PARADȊGMEK ȘIKEST

Nurî Aldur

Gelȋ xwendevanên Rȗpela Nȗ, li gor bawerȋ ȗ analȋza min di tarȋxa politȋka kurdȋ modernde(yanȋ di van sed salên dawȋ de) cara yekeme ku peyvendȋyek/têkilȋyek/hevdȋtineke politȋkȋ ȗ netewȋtȋ di nabeyna dido bawerȋ/felsefȋ/ferdan de pêktê. Evan her dȗ șexsȋyetan (birêz Mesud Barzani ȗ Mazlum Abdi) bi awakȋ baș ȗ rind li gel hev rȗniștin ȗ guft ȗ go kirin. Li gor normên dinya modern eve ne tiștekȋ ecêbe, balam li gor kurd ȗ kurdȋyetame eve karekȋ nȗye/reformeke tazeye, weke șoreșeke çikoloye, gȗhertineke bi serê xwe ye; lewra ez vê fenomenê mȋna gȗhertina paradȋgmekê dibȋnim ȗ binavdikim.(Ji kerem a xwe peyvoka paradȋgmê carekedin di ber çavanre derbasbikin)

Gelek ji me dizanin ku di serhildan ȗ tekoșȋna Şêx Ȗbeydȗlahê Nehrȋ, Bedirxanȋyan, Șêx Saȋd, Qazȋ Mihamed ȗ Berzanȋyande tifaq çênebȗn ȗ hemȋ bi xȋyanetê/nezantȋya/ bêxwedȋtȋya kurdeyatiyê têkçȗn. Tecrȗbên lihevkirin/yekbȗn/ tifaq di politȋka kurdȋ netewȋde hema bêje hȋç nȋnin. Bê goman ewan tifaqên ku di nabeyna hinek kom ȗ grȗbên kurdȋ li Bakur ȗ Rojhelatê welatême çêbȗn cȋhê dilxweşȋ ȗ serbilindayȋyêye balam ne gȗhertineke paradȋgmaye! Çima ? Ji ber ku ewan koman di awayên fikr/hizir/felsefe ȗ metodên rizgarȋya Kurd ȗ Kurdistande hemfikirbȗn ȗ di civaka kurdeyetȋde jȋ ne xwedȋ bandoreke politȋkȋ mezinbȗn. Lê birêz Mesud Barzanȋ ȗ Mazlum Abdi xwedyê partȋ, bihȗrtin, sembol ȗ bi hezaran pêşmerge ȗ şerkeranin. Lewra evan qȗwet ȗ berpirsȋyaran xwedȋ navin/xwedȋ rolin/xwedȋ gotinin ȗ ewan dikarin rewşa der ȗ dor bigȗherin(karin xera bikin ȗ karin ava bikin).

Çawa çêbȗ/çilo çêbȗ ku evan her du felsefan/șexsȋyetan pevre hevdȋtinek pêkanȋn ȗ ev civȋna xwe di kamerayên medya dinyayêde belavkirin. Helbet herkes li gor xwe șȋrovedike ȗ sebeb ȗ hedefan analȋzdike. Ȗ belkȋ rastȋya gelek ji van analȋzan hebe anjȋ hinek jȋ be, xwedȋ rastȋyekbe. Balam li gor min sebeba vê hevdȋtin ȗ kombȗnê(anjȋ xizmetkirina vê fenomena bi xêr ȗ ber) ew bȗ ku berȋ bi çend mehan birêz Ismail Beșȋkçi(alimê cesȗr ȗ hêja) di beyaneke xwede got ku divêt Mesud Barzani roleke xwe yȋ netewȋ bo levkomkirin/ levcivandinên kurdȋ hebê ȗ wê fonksȋyona xwe bikarbȋne.

Ȗ piștȋ vê beyanê li Bașȗr ȗ Rojava hareketek/aktivitêtek hat xwȋyakirin ȗ dibêt ku vê beyana alimême enerjȋ dabê vê serpêhatȋyameyȋ gelerȋ ȗ netewȋ.

Belkȋ jȋ hȋç ne mȋna ku ez dibêjimbe, politȋkaye ev, merov nikarê anjȋ ne pêkane ku xwedȋ hemȗ agadarȋ/materyal ȗ çavkanȋbe ȗ neșarte jȋ ku wabê; lewra em dibêjin texmȋn, șȋrove ȗ analȋzkirin.

Ez kêfxweşȋya xwe bo vê ȋnȋsȋyatȋva wêrek(kȋ eve ne karê hemȗ kurebavana) didime xwȋyakirin ȗ dibêjim SPAS her du kekan Mazlum Abdi ȗ Mesud Barzani ȗ hȗn her saxbin bo gel ȗ welatê xwe; kurd ȗ Kurdistan. 2025.03.16

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *