Parêzgariya Êlihê li ser vîdeoya ku tê de heqaret li Kurdan tê kirin daxuyanî da

Parêzgariya Êlihê ragihand ku derbarê wan kesên ku di vîdeoyekê de heqaret li Kurdan û xelkê Êlihê dikirin de bi tohmeta “xelkê teşwîqî kîn û dijminatiyê dike” lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Hinek kes dema bi wesayîtê li Cadeya Turgut Ozalê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê digeriyan vîdeoyek tomar kir û tê de heqaret li Kurdan û xelkê bajêr kirin.

Piştre jî ew video li ser medyaya civakî belav kir.

Ew kes di vîdeoyê de xelkê Êlihê nîşan didin û behsa rewşa Kurdan dikin.

Her wiha dibêjin “Qaşo li Kurdan zilm û zordarî û dijminatî tê kirin û Kurd tên kuştin. Ka binêrin kesek tê kuştin?”

Ew kesên video tomar kiriye di dawiya vîdeoyê de  jî çêrî Kurdan û xelkê bajêr dikin.

Belavbûna vîdeoyê ya li ser medyaya civakî karvedan li peyxwe anîn.

Piştî ku video ji aliyê malpera xwecihî ya nûçeyan a Êlihê “Batman Burada” ve hat belavkirin, Parêzgariya Êlihê ragihand ku wan  derbarê kesên ku video tomar kirine de bi hinceta tohmeta “xelkê teşwîqî kîn û dijminatiyê dike” lêpirsîn daye destpêkirin.

Daxuyaniya Parêzgariya Êlihê

Parêzgariya Êlihê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Di encama xebata rêvebiriya me ya ewlehiyê ya derbarê ew vîdeoya ku 28ê Kanûna Paşîn a 2025an li ser hesabeke medyaya civakî nûçeyan hatiye belav kirin û tê de hinek kes di wesayîtê de li ser cadeya Turgut Ozalê heqaretê li xelkê dikin, hat destnîşankirin ku video 23yê Kanûna Paşîn a 2025an li ser medyaya civakî hatiye belavkirin.

Şexsê ku video parvekiriye û kesê din ê di wesayîtê de pê re bû hatine destnîşankirin û derbarê wan de bi tohmeta `handana xelkê bo kîn û dijmindariyê` karûbarên pêwîst hatine destpêkirin.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *