Osman Baydemîr: Bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr got, “Hêviya min ew e ku Hewlêr bibe Cenewreya Rojhilata Navîn û bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek.”

Osman Baydemîr di axaftina xwe ya li Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn a li Dihokê de bang kir û got, “Bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek.”

“Dermanê êşa me yekîtî ye”

Osman Baydemîr di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya tifaqa Kurdan a ji bo aştiyê û got:

“Em îro bi êşa xwe û dermanê êşa xwe jî dizanin. Dermanê êşa me tifaq û yekîtiya navxwe ye.”

“Ew kefen çiriya”

Baydemîr bi bîr anî ku Sykes-Picotê Kurdistan parçe kiriye û anî zimên:

“Peymana Sykes-Picotê weke kefenekî li bedena me hat pêçan lê bi saya şehîdên Kurdistanê ew kefen çiriya” û anî ziman ku xebata herî pîroz, xebata aştiyê ye.

Baydemîr da zanîn ku tifaqa Kurdistanê dê bibe bingeha aştiyê û got, “Eger tifaqa Kurdan pêk were dê Tirkiye û Îran jî bigihin aramiyê.”

Wî her wiha got ku “Tifaqa li Rojavayê Kurdistanê jî encameke pêvajoya li Bakurê Kurdistanê ye.”

“Modela herî nêzîk Hewlêr e”

Osman Baydemîr da zanîn ku ji bo çareseriyê, li cîhanê gelek modelên nenavendî hene û mirov dikare ji bo aştiyê sûdê ji wan wergire û got:

“Ma ew der dûr in an Hewlêr dûr e? Ji bo aramî, aştî û ewlehiyê modela herî nêzîk a Hewlêrê ye. Ma Cenevre dûr e yan Hewlêr? Hewlêr nêzîktir e.”

“Bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek”

Baydemîr di dawiya axaftina xwe de bangî rayedarên Başûrê Kurdistanê kir û wiha got:

“Tenê ricayeke min heye, tifaqa xwe ya neteweyî xurt bikin û hikûmetê rojekê berê rojekê ava bikin. Hêviya min ew e ku Hewlêr bibe Cenevreya Rojhilata Navîn û bila Hewlêr di navbera Qamişlo û Enqereyê de bibe pirek.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *