SerperiÅŸtê Tora Hevahengiya Rêxistinan li Herêma Kurdistanê radigihîne ku Hikumeta Herêma Kurdistanê “hikumeteke genc” e ji ber ku rêjeyeke mezin a fermanberên wê genc in, lê di heman demê de hiÅŸyariyeke tund jî dide derbarê zêdebûna metirsîdar a bikaranîna madeyên hiÅŸbir.
Serpereştê Tora Hevahengiya Rêxistinan Sîrwan Gerdî îro 12ê Tebaxê di Roja Cîhanî ya Gencan de, di konferanseke rojnamevanî de li Hewlêrê, amar û datayên sala 2025an ên derbarê pirsên gencan de eşkere kir
Li gorî amarên hatin ragihandin, di sala 2025an de, li Herêma Kurdistanê du hezar û 900 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir hatine girtin.
Sîrwan Gerdî zêdebûna berçav a vê diyardeyê raxist pêş çavan û got: “Di sala 2014an de li tevahiya Kurdistanê tenê 142 kes bi tometa bazirganî û bikaranîna madeyên hiÅŸbir hatibûn girtin, lê di sala 2024an de ev rêje gihiÅŸtiye 5 hezar û 400 kesan.” Wî tekez kir ku “ev amar nîşana rewÅŸeke metirsîdar in.”
SerperiÅŸtê torê herwiha hiÅŸyarî da û got: “Eger pêşî li belavbûna madeyên hiÅŸbir neyê girtin, eger heye ku di nava 5 salên bê de, ji her malbateke çar-pênc kesî, kesek bibe alûdeyê madeyên hiÅŸbir.”
Hikumeteke “genc” û beÅŸdariya di medyayê de
Ji aliyê din ve, Sîrwan Gerdî bal kiÅŸand ser beÅŸdariya gencan di saziyên hikûmetê de û got: “Li gorî amareke ku li ser temenê 18 heta 40 salî hatiye kirin, ji tevahiya milyonek û 200 hezar fermanberan, 694 hezar kes genc in. Li gorî vê amarê, Hikumeta Herêma Kurdistanê, hikumeteke genc e.”
Di heman demê de, Gerdî amaje bi wê yekê jî kir ku ji 7 hezar û 400 rojnamevanên li Herêma Kurdistanê, 4 hezar û 900 ji wan genc in û temenê wan di navbera 18 û 40 saliyê de ye. (K24)


