Neteweyên Yekbûyî dê alîkariya mirovî bişînî Kobaniyê

Neteweyên Yekbûyî bi hevahengiya bi Parêzgariya Helebê re ji bo Kobaniyê 24 barhilgirên alîkariya mirovî amade kirin.

Parêzgariya Helebê ragihand ku Komîteya Navendî ya Bersivdayînê ya Helebê û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî karwanekî ji 24 barhilgirî amade kir da ku bişîne Kobaniyê.

Li gorî Parêzgariya Helebê, di wan barhilgiran de kelûpelên tenduristiyê, mirovî û lojîstîkî hene.

Parêzgariyê amaje pê kir ku karwan ji bo dabînkirina pêdiviyên sereke û xizmetguzariyê, ji bajarê Helebê ber bi Kobaniyê ve bi rê ketiye.

Rojnameger Gandî Dawid îro ji Kobaniyê beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rewşa bajêr agahî dan.

Gandî Dawid got, “10 roj in ku av, elektrîk û înternet li ser bajêr qut bûne. Xelk di nav sermayê de maye û hîna ti alîkarî negihiştine bajêr.”

Gandî Dawid her wiha da zanîn ku li Kobaniyê pileya germê yek e û xelk ji bo ku ava vexwarinê peyda bike berfê dihelîne.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *