NIVȊSȆNMIN Ȗ SALA 2025

Di sala 2024 an de pênc tema/babetên min hebȗn ku min li ser wan mentȋqan dinivȋsand. Ȋsal jȋ, wê pênc tema bin; balam ji dêla ”Pelên darê diweşihin”ve, wê tema ”Penaberȋ ȗ perȋşantȋ” be, ji dêla ”Kovarên kurdȋ yên kevn” ve,  wê ”Netewe/milȋyet ȗ olên li mentȋqa Torê/Midyadê” bin ȗ ji dêla ”Spor ȗ civak” ve, wê nivȋsên ”Ȋlim li gel mesela kurdȋ” bin. Di wan temayên par de, hêjȋ nivȋsênmin bo belavakirinê hebȗn, lê bawerim di sala nȗde/di demên nȗde pêwȋstȋya temagȗhertinan ȗ gelek tiştêndin jȋ heye. Tema´yên ”Resensȋyon” ȗ  ”Politȋka/realȋta rojevê” her mȋna sala berê, wê berdewam bibin.

Bê goman penabertȋ ne tenê perȋșantȋyê bi xwere tênê, ew dikarê bibê sebeba serkevtinan jȋ; mȋna pêșkevtinên ronakbȋrȋ, rehetȋ ȗ hȗzȗr, dewlemendȋtȋya malȋ/maddȋ ȗ ekonomȋ jȋ.

Lê ezê li vir, li ser șepirzetȋ ȗ trajadȋyên ku piștȋ an jȋ di demên penabertȋyêde hatine serên hinek ji ȋnsanên me binivȋsim.      Torê ȗ Midyad cȋhên gelek neteweyan ȗ olana; ewan kurdin, sȗryanȋ/asȗrȋne ȗ mihelmȋ/erebin. Ji alȋyên olȋ ve jȋ misilmantȋ, mesȋhȋtȋ ȗ êzȋdȋtȋ/zerdeștȋ wê babetên nivȋsên min bin.              Ȋlim anjȋ zanyarȋ, herdem ȗ ji bo hemȋ kesan pêwȋste anjȋ bi gotinekedin ku em meselê vekirȋtir bikin; divêt ku merov bê rawestan li zanyarȋyê bigerihê ȗ xwe zanattir bikêye. Ezê vê babetê weke krȋterekê anjȋ hevgrêdanekê li kurdeyatȋyê tedbȋq bikim.                                                                                        Temayên min;  ”resensȋyona pirtȗkan” ȗ nivȋsên li ser rojeve gel ȗ welatême ”politȋka/realȋte” jȋ,  wê mȋna rastȋyanbin/ ȋlmȋbin ȗ bi gotinekedin hedefamin wê ewe bê.                                                                               Vêce gelȋ xwendevanên RȖPELA NȖ, ezê di van babetande   (di vȋ kar ȗ vê xebatê de) serbikevim anjȋ na, wê dem nȋșan bidê. Ha belkȋ jȋ hȗn xwendevanên vê saytame ferqbikin ȗ

biryar bidin ku ma nivȋsên nivȋskar wê xwedȋ kalȋtebin anjȋ na.

 

Nuri Aldur

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *