Nûrî Şêxo: Em daxwaza piştgiriyê ji Serok Barzanî dikin

Hevserokê Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo bi rêya Rûdawê behsa rewşa dawî ya taxên Kurdan ên li Helebê kir.

Hevserokê Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Nûrî Şêxo ragihand ku di encama êrişan de “8 kes şehîd ketine û 48 kes jî birîndar bûne.”

Nûrî Şêxo bangî Serok Mesûd Barzanî kir ku piştgiriya wan bike û diyar kir ku şer 3 saet in didome û got:

“Hemû cureyên çekan li dijî xelkê sivîl hatine bikaranîn.

Di encama êrişan de 8 kes şehîd ketin û 48 kes jî birîndar bûn.

Di nav birîndaran de jin û zarok jî hene.”

Şêxo derbarê ziyanên madî jî destnîşan kir ku ji ber êrişan 300 xaniyan ziyan dîtiye û hinek ji wan hilweşiyane û anî ziman:

“Em ji Serok Mesûd Barzanî dixwazin ku piştgiriya xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bike.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *