Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî tekezî li ser beşdariya Kurdan di birêvebirina Sûriyeyê de dikin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şeva borî 23ê Nîsanê li Hewlêrê pêşwaziya Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û peywendiyên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û aliyên siyasî yên Kurdî li Sûriyeyê û Hikûmeta Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Herwiha behsa metirsiyên terorê û rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê hatin kirin.

Her du aliyan tekezî li ser giringiya hevkarî û beşdariya Kurdan û hemû pêkhateyên Sûriyeyê di birêvebirina welat de û dabînkirina mafên hemûyan kirin. Herwiha tekezî li ser karê hevbeş û hevkariya di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de kirin, ji bo parastina ewlehî û aramiyê û rûbirûbûna metirsî û aloziyan.

Pêwîstiya yekrêzî û hevahengiya di navbera hêz û aliyên Kurdî li Sûriyeyê de, weke garantiyek ji bo pêkanîna daxwaz û mafên rewa yên Kurdan li wî welatî, rewşa kampa Holê û rola Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyeyê di rûbirûbûna DAIŞê de, mijarên din ên hevdîtinê bûn. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *