qat bû. Di ya jurin da Remzî, di qatê jêrin da jî bavê wî,  Xalê Heyder bi xalojinê Gulşehrî va rudiniştin. Ji bêderê, meri diketi mala Xalê Remzî. Ji wirê nerduganik dadiketi qatê jêrin. Li ser xanîyê qatê jurin gogerçînan di binê sîvîngan da hêling çêkiribûn. Ji derwayî vî malê, bi tenê, li Deştika Bêrîyan mala xalê Cemal dû qatî bû.

Xalê Heyder kalikê qollik i bêtirs bû. Di nav porrên xîllorik da, dû guçikên mezin yên vît xuya dikirin. Xalê Heyder bi ziman bû, tirs nedizanî; şer hez dikir; lê bi mantiq jî bû. Demikî, pişta hadîsê tirk li Macîran haqaretê bi kurmancan dikin. Eger Xalê Heyder şîkayetê li cîh bike, ewê kes güh nediyê. Loma Xalê Heyder terre, li Şebînkarahîsarê telgrafa şîkayetê dikişînî Anqarayê. Xuya ye ku, telgrafa tırkan jî, ji ya kurmancan qıymetlitir bû. Li qeza me Macîran xana Xalê Heyder hebû. Wî, car caran, weku ‘’dava vekili’’ kar dikir. Wexta xalê Heyder bi Kalê me va pişt didan hevudû, di munaqeşeyê ser tarîx û dîn da, yêk tirkê nedikanî berxe bide. Xalê Heyder bi Kalê va ji Necîp Xoce ders girtibûn.

Remzî hêla bejnê va, li hêla dîya xwe ya dirêj, xalojina Gulşehrî çibû. Xalojin ji Çulfan, qîza apê Zarîfe xanimê dihat. Porê Remzî xîlloruk bû. Di hêla nîvan perverîyê da, ji ser wî û ji Apê Alîrîza yê brayê Kalê, di gund da kes tunebû. Kalê me zêde guh ne dida nîvanan. Wî pir car alîkarî havelayî Xwadê dikir.

Gîş yêk bi yêk ji heyatê rabirtin û derbazi oda nîvanan bûn û li ser mînderên têreng rûniştin. Dûwar bi cacimên pir rengî hatibûn xemilandin. li ber duwêr, ser têreng  balîfên rengînî yê bi çêşît çêşît çîn, nîwan daweti rehetîyê dikirin. Remzî bi dengikî bilind emra hazir kirinê çay da bermalîyê. Di wî navbêynê da ji nîvanê xwe Halim ra ‘’Tu muhaqak anaha pir birçîyî. Heta ku tiştik hazir dibî, çend kevçî ji xwarina hazir ji girrikê (xaşil) bixwe’’ got. Tirk girrik nas nedikir. Tasik girrik hati pêşîya tirk. Orta girrikê bi rûnê qijjandî hatibû tijî kirin. Bîna rûn, yêkê têr jî birçî dikir. Mêrik, çerku carê kevçîkik aviti devê xwe, ‘’ wuy anam!’’got û xwe aviti der. Girrikê lêv û poz da dabû der. Remzî ‘’ava sar bigêhênîne!’’ got. Merik av vexwar û hati hûndur şuvatir, bi tirkî rewş waha îzah kir:

‘’Xwarina kurdan ku jê ra tê gotin ‘di ser ra yêk bost cemed hebî jî, lê bawer mekin’ girrika ku dibên va ye.’’ [1]

Di şertên waha, bi normalî,  meri (merov) bi ber kesên rasti qezayekî hatîye dikevî, lê xort zaten li manê bûn; bê ku xwe zeft bikin, dest bi hîrqînîyê kirin.

Kalê me xwexwe da ‘’di poz i bêwîlan da hat. Ceza partavan dît!’’ got. Ew li manê digerîya ku dersikî bide mêrik. Kalê; ‘’bîn bereket bî, Xana Xizir bî, Kanîya Mûnzur bî, Xwadê şunê tijî ke. Ya Heq, ya Elî tu feqîran têr bike’’ got û vegerîya Nîvanê bîyanî: ‘’Halîm efendî Osmanê gundê we çi dike ’’.

Mêrik ‘’ Osman Emmî pir mutebere, maşallah ji hêla sihhatê da weku pîvaz e’’ got.

Kale: ‘’Osman hînê jî, weku berê, pênc caran nimêj dike? Îster rojê dehe caran bike, xêra wi tune’’ got.

Halîm: ‘’Kîvra çima? Çima tu wer dibêjî?’’ got. Wer xuya bû ku wî Kalê nas nedikir. Kalê ji fikrê xwe şuva nedisekînîya; bi gotinikî din, çavê xwe li tiştikî nedikuta. Kalê waha berdewam kir:

‘’lê! Osman hem Ehlî Beyît ra xeberê xirab dibê, hem jî dixazî herre cennetê û xwadî çil hurîyan bıbî, çi rehet e? Tu hem kuştina layê merik hez bikê û hem jî, ji bavê wî kesê û ji kalikê Hz. Husêyîn şefaat bixwazî! Cennet ji Hz. Elî û Hz. Muhamed tê pirsîn. Bila Osman herre, kanê çitan kûna xwe xillas dike? Ewê, ew di agirê cehennemê da bişewitî. Cîyê wî li cehennimê Alt Bodrum e. Zaten sifata wî li sifata Muavîya çîye. Te nedît? wî ruyê (rîwê) xwe çitan qircik kiriye?’’

Kalê di wî navbêyna da destê xwe aviti rîwê xwe yê gûr û dirêj, nermik nermik destê xwe têrra kir. Te digot, wî dixast ku bibê ‘’rî awaha dibî’. Di Halîm da deng dernediket, li cîyê xwe mûcûrifî bû. Kesikî nediwêrîya çit bibê, Kalikê min hati bû coşê, gîştîk bı pûr ı dîqqat bûn.

Halîm xwe rast kir, serê xwe ber bi jûr va rakir û manevrayêkî nû kir: ‘’Qet pirs mekin! Osman saxtekarikî mezin e. Wî xoce yê camî yê jî xapand; dên girt, lê nade.  Ji dênê xwe ra pir pûçe.’’ got.

Ew şeva jî wer çû, Lê adet li cîyê xwe ma…

 

Cacim, û siddqan. Malên Deştika Bêrîyan fotografê da xuya nakin.

 

FERHENGOK

Partav: palavra

Leqçî: şakacı

Dadiwestîn: uzunca bir süre ayakta durmak

Witay/utay: karşı taraf

Kıfır (têrrra kirin): küfr etmek

Xwadê: Huda, Tanrı

Terrivandın: azarlamak, kovmak

Veqelişandin: parçalamak

Gildêrî: yuvarlanma

Helfirrîn: ziplamak

Rabirtin: geçmek

Kircik: kısa, kısa kesilmiş

Daqulandin: yutmak

Bizdandin: koparmak

Kutan: kakmak, vurmak

Qiççik (bûçik): küçük

Nerdugan: merdiven

Qollik: kısa

Xîllorik: kıvırcık

Vit: kalkık, sivri

Bermalî: Ev hatunu

Berketin: ûzûlmek

Bewîl: burun delıkleri

Mucurifîn: büzülmek

Wêrin: cesaret etmek

Newêrîn: cesaret etmemek

Rakirin: kaldirmak

Xapandin: kandırmak

Dên: borç

Pûç: çürük

Xwandin (xandin): okumak

Têreng: Tahtadan yapılma odada boydan boya oturulacak yer

Xemilandin: süslemek

Çîn: nakış

 

Not: Di alfeba Kurmancî da ‘’İ’’ weku ‘’I’’; ‘’Î’’ ji weku ‘’İ’’ tê xwandın ê. Ji bo zahmetîyê sêr i qusurê mekin! (Kürtçe de ‘’İ’’, ‘’I’’ gibi;  ‘’Î’’ ise ‘’İ’’ gibi okunur. Zorluk için kusura bakmayın)

 

 

[1] ‘’demek ‘Kürdün bîr yemeğî var, üstü bir karış buz da tutsa  înanmıyacaksın, altı ateş gibi’ dediklerîi yemek bu giirik imiş..’’

Hinek nivîsên din:

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *