Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, bûyerên dawî yên li rojavayê Sûriyeyê bi tundî şermezar kir û bang li rêveberiya nû ya Sûriyeyê kir ku hemû komên etnîkî û dînî biparêze.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di êrişên 6ê Adarê de li herêmên qeraxên rojavayê Sûriyeyê herî kêm hezar û 380 sivîl ku piraniya wan Elewî ne hatin kuştin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku sivîl ji aliyê hêzên ewlehiyê û komên çekdar ên hevpeymanên wê ve hatine kuştin.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê bûyerên dawî yên tundiyê yên li Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Hişyariya Neteweyên Yekbûyî: Metirsiya nakokiyên mezhebî zêde dibe
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku êrişên bi vî rengî dê nakokiyên mezhebî li Sûriyeyê kûrtir bikin û bang li hemû aliyan kir ku bi lezgînî tundiyê rawestînin û sivîlan biparêzin.
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bang li hemû aliyên li Sûriyeyê kir ku ji bo parastina sivîlan û bingeha sivîl li qanûnên navneteweyî bi cih bînin.
Konseyê bang li hikûmeta Sûriyeyê jî kir û got, “Divê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hemû Sûriyeyiyan bêyî cudahiya etnîkî yan dînî biparêze.”
Piştî Esed dilgiranî di nav Elewiyan de zêde dibe
Piştî rejima Beşar Esed 8ê Kanûna Paşîn a 2024an rûxiya Elewî dilgiran bûne ku bi hinceta “pêwendiya wan bu Esed re heye” tola zext û zordariya ku berê a ji rejîma Esed dîtibûn bê stendin û bên qetilkirin.
Dê berpirsên êrişan bên darizandin
Li aliyê din, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ragihand ku berpirsên êrişên li herêmên rojavayê welêt dê bên darizandin.
Ehmed Şer her wiha eşkere kir ku ji bo lêkolîna bûyeran komîsyoneke serbixwe hatiye avakirin. (Rûdaw)