PAKê li Amedê Newroz Pîroz Kir! / PAK Diyarbakır’da Newroz’u Kutladı!

PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) şeva 21ê Adarê li Amedê bi şahîyekê Newroz pîroz kir.

PAKê xwest di roja 19ê Adarê li Batmanê li qadan Newrozê pîroz bike.Lê  Wezareta Navxwe ya Tirkîyê ji xeynî roja 21ê Adarê li bajaran îzna çalakîyên Newrozê neda. PAKê wekî tedbîr li Amedê ji bo 21 Adarê serî li WalîtÎya Amedê dabû.Û ev daxwaz wekî resmî hate qebûl kirin. PAKê jî li Holeka Dîlanê li Amedê Newroz Pîroz kir.

Endama Komîsyona Jinan a PAKê Zînet Dînçer pêşkêşvana şevê bû.

Pîrozbahî di saet 20.00an de bi sirûda netewî ya Kurdistanê ‘’Ey reqîb’’ê ji bo şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik axaftinek kir.

Mustafa Özçelik weha destpê kir:

’’ Adar, av li dar e.

Adar kul e, şîn e, şahî ye, komkujî ye,

Adar  mirin e, jiyan e, bihar e, cejn e .

Adar serîhildan e, berxwedan e, vejîn e

Adar bi wî barê xwe yê têr û tije,  di tu rûpelan de hilnayê.

Her rojeke wê, her saeteke wê,  neynikeke dîrokê ye li ber çavan.

Tu miletan wekî  miletê Kurd dilê xwe di dilê adarê de nehelandîye.

Adar Kurd e Kurdistan e.

Kurdistana  min….wekî adarê, her bihusteka axa wê,her çîya,  her gelî, her newal ,  her av û rûbar û çemên wê, bi hêsir û xwîn û xuhdana ji dilan diherike hatîye hûnandin.

Û di rojeke adarê de agirek pêdikeve li çiyayên bilind.

Şêx Seîd Kal, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa,Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û  Mele Mustafa Barzanîyê Nemir li gel Kawayê Hesinkar li dora wî agirî dîlanê digerînin.

Kawayê hesinkar 5000 hezar stêrkên xuricî  di wê şeva tarî de careke din li asîmanê Helebçeyê direşîne.

Hemû şehîdên Kurdistanê  êş û xem û kulên me kom dikin û diavêjin nav wî agirî û mizgînîya serxwebûnê didin  li  başûrê Kurdistanê.

Newroz (5)Ew agira li her çar alîyê Kurdistanê ji bo azadîyê bilind dibe.

Ew agir agirê Newrozê ye.

Newrozê şîma pîroz bo

Newroza we pîroz be’’

Mustafa Özçelik xêrhatina hemû beşdarên pîrozbahîyê kir got:

‘’Newroza hemû malbatên şehîdan, ya  hemû pêşmerge, gerila, şervan û têkoşer û xebatkarên  azadîya Kurdistanê pîroz dikim’’.

Mustafa Özçelik bal kişand ser wate û girîngîya Newrozê girîngîya tifaqa netewî weha îfade kir

‘’Newroz roja  serîhildanê, roja bilind kirina ala azadîyê, roja geş kirina yekitî û tifaqa netewî ye.Lê mixabin di vê Newrozê de jî, bi bêtifaqî û bi belavelabûna xwe ve em dîsa heqê Newrozê nadinê.

Bêtifaqî sebebeke esasî ye ku li başûrê Kurdistanê pêvajoya serxwebûnê bi paşve dixe.Bê tifaqî sebebeke esasîye ku li Rojavayê Kurdistanê rêya statubûyînê, rêya azadîyê zehmettir dike, dixe xeterîyê. Bê tifaqî li bakurê Kurdistanê meydanê ji siyaseta xelet ya li ser navê Kurdan tê meşandin re  û ji siyaseta dewletê ya kuştin û wêran kriinê re xweştir dike.Bêtifaqî li Rojhilatê Kurdistanê dikare  bibe sebep  , ew firsendên ku bê ber derî, ji dest biçe’’.

Di derbarê girîngîya meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê de Mustafa Özçelîk got:

‘’Îro ji her demê zêdetir qedera her çar perçeyên Kurdistanê bi hevdu ve hatîye girêdan .Û ev qedara me  ya heta îro hatîye,  herî nêz dikare li başûrê Kurdistanê bê guhertin.

Li başûrê Kurdistanê berpirsiyarîyeke dîrokî li ser milên hemû partîyên sîyasî ye. Ew divê bizanibin ku serxwebûna başûrê Kurdistanê destpêka azadîya her çar perçeyên Kurdistanê ye, hêvîya 50 mîlyon Kurdên cîhanê ye.Divê hemû partîyên başûr dest bidin hevdu û bi yekdengî biryara serxwebûnê bidin. Êdî bi navê ‘’Iraq’’ê tu dewlet nemaye. Divê dewletên cîhanê jî êdî vê dewleta tune li ser gelê Kurdistanê ferz nekin û ya girîng jî, divê hemû partîyên Kurdan  jî, êdî  bizanibin ku bêyî serxwebûnê tu pirsgirêkên gelê meyê başûr çareser nabe.Em di meşa  serxwebûnê de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî ne.Em bangî cenabê Serok Barzanî jî dikin, êdî hemû partîyên başûr qani bike û zûtirîn wext vê mizînîya serxwebûnê bide me hemû Kurdistanîyan.

Em careke din bangî PKKê û YBŞê dikin.Divê di meşa serxwebûna Kurdistanê de tu kes sergêjîya ji xuşk û birayên me yên başûr re dernexînin.Dîvê li Şingalê û li her cîhekî din yê başûrê Kurdistanê hemû hêzên çekdar û partiyên sîyasî rêzê li hikumranîya Parlamento û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bigirin. Şingal jî, Kerkûk jî, wekî Hewlêrê, Dihok û Silêymanîyê Kurdistan e û ew axa ku bi xwîna dehhezaran şehîdên Kurdistanê hatiye rizgar kirin û parastin, dê tu kes nikaribe careke din bi Bexdayê ve girê bide’’.

Mustafa Özçelik got  Li Rojavayê Kurdistanê şer û alozîyên heyî, firsendeke mezin anîye ber derîyê gelê Krdistanê.Ev firsenda hatîye ber derîyê Rojavayê Kurdistanê jî dikare rêya statuyeke sîyasî, rêya azadîyê û ya  yek kirina başûr û rojavayê Kurdistanê  veke. Û weha berdewam kir:

’’Klîda  statuyê, klîda wekî miletekî û wekî welatekî qebûlbûna di asta navnetewî de, yekgirtin û tifaqa navxweyî ye.Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê  hêvîyeke mezin çêkir. Lê mixabin ev mitabaqatan pêk nehatin. PYD û TEVDEM li şûna ku ENKSê û partîyên din yên Kurdan wekî şirîkekî xwe bibîne,  bileqsê wê, van partîyan qedexe dike, endamên wan diavêje hevsê, rê li ber  xebatên wan digire. Ev sîyaseta nayê qebûl kirin. PYD divê bi ENKS û bi partîyên din yên Kurdan re, îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî damezrîne û bi  hevdu re li ser bernameyeke Kurdistanî  bibin mixatabê rejîma Esad jî , yê dewletên cîhanê jî’’.

Di berdewamîya axaftina xwe de Mustafa Özçelîk got:’’Xuşk û birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê divê ji bo tifaqa xwe ya netewî bilezînin.Divê hêza xwe bikin yek û li dijî Rejîma Îranê , li gel piştgirîya navnetewî  doza azadîya Kurdistanê geş bikin’’.

Mustafa Özçelîk ne razîbûna xwe di derbarê şerê li Bakurê Kurdistanê û Rewşa Awarte de anî ziman.Û bangî dewleta Tirkîyê kir:

‘’Dewleta  Tirkîyê ji vê sîyaseta şerî  û qedexeyan, ji sîyaseta kuştin û wêran kirin û tune hesibandina miletê Kurd têr nabe.Lê ji şikestxwarina  vê siyasetê jî  têr nabe.

Me eve 94 sal e her ne eynî tişt e? Ma ne bes e?

Ma ev dewleta ji tecrubeyên xwe hîç dersan dernaxe?

Êdî bes e.Divê Dewleta Tirkîyê êdî fêhm bike, miletê Kurd, gelê Kurdistanê bi kuştin û jenosîdan ji holê ranebûye, dê ji holê ranebe jî. Doza azadîya Kurdistanê dozeke sîyasî û neteweyî ye, rewa ye û bêyî şik, dê Kurdistan azad bibe.

Jiber vê yekê jî, em careke din bangî Dewleta Tirkîyê  dikin: Dest ji vê sîyaseta şîdetê berdin.Werin em bi dîyalog û danûstendinan, rêya çareserîya sîyasî  bi hevdu re bihûnin.

Û em careke din bangî PKKê jî dikin:Ev şerê ku tê meşandin, êdî li bakurê Kurdistanê zerarê dide gelê me, dide welatê me. Şerdên bakurê Kurdistanê û yê başûr û rojavayê Kurdistanê ne yek in. Li başûr û rojava, gelê me xwe diparêze, şer neke dê tûşî jenosîdan bibe.Lê li bakur şerdên xebata sîyasî û sivîl heye.Ev şerê berdewam e rê ji sîyaseta dewleta Tirkîyê  ya kuştin û wêran kirinê xweştir dike’’.

Di derbarê sratejîya PAKê de jî Mustafa Özçelik got:

‘’Ne yek dewlet, yek milet, yek welat, yek ala xêrnexwaz û serdestan; ne cimhûrîyeta demokratîk, netewa demokratîk, welatê hevbeş; em dibêjin çareserî di azadîya Kurdistanê de ye’’.

Mustafa Özçelîk behsa Referandûm 16ê Nîsana 2017an jî kir û got:

‘’Me wekî PAK û PSK helwesteke yekgirtî ya dîrokî û fedekarane pêk anî.Em hêvî dikn ev yekhelwestîya me rê ji hevkarî, tifaq û yekitîyên xurtir veke.Em dibêjin tercîha me qanûneke Bingehîn ya demokratîk û federal eû em vê referandûmê protesto dikin. Lê divê em wekî Kurd jiber helwestên xwe yê referandûmê hevdu îtham nekin.Herkes bila fikrê bêjin.Em li ala Kurdistanê xwedî derkevin.Em bêjin, zimanê Kurdî  wekî ziamanê  resmî  bê qebûl kirin. Bila şer raweste.Bila rewşa awarte bidawî bê.Bila hebûna miletê Kurd û Kurdistanê wekî resmî bê qebûl kirin. Em behsa  destureke demokratîk û federal bikin. Em bêjin bila parlamento û Hikûmeta Kurdistanê di destûrê de hebe. Em wekî Kurd û Kurdistanîyan em behsa xwe , behsa daxwazên xwe bikin. Bi vê perspektîfê êdî kî çi helwestê pêşniyar dike, bila bike. Em êrîşî hevdu nekin, em hevdu  îtham nekin û dilê hevdu neêşînin’’.

Mustafa Özçelik girîngîya yekitî û rêzgirtina di nava Kurdistanîyan de anî ziman û weha got:

‘’Kurdistan dê ne ji sedî sed, ji sedî milyon azad bibe. Emê , zarokên me, nevîyên me dê welatê xwe , bi xwe îdare bikin. Tu şikeke me ji vê tune ye, divê tunebe…Roj bê , dê esker, polis, qeymeqam, wali, memûr…giş dê herin.. û dîsa êmê li vî welatî li rûyê hevdu binerin.Tu miletekî din, tu dîn û mezhebên din nayên..her em bi xwe û xwe ne. Dê zarok û nevîyên me li gel hev bin.Hinekê desthilat bin..hinekê mixalefet…jiber wê jî divê em hevdu neêşînin…em hevdu qebûl bikin…bila dijminatî di nav me de kûr nebe..Em bi fikir û sîyaset û helwestên xwe cudabûna xwe nîşan bidin….Em ji nuha ve welatê xwe ava bikin; ji bo wê jî em dibêjin ji nuha ve Kurdistan’’

Di dawîya  axaftina xwe de Mustafa Özçelîk weha got:

‘’Sloganeke partîya me heye.Û tam jî li gorî naveroka Newrozê ye.Em dîbêjin yên dikarin bibin yek, bila bibin yek. Yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin.yên nikaribin tifaqan bikin bila di nava xwe de dîyalogan bihûnin. Yên nikaribin dîyalogan jî deynin bila dijminatîya hevdu nekin.

Bijî azadîya Kurdistanê. Bijî Newroz’’.

Şeva pîrozbahîya Newrozê bi stranên stranbêj Rûgeş û Sebahatîn Xoce(Sebahattin Yildız), bi xwendina helbestan, bi ribab û dahol û dîlana beşdaran bi coş û kelecaneke li gorî germayîya agirê Newrozê lidar ket.

Deftera Sîyasî ya PDK Îranê ji vê şahîyê re  mesajek şand û Newroza gelê me yê Bakurê Kurdistanê û ya hemû Kuridistanîyan pîroz kir.

PSK, OSP,Hereketa Azadî,Partîya Demokrata Kurdistana Sûrîyê, Partîya Yekitîya Kurd  li Sûrîyê,Weqfa Îsmîl Beşîkçî, Kovara Wate, telewîzyonên WAAR, Kurdista24 û Spêda û gelek sîyasetvan, rewşenbîr, nûnerên ragehandinê, hunermend û gelê me yê Rojava û Bakurê Kurdistanê bi girseyeke berbiçav beşdarî pîrozbahîya Newroza 21ê Adarê ya ku ji alîyê PAKê ve hatibû organîze kirin.

22.03.2017

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

———————————————————————————————————————————-

PAK Diyarbakır’da Newroz’u Kutladı

PAK 21 Mart Gecesi  Diyarbakır’da Bir Etkinlikle Newroz’u Kutladı.

PAK 19 Mart günü Batman’da açık alanda Newroz’u kutlamak istedi. Ancak Türkiye İçiÅŸleri Bakanlığı hiçbir ilde 21 Mart günü dışında yapılacak etkinliklere izin vermedi. PAK da tedbir olarak 21 Mart günü için Diyarbakır’da etkinlik yapmak amacıyla ValiliÄŸe baÅŸvurmuÅŸtu ve bu baÅŸvuru resmi olarak kabul edildi. PAK da Diyarbakır’da bir düğün salonunda Newroz’u bir etkinlikle kutladı.

Newroz etkiliğinin sunuculuğunu  PAK Kadın Komisyonu Üyesi Zinet Dinçer  yaptı.

Kutlama saat 20.00’de, Kürdistan Ulusal Marşı “Ey Reqib”in okunması ve Kürdistan ÅŸehitleri için saygı duruÅŸuyla baÅŸladı.

Saygı duruşunun ardından PAK Genel Başkanı Mustafa Özçelik Kürdistan’daki genel süreç ve PAK’ın siyasal perspektiflerini dile getirdiği Kürtçe bir konuşma yaptı.

Newroz kutlaması, daha sonra sanaçılar Rugeş ve Sebahatin Xoce (Sebahattin Yıldız)’ın  söylediklari şakılarla salon coşkulu anlar yaşadı. Gece, okunan  şiirler, kemençe ve davul zurna eşliğinde katılımcıların Newroz ateşinin sıcaklığıyla çektiklari halaylarıyla devam etti.

PDK-Ä°ran Politbürosu da PAK’ın düzenlediÄŸi bu Newroz gecesine bir mesaj yollayarak Kuzey Kürdistan’daki halkımızın ve bütün Kürdistanlıların Newroz’unu kutladı.

PSK, ÖSP, Azadi Hareketi, Partîya Demokrata Kurdistana Sûrîyê, Partîya Yekitîya Kurd  li Sûrîyê, İBV (İsmail Beşikçi Vakfı), Wate Dergisi, WAAR TV, Kürdistan24 ve Spêda televizyon kanalları ile  birçok siyasetçi, aydın, medya mensubu ve  sanatçının katıldığı ve PAK tarafından  düzenlenen  21 Mart Newroz kutlamasına Kuzey Kürdistan’dan halkımızın yanısıra, Rojava Kürdistanı’ndan Batman’a gelen halkımız da  yoğun ilgi gösterdi.

22.03.2017

PAK Basın ve İletişim Bürosu

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *