Nexweşîyên Zegani û Paranoyayê, tirkan dîn û har kirine! (3)

Siddik BOZARSLAN

Dewleta Turk bi rîya sefîrê xwe yê Stockholmê acizîya xwe nîşan da û xwestin ku hêlîn were girtin. Wer bû ku ev hewildana tirkan ket nav rûpelên rojnameyên Swêdî. Berpirsê herêma Stockholmê bersiveke tuj da tirkan û got:

”Qey tirk difikirin ku Stockholm bajareka Turkîyê ye, ew ji  bîr dikin ku ev der paytextê Swêdê ye.”                                                                                                                                                    Piştî bersiva şaredarîyê, berpirsên tirk ji neçarîyê be jî çavên xwe kor kirin, guhên xwe ker kirin û zimanê xwe lal kirin. Bi awayeka dî, rêvebirên tirk di carek da kor û ker û lal bûn.

7. Nuqteyeka balkêş jî ev e ku jibo têkbirina hewildana Araratê, di dawîya temûza 1930yî da 500 siwarîyên rûsî diçin hewarîya orduya tirk û li hemberî kurdan şer dikin. Ev jî rezaleta diktatorîya Stalîn nîşan dide ku çawa prensibên sosyalizmê binpê dike û alîkarîya diktatorên Ankarayê dike da ku kurdên bindest di doza xwe ya heqîyê da têk biçin. (6)

8. Mirov texmîn dike ku di hilweşandina Kurdistana Sor da jî daxwaza Kemalistên Ankarayê çêbûye û Stalin jî wê daxwaza tirkan anîye cî û rêvebirîya kurdan têkbirîye. Wek tê zanîn, bi Peymanên Gulistan (1813) û Turkmençay (1828) ve hin herêmên bakurê Rojhilatê Kurdistanê ketine bin kontrola Rusya Çarî. Wek dîrokê nivîsîye, li van herêman di 955-1071an da Dewleta Rewadî ya kurdî û di 951-1174an da jî Dewleta Şedadî ya kurdî hukum kirine. Paşê di 1923-1929an da li heman herêmî Kurdistana Sor hatîye avakirin. Bi heman mantiqê û felsefeyê di 24ê temûza 1923an da bi Peymana Lozanê, Kurdistana Osmanî, di navbera Turkiye, Biritanya Mezin (paşê Îraq) û Fransa (paşê Suriye) hatîye perçekirin û parvekirin. Bi tabîreka dî, di têkilîyên navberneteweyî da jî prensibên huqug û adalet û mafên mirovî nakevin jîyanê; di şûna wan da qeweta kê hebûye, ew bûye serdestê wan deran û li wir hukum kirîye. Bi vî awayî herêmên coxrafî yên nû çêbûne û hin malbat û eşîr jî perçe bûne. Kes ji xwedîyê malê nepirsîye ka ew der wê çawa were rêvebirin û wd.. wd..

Kurdistana Sor, di 1923yan da li gora prensîbên Pêkanîna Mafê Dahatuya Neteweyan, ji alîyê rêvebirên Yekîtîya Sovyetan ve wek heremeke otonom hat avakirin ku bi girêdayê Dewleta Azerbaycanê ve heta 1929an jîyana xwe domand. Di despêka 1990î da dema Sistema Yekîtîya Sovyetan xirabû; ji wê yekîtîya federalî ku ji 15 Komarên Federalî çêbûbûn, wan dewletên xwe yên serbixwe avakirin. Şerekê mezin di navbera Dewleta Ermenistanê û Dewleta Axerbaycanê da di 1992yan da qewimî û Ermenistanê hin deran xistin bin kontrola xwe û li wan deran rûnişt.  Ew derên ku di navbera van du dewletan da bûne sedemên pevçûn û şeran, ew herêmên Kurdistana Sor bûn ku ji bajar û bajarokên Laçin, Kelbecer, Kubatlı, Zengilan, Cebrail û beşeke Zengezur pêk dihat ku bi tevayî jê ra Karabağa Jorîn tê gotin. Roja 02.11.2008an lı Moskovyê bi navcîtîya Serekcumhurê Federasyona Rusî Dimitriy Medvedyev, Serekcumhurên Ermenistan û Azerbaycanê hatin ba hev û bi Deklerasyona Moskovayê, deklerasyonek eşkera kirin ku qet behsa kurd nedihat kirin.

Roja 2.12.2009yan, bi inisiyatifa Teşkîlata Hevkarî û Parastina Ewrûpayê (AGIT- kurtîya tirkîya wê ye) li Atinayê, Wezîrên Derve yên Ermenistan û Azerbaycanê anîn ba hev û di derbarê nelihevkirina şolan da gengeşe çêkirin. Welatên ku wek Grûba Minskê tên binavkirin Hevserekên Wan welatan, Federasyona Rusyayê, Fransa, ABD (Dewletên Yekitiya Amerikayê), digel Wezîrên Derve yên Ermenistan û Azerbaycanê civînek çêkirin. Li ser şola Jorê Karabagê gengeşe çêbûn da ku cîyên ku Ermenistanê di 1992yan da xistibûn bin kontrola xwe, ji wan deran derkeve û çareserî were dîtin. Lê tu alîyên wê şolê behsa kurdan û Kurdistana Sor nekirin ku cîyên gengeşeyê, cîyên kurdan bûn, herêmên Kurdistana Sor bûn. Lê wek di pratikê da hatîye dîtin, li gora menfeetên (berjewendîyên) Ermenistanê, Azerbaycanê, Rusyayê û Turkîyeyê Kurdistana Sor hatîye hilweşandin û kurdên wê derê jî hatine surgûnkirin. Eger îro em behsa kurdên Kırgızistanê, Türkmenistanê, Kazakistanê, Özbekistanê dikin; di encamên van surgûnan da bûye ku ew hatine rêkirin bo Asya Navîn. (7)

Lê li vir divê em binê nuxteyek jî çixêz bikin ku ew erdên ku Kurdistana Sor lê ava bûbû û paşê bû sedemên şer û pevçûnan di navbera Azerbaycanê û Ermenîstanê da bûn şola neçareserîyê; wan erdan hemî ji dema Împaratorîya Medan ve cîûwarên kurdan bûye ku ew tarîx derdora 2500 sal paşve diçe. Bê guman wê demê ne ermen û ne jî azerî li wê derê hebûne. Li wê derê tenê kurd jîyane. Lê dema Ermenistanê di 1992yan da wan deran dixe bin kontrola xwe ku kurdên wê derê ji neçarîyê cîyên xwe terk dikin; rêvebirên ermen navên wan deran jî li gora dilê xwe diguherînin her wekî ku rêvebirên tirkan jî ew tişt anîn serê ermen û kurdan û gelek navên herêmî guhartin.

Hin nûnerên kurdan, di dawîya 1980yî da dema ku politika Perestroyka (ji nûve avakirin) û Glasnost (şefafî- vekirî) li erdên Rusyayê di jîyanê da bû; ew gelên ku ji alîyê Stalin ve jibo Komarên Tirk yên Federal yên Asya  Navîn hatibûn surgûnkirin, zivirîn ser erdên xwe yên berê ku Kirimî jî di nav wan gelan da yek bû û kurdan jî li Moskovayê ji Gorbaçov xwestin ku ew jî dixwazin vegerên ser  erdên xwe yên li Kurdistana Sor bûn. Lê mixabin ew daxwazên kurdan neatin şûnê. Her çi qas Serekê Rusyayê Gorbaçov nêzîkayî ji wê pêşnîyaza kurdan ra nîşan didan jî dewletên Ermenistanê û Azerbaycanê ne razî bûn ku kurd vegerin cîyên xwe yên berê û rêveberîya xwe ji nûve bi destxin. Ji ber ku wê demê piranîya wan erdên kurdan di bin kontrola Azerbaycanê da bûn. Dema ku Gorbaçov ji ser hukum çû, jibo kurdan tu tiştek nehat kirin; ji ber ku kurd bêxwedî bûn û li herêmê tu dewletek piştgirî neda kurdan. Îro jî jibo wê herêma Kurdistana Sor, Ermenistan dibêje ”herêm ermenî ye” û Azerbaycan jî dibêje ”herêm azerî ye” û tu alî ji wan navê kud û Kurdistanê  nagirin devên xwe û rastîyan nadin zanîn ku wan deran aîdê Kurdistana Sor bûne. Rêvebirên azerîyan ku gelek caran dibêjin ”Kaçgunlar”(yên revîyayî), piranîya wan kurd in ku li Azerbaycanê wek macir dijîn.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *