Nêrîn û helwesta me ya giştî ya ji bo Hereketên Siyasî yên Kurdistanê

Ji Bo Raya Giştî ya Kurdistanê

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Nêrîn û helwesta me ya giştî ya ji bo Hereketên Siyasî yên Kurdistanê;

“Ji bo Maf Dad û Azadiyê Înîsiyatîfa Îslamî ya Kurdistanê” di 10 hezîran 2012an de bi xîreta hin kesên ku ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatin li cem hev, hat damezirandin û di bernameya xwe de bi zelalî wiha deklare kirin ku ew ê dijminatiya tu partî, rêxistin, hereket, cemaet û civatên Îslamî û Kurdistanî nekin û her wiha dê li ser bingeha biratî û hiqûqa însanî û îslamî tevbigerin.

Em îro jî wek “Hereketa AZADΔ li ser rêya xwe ne û hesasiyet û mantalîteya me jî neguheriye. Li beramberî vê yekê hin gotin, nirxandin, nivîs û parvekirinên şexsî yên ji meqseda xwe der di medyayê de bi zêdegotinî ji armanca xwe dûr, bûye sedema aciziya hin rêxistinên dost û bira û her wiha ev rewş dibe ku hin reaksiyonan bi xwe re derxîne holê.

Siyaseta Hereketa me li gorî van parvekirin, nivîs, nirxandin û gotinên şexsî dirûv nagire; li gorî biryarên ku ji aliyê lijneyên birêvebir hatine girtin û li gorî Konsept û Destûrnameya Hereketa AZADÎ, dirûv digire.

Ji ber vê yekê em wek Hereketa AZADÎ; zehmetiyên ku li ser axa Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Îslamê tên jiyîn li ber çavan digirin û tika dikin ku em hêj baldartir tevbigerin û her wiha ziman û şêwazeke hesastir li beramberî saziyên bira yên Kurdistanî, Îslamî-Kurdistanî û Îslamî bi kar bînin. Em ê her gav hewl bidin ku deriyên diyalogê vekirî bin û yên ku girtî ne jî vekin.
.
Em heman hesasiyetê ji rêxistin, partî, sazî, derdor û cemaetên bira yên Kurdistanî, Îslamî-Kurdistanî û Îslamî jî hêvî dikin.

Bi heman şiklî; em her kesê ku di proseya Înîsiyatîf/Hereketa AZADÎ de ked dabe, bi duayeke xwe jî piştgirî dabe bi hurmet û minet bi bîr tînin. Bi vê yekê re em birayên xwe yên ku ji ber sedemên şexsî, siyasî an jî sedemên wekî din xwe dûr girtine jî bi rêz û hurmet bi bîr tînin.

Hereketa AZADÎ di bin destê tu şexsî, derdorê û hêlê de nîne û ji bo hemû aîdiyet û gelên Kurdistanê, ji bo hemû deng û rengan deriyê xwe vekirî hiştiye. Îro statuya kesên ku di meqama temsîlê de ne, ne herdemî ye ne jî bi taybetî ji bo wan hatiye veqetandin. Ev statû demborî ye û encama parvekirina berpirsiyariyan e ku bi destê birêvebirî, Lijneya Giştî û Kongreya Giştî hatiye kirin.

Îdîa û gotinên birayên me yên ku dijayetiya vê parvekirinê diparêzin, dûrî rastiyê ne. Em ne aforozkirin û ne jî vegotinên ku ji hedê rexneyan derketine ji bo hin birayên me yên ku bi qasî demekê bi me re xebitîne û vê gavê jî bi hin rêxistinên siyasî yên din re xebatên xwe didomînin, rewa û rast nabînin.

Ji bo birayên me yên din ên ku vê gavê di qedemeyên cûrbicûr ên Hereketa AZADÎ de dişixulin jî heman hesasiyet li rê ye. Hereketa AZADÎ platformeke azad e. Her delege, endam û hogirên me rexne û nêrînên xwe bi zelalî hem dikarin bi me re hem jî bi raya giştî re parve bikin.

Tişta esil a ji bo me girîng ew e ku tifaqa li Kurdistanê, azadî, aşitî, biratî û menfaata gelê me her daîm be. Em di wê qeneetê de ne ku rexne, nîqaş û nirxandinên li ser hilbijartinên giştî yên pêşiya me û rûdanên siyasî yên hemdem, divê li derveyî sînorê exlaqê nebin.

Em li ser rêça wê kevneşopê ne ku her dem çavên wî li xêrê ye û di her halî de xêrê dixwaze. Tenê ya girîng ew e ku niyeta meriv pak be.

Lê belê gotin, nirxandin, nivîs û parvekirinên heqaretwarî û biçûkxistî yên ku li dijî qaydeyên bingehîn ên exlaqê û hiqûqa biratiyê ne, ji bo menfeeta me hemûyan û kesên navborî tiştekî ne guncaw e. Em her kesî û hemû derdorên siyasî-sîvîl di vê babetê de vedixwînin aramî û hesasiyetê.

Em vê yekê bi hemû gelên Kurdistanê, hereketên dost ên Îslamî, Îslamî-Kurdistanî û Kurdistanî, endam, dildar û dostên xwe didin zanîn û ji Xwedayê gewre lava dikin ku tifaqa me çêke, me bigihîne azadiyê û jiyaneke di nav aştiyê de nesîbê me hemûyan û mirovahiyê bike.

25.03.2015 Diyarbekir

Ji bo Maf Dad û Azadiyê Hereketa Îslamî ya Kurdistanê 
Hereketa Azadî

***

Kürdistan Kamuoyuna

Bismillahirrahmanirrahim

Kürdistan Siyasi Hareketlerine Genel Bakışımız ve Yaklaşımımıza Dair;

10 Haziran 2012 tarihinde, Kuzey Kürdistan ve Türkiye’deki duyarlı bazı fertlerin bir araya gelmesiyle ilan edilen “Hak Adalet ve Hürriyet için Kürdistan İslami İnisiyatifi”, programında açıkça; İslami ve Kürdistani hiçbir parti, örgüt, hareket, cemaat ve camianın hasmı olmadığını deklare ederek, İslami ve insani hukuku ve kardeşliği esas almıştır.

Bugün de “AZADÎ Hareketi” olarak yolumuza devam ederken aynı hassasiyet ve anlayıştayız. Buna rağmen, maksadını aşan bazı münferit-kişisel beyanlar, değerlendirmeler, yazı ve paylaşımların medya üzerinden abartılarak bağlamının dışına çıkartılması bazı dost ve kardeş oluşumlarda rahatsızlıklara sebebiyet vermekte ve bu durum bazı tepkisel yaklaşımların ortaya çıkmasına neden olabilmektedir.

Hareketimizin siyasetini, böylesi münferit-kişisel beyanat, değerlendirme, yazı ve paylaşımlar değil; AZADÎ Hareketi’nin Konsepti, tüzüğü ve yetkili organlarının usulüne göre alınmış kararları belirler.

Bu açıdan, bizler AZADÎ Hareketi olarak; Kürdistan ve Ortadoğu-İslam Coğrafyasındaki sıkıntıları da nazara alarak, daha dikkatli davranmayı, kardeş gördüğümüz tüm İslami, İslami-Kürdistani ve Kürdistani yapılara karşı daha hassas bir dil ve üslup kullanmayı taahhüt ediyoruz. Diyalog kapılarını açık tutmak, kapalı olanları da açmak için azami gayreti göstereceğiz.

Aynı hassasiyeti kardeş İslami, İslami-Kürdistani ve Kürdistani örgüt, parti, oluşum, cemaat ve çevrelerden de bekliyoruz.

Aynı şekilde; AZADÎ İnisiyatifi/Hareketi sürecinde emeği geçmiş, duasıyla da olsa desteğini sunmuş olan herkesi saygı ve minnetle anıyoruz. Aynı şekilde kişisel, siyasi veya başka bir sebeple geri duran kardeşlerimizi de saygı ve hürmetle anıyoruz.

AZADÎ Hareketi; hiçbir şahsın, çevrenin veya eğilimin uhdesinde olmayıp tüm Kürdistan halkına ve tüm aidiyetlere, farklı seslere ve renklere açıktır. Hasbelkader bugün temsil makamında olanların statüsü de kalıcı veya kendilerine tahsis edilmiş değil, geçicidir; Genel Kongrenin, Genel Kurulun ve de Yürütmenin kendi içerisindeki görev dağılımının bir sonucudur.

Bunun aksini savunan kardeşlerimizin beyanları ve iddiaları gerçeği yansıtmamaktadır. Belli bir süre bizimle çalışmış, şu anda başka siyasi yapılarla çalışmalarına devam eden kardeşlerimizi ne aforoz etmeyi ne de eleştiri sınırlarını aşan bir şekilde anmayı doğru buluyoruz.

Aynı hassasiyet, şu anda AZADÎ Hareketi’nin değişik kademelerinde görev yapan kardeşlerimiz için de geçerlidir. AZADÎ Hareketi, özgür bir platform olup; her delege, üye ve dostlarımız eleştirilerini, görüşlerini açıklıkla bizlerle ve tüm kamuoyu ile paylaşabilirler.

Bizim için esas olan Kürdistani İttifak, halkımızın maslahatı, özgürlüğü, barış ve kardeşliğidir. Güncel siyasi gelişmelerin ve bu manada önümüzdeki genel seçimlere dair değerlendirme, tartışma ve eleştirilerin ahlaki sınırları aşmaması gerektiği kanaatindeyiz.

Bizler, isabet durumunda iki sevap, isabet edilmemesi durumunda ise bir sevaba inanan bir geleneğe mensubuz. Yeter ki iyi niyetle hareket edilmiş olsun.

Ancak; hakaret içerikli, rencide edici, kardeşlik hukuku ile temel ahlaki kaidelere aykırı beyanlar, değerlendirmeler, yazı ve paylaşımlar halkımızın, söz konusu kişi-kişiler ve bizzat hepimizin maslahatına uygun değildir. Herkesi ve tüm sivil-siyasi çevreleri bu konuda duyarlılığa davet ediyoruz.

Tüm Kürdistan halkına, kardeş İslami, İslami-Kürdistani ve Kürdistani hareketlere; üye, gönüldaş ve dostlarımıza saygıyla duyurur ve Yüce Allah’tan; bizi ittifakta buluşturmasını, özgürlüğe kavuşturmasını, hepimizin ve tüm insanlığın barış içerisinde yaşamayı nasip etmesini niyaz ederiz.

25.03.2015 Diyarbekir

Hak Adalet ve Hürriyet için Kürdistan İslami Hareketi 
Azadî Hareketi

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *