Nêçîrvan Barzani û Mihemed Şîya Sûdanî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 17ê Gulana 2025an, li Bexdayê civiyan û tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevkarî û zêdetir têgihiştina navbera herdu aliyan kirin.

Civîna Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî li perawîza beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê di Lûtkeya Komkara Erebî li Bexdayê de pêk hat.

Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî destxweşî li Serokwezîr Sûdanî kir, ji ber mêhvandarîkirina civîna Komkara Erebî û herwiha spasiya wî kir ji ber vexwendina wî di çarçoveya karên civînê de.

Di hevdîtinê de herwiha, gotûbêj derbarê pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin kirin û herdu aliyan tekezî li ser girîngiya xurtkirina hevkarî û zêdekirina têgihiştina hevbeş kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê, li perawîza beşdarbûna di lûtkeyê de, bi Serokkomarê Iraqê û hejmarek serkirde û berpirsên payebilind ên welatên Ereb re jî hevdîtin pêk anîn. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *