PAKê li Stenbol û Mûşê Şîna Rêzdar Mam Celal Talabanî Danî

PAKê li Stenbol û Mûşê Şîna Rêzdar Mam Celal Talabanî Danî

Li Teşkîlata Stenbolê ya PAKê roja 07.10.2017an şîna rêzdar Mam Celal hate danîn. Di destpêka şînê de, bi siruda netewî ‘’Ey Reqib’’e, ji bo şehîdén Kurdistanê rêz hate girtin.

Paşê Cîhgirê Serokê GiÅŸtî ye PAKê Kasim ERGÃœN, Li ser jiyanarêzdar Mam CELAL TELABANÃŽ axifî. Di axaftina xwe da , Kasım Ergün, bi taybetî bal kiÅŸand ser tekoşîna Mam Celal û rola wî ya di avakirina Kurdistana Azad da . Di berdawamiya axaftina xwe de Kasım Ergün weha got: ”Mam Celal Duayenekî Sîyaseta Kurdistanê,Iraqê û Rojhilata Navîn bû. Serokekî ji yên Navdar yê Cîhanê bû. Pêşmergekî leheng û di heman demê da rewÅŸenbir û nivîskar bû. Di çareserîya da cîhe hevîyê bû. Koça dawiya ya rêzdar Mam Celal ji bo Kurdistanê wendayîyeke mezin e. Emê her û her wî bi rêzdarî bi bîr bînin”.

Piştî axaftina Kasım ERGÜN, şîn bi axaftin, pirs û bersîv û şîroveyên di derbarê jiyan u têkoşîna rêzdar Mam Celal de heya evarê berdewam kir.

Gelek sîyasetvan û rewşenbîrên ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê beşdarî şînê bûn.

Li Teşkîlata Muşê ya PAKê Şîna Rêzdar Mam Celal Talabanî

Li Teşkîlata Mûşe ya PAKê, roja 07.10.2017an şîna rêzdar Mam Celal Talabanî hate danîn.

Endamên Komîteya Birêveberîya Navendî û Meclîsa PAKê yên li Mûşê û Serokê Teşkîlata Mûşê, li gel endam û alîgir û dostên PAKê beşdarî şînê bûn.

Şîna li Mûşê , bi axaftinên di derbarê jiyan û têkoşîna rêzdar Mam Celal Talabanî de, ji saet:12.30an heta 16.00an berdewam bû.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *